N: Kerîm Perwîzî
W: Hesen Mukerem
Vîdyoyek kevn di cîhana medyayî de belav bûye ku tê de Mihemed Elî Recayî, serkomarê wê demê yê rejîma Îslamî ya Tehranê, li pêşiya Ayetullah Mere`işî bi çokda tê û ku dersên birêvebirina welat jê hîn dibe.
Ayetullah Mere`işî yek ji meqamên navdar ên mesebê Şî`e ye û mamostayê piraniya ayetullahên rejîma Îslamî wek Ayetullah Muteherî, Ayetullah Mufetih, Ayetullah Bihiştî û … hwd bûye, di heqîqetê de di sîstema Wilayeta Feqî de stûnên vê rejîmê bûye.
Mere`işî di vê vîdyoyê de çend hevokên kurt ji Recayî re dibêje ku bi awayekî zelal bingeha hizr û siyasetên kolonyalîst û faşîst ên rejîma desthilatdar a Tehranê li hember Kurdistan û Kurdan vedibêje.
Ev çend hevokên kurt siyaseta rejîma Tehranê ya zêdetir ji sed salî li hember Kurdan nîşan dide.
Lewma, em dibêjin zêdetir ji sedsalekê ye, ji ber ku rejîma Pehlewî jî heman siyaset dimeşand û di rastî de Komara Îslamî bûye mîrata tawanên Pehlewî yên li dijî Kurdistanê û berdewamiya heman siyasetê peyrewî dike.
Di hevoka yekem de Ayetullah Mere`işî dibêje li aliyekê me Kendav e û li aliyê din Kurdistan e!
Ev hevok cewhera dîtingeha rejîma Tehranê ya li hember Kurdistanê nîşan dide ku çawa temaşeyî Kurdistanê dike.
Li vir da behsa wê yekê nayê kirin ku Kurdistan jî wek parêzgeh û herêmên din beşek ji Îranê ye an jî xaka me û gelê me ye! Li vir dibêje li aliyekê me Kendav e û li aliyê din Kurdistan!
Di heqîqetê de, vê rejîmê û rejîmên berê, dîtingeha van li hember wiha bûye ku, van Kurdistan weke cihekî biyanî hesabkirine ku ji bo wan çavkaniya gef û metirsiyê ye.
Di heqîqetê de, Ayetullah Mere`işî di vê hevokê de dema ku dibêje ji aliyekê me Kendav e û ji aliyê din Kurdistan e, îşare bi metirsî û gefên li ser rejîma wê demê dike, bi taybetî di serdemê şerê di navbera Îran û Iraqê de Kendav wek deriyeke her fireh a êrîşên cîhana Erebî û Xumeynî, ev wek xizmetkarên emperyalîzmê lêdinihêrî û Kurdistan jî wek dergeha berfireha êrîşên Ereban a girêdayî emperyalîzmê, bi nivîngeha metirsî û gef li ser desthilat û rejîma xwe dihesiband.
Dema ku em li rewşa siyasî û dirûşmên serdema desthilatdariya destpêka hatina ser kar a rejîma Wilayeta Feqîh hûr dibin, dikarin wateya vê hevoka Mere`işî baştir fêm bikin ku dema ku dibêje ji aliyekê me Kurdistan heye, di heqîqetê de dibêje ku Kurdistan çavkaniya gef û metrisiyê ye bo ser rejîma Îslamî û Wilayeta Feqîh! ku heman nêrîna ewlekarî ya rejîma Tehranê li hember Kurdistanê ye.
Di rastî de rejîma Tehranê Kurdistanê ji xwe re weke herêmeke biyanî dibîne, lewma jî xwe di bin metirsiyê de dibîne û bi berdewamî Kurdistan û Kurdan weke çavkaniya metirsiyê û bidawîanîna rejîma xwe dibîne!
Pirsek din a ku di hevokên Ayetullah Mere`işî de bi zelalî xuya dibe, ew e ku dibêje Kurd li çar welatan ên wek: Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê ne û hemû eşîrên cuda ne, lê xizmên hev in û têkiliyên eşîrî bi hev re hene!
