N. Elî Munezemî
Çend roj berîya niha hewpeymanetiyek li aliyê 15 partî û hewpeymaniyan li peyvendî di şoreşa «Jin, Jîyan, Azadî» di bin navê «peymana jiyanê» hate weşandin ku ewê yekê jî li cem çavdêr û çalakvanê kurd nîgeranîyek mezin çêkiriye. Sedema wê nîgeraniyê jî dizivire ser hindê ku li wê peymanê de tu amajeyek bi mafê neteweyî û peywendîya navbera senter-derdorê nehatiye kirin. Li rastî de pejirandina mafê jîyanê tenê yêkek li 3 elementên dirûşma şoreşa «Jîna» li xwe digre ku ew jî tenê girêdayî bi mafê xwezayî û sirûştî yê hemû merivan re ye ku her merivekê tenê bi sedema merivbûnê xwediyê mafê jiyanê dihesibîne ku mafeke esasî û nayê înkarkirin e.
Mafê jîyanê bêy mafê çarenûsê ku pareke mezin a azadîyê e, nikare kartêkerîyek mezin hebe li ser çêyî a jîyanê. Jîyan bi keramet û azadîyê dikare wateya xwe werbigre. Mafê çarenûsê bo her kesê tê wateya azadîya hilbijartinên girîng ji bo jiyan û tenduristiya xwe. Eger kesek xwediyê wê azadiyê nebe, nasname û kerameta wî/wê yan koma wan (ja ew kom neteweyî be an olî yan her komek be) nehatiye parastin. Ew maf û azadîya yêkek li armancên şoreşa «Jîna» e. Eger kesek yan komek bixwaze xwe pişikdar yan xwediyê armancên wê şoreşê bizanibe, lê mafê çarenûsa xelkên din nepejirîne, tê wê wateyê ku ew dijî wê şoreşê e û ew berevaniyê li desthilatdariya heteronom a neteweya xwe dike. Parastina wê desthilatdariyê jî bi ew forma ku niha heye û neteweya serdest ced dike bo parastina wê, berewajî mafê jiyanê, mafê jin û azadîya xelk û neteweyên kolonîzebûyî li Îranê de heye. Desthilatdariya heteronom di derbarê mafê diyarkirina maf û erkên kesên din de ye. Yanî neteweya serdest û hikûmeta navendî mafê wê heye ku maf û erk bo neteweyên din diyarîbike. Lewra eger em bixwazin li ser esasê tecribeyên heta niha heyî, bi awayek bêaliyane û abjektîv wê meseleyê binihêrin, dixuye ku erk û mafê ku neteweya serdest bo neteweyên wek kurd, belûç, azerî û … destnîşan kirine, ewaye ku bi helandina xwe di nav neteweya serdest de, hebûna xwe tune bikin. Tunebûna wan neteweya mafê jiyana wan destbeder dike. Ew yeka jî berevajî parastina keramet, azadî û jiyanê e.
Li nik neteweya serdest, mirandina ruhê netewî cem xelkê din, bi pêşmerca parastina jiyanê tê hesibandin. Bes eger mafê çarenûsê û azadî bi giştî (azadîya siyasî, azadîya takekesî, dadperwerî) hemû bi hevre neyên pejirandin, dixuye ku mafê jiyanê jî nehatiye pejirandin.
Bi armaca gihîşin bi armancên şoreşa «Jîna»ê pêdiviye ku neteweyên bindestê Îranê xak, çand, ziman, hîs û hemû hebûna xwe dekolonîze bikin û li wan hevpeymanetiya de beşdar bin ku armanca wê dekolonîzasyon e.
Dekolonîzasyon têgeh û çemkek e ku berxwedana li hember kolonîzasyonê bi awayê cihêreng şirove dike. Ew têgeh wê yekê dipejirîne ku civaka îroyîn di bin sîbera kolonîzasyonê de pêkhatiye û pêdiviye ew şêweya nêrîn û hizrkirinê ku li bin bandora kolonîzasyonê de pêkhatine, werin guhertin. Ew guhertina dibe li aliyê herdu aliyê «serdest» û «bindest» pêwîst were dîtin da ku bikare herdu aliyan bi maf û erkên wekhev di hevpeymanetiyekê de bicivîne û bîne rex hev. Tenê li rewşeke han de ye ku herdu alî dikarin siberojeke azad, tijî bextewerî û pêşveçûn bo civakê destber bikin û esasê civak û pergala nû li ser wekhevî û dadperweriyê awa bikin û hevsengîyekê pêk bînin ku sînorê navbera çêyî û xirabiyê bi rengek xurt bide xuyakirin.
Kesek yan alîyek ku armanca wê damezrandina pergalek qenc li ser esasa maf û azadîya merivan be, hejmûnxwaz nabe. Kesê han li destpêkê de kerameta merivan re buha û qîmetê datîne. Keramet li ser bingeha naskirina fermî a dualîyane ye. Kesek ku naxwaze qebûl bike ku kurd, azerî, belûçê, ereb û … di Îranê de netewe ne û wan bi keyfa dilê xwe bi qewm, êl yan eşîr binav dike, ew tinaz û henekan dike û mafê jiyanê jî bo endamên wan neteweyan bi rewa nizane. Eger îro basa mafê jiyanê dike, liber hidnêye ku hêşta ciyê pê xwe qahîm nekiriye û hêz û desthilat tune ye. Eger pêşerojê de desthilatdariya heteronom bikeve destê wan,yê di encama pêdagirîya me li ser maf û azadîya me ya neteweyî, yê tenê mafê kolebûnê bo me bi rewa bizanin.
Encam:
Neteweya kurd ku îrorojê pêşengê şoreşa azadîxwazîyê di Rojhelata Kurdistanê û hemû Îranê de ye, armancên xwe li dirûşma «Jin, Jîyan, Azadî» de formûle kiriye û ew dirûşma bûye dirûşma hemû xelkên azadîxwaz li Îranê de. Partî û sazîyên kurd ku bi dehan sal xebat û têkoşîn li pişt wan e û xwediyê pêgeh, bandor û kartêkerî di civakê de ne, nabe û nikarin wê sermaye û krêdîya xwe bo partî û komên biçûk û oportonîst xerc bikin ku me bikin derence û pêlekan û li ser hisaba me xwe bigihînin desthilatê û dûre jî bi awakirina pergalek dîspotî û tûtaliter dîsa maf û azadîya me zevt bikin. Em nabe qet tecribeyên Hikûmeta herêma Kurdsitanê jibîr bikin û tenê bi hindê razî bin ku qatilê xwe biguherin. Me dehan sala xebat kir heta me rûyê reş ê rêjîma Xumeynî bi dinyayê da nasandin. Em nabe karekê bikin ku bi dehan sala dîsa xwînê bidin heya rûyê reş ê kesên din eşkere bikin. Kesên ku me û mafên me bi fermî nas nekin, nabe em her tewî wan kom bin; ja bila pêkanîna hevpeymanetiyê jî li cihê xwe bisekine.