Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partîyek mafxwaz yan nasnamexwaz?

09:55 - 23 Tebax 2023

N: Elî Munezemî


Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê -PDKÎ- 78 salan berê li ser xîmê «Komeleya Jîyaneweya Kurd» hate damezirandin û heta îrorojê rolek mezin di xebara rizgarîxwazîya kurdan bi giştî û ya kurdên Rojhelatê Kurdistanê de bi xasmanî dilîze. Lê, gelo ew parta han partîyek mafxwaze, nasnamexwaz û yan jî herduyê wan?
Xebata Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê bo herikandina xelkê kurd di pêxema avakirina hikûmeta serbixwe a Kurdistanê ku bi damezirandina Komara Kurdistanê rengweda, li hêlekê xebatek bo nasnameya sîyasî a neteweya kurd bû û li hêla din, xebatek mafxwazane bû di çarçoveya zagonên navnetewî bo maf û azadîya xelkê kurd û wekhevîya neteweya kurd û hemû neteweyên din.
Xebata PDKÎ’ê bo nasnameya netewî bi sedema hindê bû ku kurd ji ber perçebûna welatê xwe, nasnameya wan jî hatibû perçekirin û dagîrkeran ne tenê tu buha nedidan nasnameya kurdî û ew bi fermî nasnedikirin, belkî herwiha pirrengî û nêrînferqî jî tehemol nedikirin û  civak bi awayekê organîze kiribûn ku kurdan bi tak û bi kom, xwe yê hundirîn li hember nêrîna civaka serdest a dagîrkeran de cihê hîs dikirin û li pey nasnameya xwe ya rastîn de bûn. Ew hîsa ku kurdan hebû, gava ku ew li pey xwe ê rastîn bûn, li pişt hemû ew laye ên ku civaka dagîrkeran li ser de sepandibûn, kurd teşwîq dikir ku li hember dagîrkeran de serî rake û ew kêrhatiya xwezayî ku cewhera kurdan pêk dianî û li hundirê xwe de nasnameya xwe ya rastîn fam dikirin, ew gihîştandibûn wê bawerîyê ku azadîya xwe li derveyî zagon û normên dagîrkeran dûreçonê bo bikin û cehda tecribekirina wê bidin.
 Bes damezirandina PDKÎ’ê li ber wê sedemê bû ku dagîrkeran nekarîbûn pergalek demokratîk damezirînin ku mafên gerdûnî, keramet û şexsîyeta kurdan biparêzin. Lewra Damezirandina PDKÎ bersivek xwezayî, bê xwe lê ladan û dîrokî a kurdan bû bo wan hemû neheqîyan ku li aliyê dijminan ve derheq kurdan hatibûn kirin. 
‌Hindik kes di navbera sîyaseta nasnameyî ku cehd û têkoşîneke azadîxwazane a neteweyên bindest e û îdeolojîyên tundajo û şovînîstî ferq û cudahîyê dananên û bi yek berçavkê bera xwe didinê. Lê sîyasetên nasnameparêz ku maf û azadîyê, sîyasetên «meriv-senter»in ku maf û buhaya xwezayî a merivan dikin bingeh bo kompozîsyona wan sîyasetan.
PDKÎ’ê di heyamê temenê xwe de li gor zirûf û şert û mercên Kurdistanê, herêmî û cîhanî hindek caran guhertin  li ser hindek li sîyasetên xwe de anîye. Bo nimûne li damezirandina dewleteke serbixwe li Kurdistanê de, hindek caran armanca xwe guhertiye bo bidestve anîna xudmuxtarî an federalîzmê di Rojhelatê Kurdistanê de, lê cewher û kakila daxwazên xwe ku girêdayî bi nasname û mafên kurdan e, parastîye.
Gava ku tê gotin PDKÎ partîyek mafxwaz û nasnamexwaz e, tê wê wateyê ku dixwaze kurd wek xwe – wek netewe – bi fermî bê naskirin û wek parek li neteweyên fars, ereb yan turk neyê hesibandin û buha û nirxa kurdan wek netewe bê zanîn, hurmet jêre were girtin û tam kurd goreyî ku xwe pênasa xwe dike, were qebûlkirin. Gava nasnama kurdan bi fermî were qebûlkirin, hingê goreyî wê kategorîyê mafê wan jî yê bê qebûlkirin.
Sîyaseta nasnamexwazîya PDKÎ’ê girêdayî bi hêmanên netewesazîya kurdî ve ye. Kurd nasnameya xwe li pêş hemû tiştî de li ax û zimanê xwe werdigre û ewê yekê bi çand, dîrok û hîsên hevpar mayinde û bi hêz dike.
Pêdagirîya Dr. Şerefkendî li ser nasnamexwazîya PDKÎ’ê piştî hiloşîyana Yêketîya komarên Sovîyetê destnîşankirina hêla hizrî û bawerîyên wê partîyê bû ku carek din li serdema “Şoreşa Jîna”yê de li Rojhelatê Kurdistanê de reng weda. Ewê reng wedanê li gotinên bavê şehîd “Komar Uftade” de dilê her kurdeke welatparêz hejand gava ku got: “ Ew li 25ê gelawêjê de ji dayik bû. Ji ber wê yekê min navê wî kir Komar.” Ew gotinane nirxandinên  bi hêz in bo ku nîşan bide çima xelkê kurd li PDKÎ’ê hez dike û bandora wê li ser nasnameya netewî û xebata mafxwazane çend e.
Neteweya kurd bo berdewamîya PDKÎ’ê li xebat û berxwedanê nirxên mezin dane. Em jî wek endam û alîgirên PDKÎ’ê wê yekê dibînin û  ewê yekê bi qedr û qîmet dihesibînin û dizanin ku bêy piştevanîya xelkê, xebat jî nayê kirin. Neteweya kurd şikest û serkevtina wê partîyê bi ya xwe dizane û bi rastî jî xelkê me xwedîyê rastîn yê wê ne.
Dûr neketina PDKÎ’ê li hêla neteweyî, herwisa ew partî kiriye cihê rêz û hurmeta kurdan li hemû perçeyên Kurdistanê de. Li pêşerojê de jî pêdivîye ku ew hêl were parastin, xurtikirin û berfirehkirin. Bilindkirina asta wê nirxê, xurtkirina PDKÎ’ê û xebata azadîxwazane, nasnama kurdî û dadperwerîyê ye û serkeftina wê xebatê jî yê kartêkerîyek mezin hebe li ser rewşa azadî û aşitîyê di hemû Rojhelata Navîn de.
Carek din em 78’min rojbûna PDKÎ’ê li hemû neteweya kurd pîroz dikin û daxwaza serkevtinê jêre dixwazin.