Ev pênaseya sedsalî ya faşîzm û kolonyalîzmê ye ku ji Riza Xan Mîrpence heta Îranşahên niha hinek li opozisyonên rejîma Îslamî de jî tê dîtin heye û peyrewî lê dikin.
Ew bi zelalî dizanin ku Kurd neteweyeke ku di bin desthilatdariya çar welatên Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê de, lê netewebûna vê înkar dikin! Ji bo vê yekê jî ku xwe ji netewebûnê derbas bikin, dibêjin ku ew êl û tayfeyên cuda ne ku li çar welatan de dijîn, lê ji bo hinceta nasnameya hevpar a van eşîrên cuda dibêjin ku van bi hevre xizmatî hene!
Mîna ku bibêjî hin xizm û eşîr, di bûyerên dîrokî an xwezayî de dibe ji ber lehî an erdhejan ji hev qut bibin û her yek ji wan ketiye welatekî!
Ayetullah Mere`işî wek nûnerê faşîzm û kolonyalîzma sedsalî li Îranê de, bi zelalî dizane ku Kurd yek netewe ye û Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye parvekirin, lê xwe li nezanînê dide ji bo jinavbirina nasnameya netewî ya Kurd, pena bo heqaret û sivikkirinê dibe û wek xizmên ji hev du qut bûyî bi nav dike, da ku ji bo van ti mafeke siyasî ji berçav negire.
Ji aliyê din ve ev hevok nîşan dide ku berovajî hinek kesên xwe xapandinî ku wisa hesab dikin ku desthilatdarên Tehranê nizanin Kurd çawa in û dixwazin bi rêya bi qewl medenî û reformxwazan ji desthilatdaran re bidin fêm kirin ku Kurd çi ne. Lê ziman halê sîstema kolonyalîst Ayetullah Mere`işî dibêje, Kurdistan ji bo wan metirisî ye û kurd jî li çar welatan hene, yanî bi zelalî ji pirsa Kurd fêm dikin, lê li gorî bername û pîlanên xwe, di gel Kurdan reftar dikin.
pîlana wan çi ye Ayetullah Mere`işî di beşeke din ya axavtina xwe de behsa bername û pîlana xwe dike û rê nîşanî Recayî dide û dibêje ku divê çi bikin.
Mere`işî dibêje, ji ber ku ew li çar welatan in û hemû jî xizmên hev in! Ji ber vê yekê di gel van bi hestiyarî tevbiger in! Lê di heman demê de, partîzanan perwerde bikin, ji bo deverên wan ên dijwar ên li çiyayan bi partîzanan rû bi rûyî van bibin!
Ev siyaseta pratîkî ya desthilatdarên faşîst ên Tehranê zêdetirî sedsalî ye û heta roja îro jî berdewamî heye!
Mere`işî dibêje di gel van bi hestyarî tevbigerin!
Çima bi hestiyarî? Ne ji ber ku ew neteweyek in û xwedî maf in û divê mafê van bê dayîn! Belkû, ji ber ku ew li çar welatan de hene û hemî xizmên hev in! Yanî ji ber metirsiya ku ew li çar welatan de hene, bi wan re bi hestyarî tevbigerin!
Di heqîqetê de, jî ev ziman halê faşîzma Îranê dizane ku hesta neteweyî ya kurd li perçeyên Kurdistanê yên din de dê bibe sedema piştevaniya kurdan li hev du û ji bo vê ku dijkiryara Kurd li perçên din li peyî tunebe û hesta neteweyî ya Kurdan li dijî rejîma Îranê neyê rêxistinkirin, baştir e ku bi hestyarî di gel van tevbigerin!
Beşek din ji siyaseta pratîkî ya rejîmê li vir ew e dibêje bi nermî tevbigerin ji bo bidestxistina encaman! Nabêje ku ew xelkek in, eger ne netew bin jî dîsa mirov in û heta li gor şerîeta îslamê jî hinek mafên wan hene û mafên van yên îslamî bidin! Di şûna wê de, ew dibêje ku bi nermî tevbigerin da ku encaman bistînin! Encama vê çi ye?
Encam an encama wê ev ye, ji dûrkirina metirsî û gefên ewlehiyê yên li ser rejîmê, ji ber ku rejîma Tehranê her di destpêkê de dibêje, Kurdistan metirsiye û gefeke ewlehî ye. Lewma, jî dibêje ji bo rakirina vê metirsiya ewlehî yan di heqîqetê de jinavbirina gefa Kurdistanê li ser rejîmê, baştir e ku bi nermî di gel wan tevbigerin!
Siyaseta rehenda nerm a rejîma Tehranê, çi di serdemên Pehlewî de û çi jî di serdema Wilayeta Feqîh de, tenê û tenê ji bo têkbirina gefa Kurdistanê an bi gotineke din mehandina kurdan di nava sîstema faşîst a desthilatdar de bûye û encama dilxwaz a Mere`işî û sîstema wî, wiha ye, jinavbirina nasnameya Kurd û jinavbirina çavkaniya metirsiya li ser nizama van e û mehandina van di nav sîstema navendî de ye.
Di dawiyê de jî, dibêje di cihên dijwar de parîzanan perwerde bikin û bi partîzanan rû bi rûyî van bibin!
Siyaseta partîzanî jî ya ku Mere`işî behs dike, di dema Heme Riza Şahê Pehlewî de hatiye avakirin, ku hinek Kurdên girêdayî rejîma Tehranê perwerde kirine û bi partîzan binav kirine û di Kurdistanê de li dijî Kurd radikirin da ku bi destê hêza çekdar a girêdayî rejîma Tehranê, Kurdistanê dagîr û kurd jî serkut bikin!
Navê partîzan jî ji vê yekê hatibû ku rejîma paşayetî kerbê wê li partîzanên fîdakarê xelkê vedibû û siyaseta berdewam a kolonyalîzmê û Îranşehrî pêk dihat li dagîrkirina nav û nasnameya van û di valakirina naveroka van û bi mebestên taybet ên xwe bikar danîn! Di vê serdemê de jî ji ber ku saziya partîzanên fîdakar bixwe navûdng bûn û xelkê behsa van dikir, Heme Riza Şahê Pehlewî bo vê ku navê partîzanan ji van bistîne, navê çekdarên kirêgirtî yên rejîma xwe, bi partîzan binav kir!
Ayetullah Mere`işî û bi rastî jî rejîma Wilayet jî ku mîratgirê rejîma paşayeîtî bûye, ev siyaseta Pehlewî ji bo vî pir guncav bû û ji ber vê yekê ji wan re digot partîzan, di demekê de vê demê rejîma Xumeynî yên ku ji van re digotin Pêşmergê misilman û gelê Kurd jî navek din ji van re digot!
Bi kurtî, rejîma Tehranê tevî vê ku bi çavek ewlehî li Kurdistanê dinêrî û tevî dîtingeha kolonyal û ji holê rakirinê ya bi nisbet Kurdan, li pêxema jinavbirina Kurdan, û bo gihîştin bi encamên rejîmê, an di heqîqetê de bo berdewamiya rejîmê û parastina vê li hilweşandin û mandîkirinê, siyaseta bi nermî li hember Kurdan peyrewî kiriye da ku nasnameya destkird û çewtekariya Tehranê bide mehandin û pûç bike û di naverokê de vala bike û di cihên dijwar de jî yanî li rehendên hişk û giran de, pena biriye bo kirêgirtiyan, çimkî xwastiye şerê Kurd bi Kurd birê ve bibe!
Siyaseta Kurdistanê rast li hember van pîlanên rejîma Tehranê wiha ne, tekezîkirin li ser nasnameya neteweyî, stratejiya hevpişt a Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, têkoşîna girseyî ya li pêxema gihîştin bi mafên netewî, ne bi erzan firotina mafan, û herwisa pir rengkririna hêla têkoşîn û nasnameya pêşmergayetî li hember bi êrîşên berfireh yên siyasî û hizrî yên faşîzmê.