Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirin, sepandina ceza û bidarvekirina çalakvanên torên civakî ji aliyê Spaha Pasdaran û îdareya Parastina Zaniyariyan a rejîma Îranê

11:10 - 3 Tebax 2023

N: Homen Simko

Înternet  û torên civakî di Îranê de xala lawaz a rejîma dîktator û qatilê neteweyên li Îranê tê hesibandin. Parastina Îtilaat ‘ Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, her cure çalakî û belavkirina her bûyer û nûçeyekê li ser rewşa niha ya Îranê serkut dike. Bi naskirina kesên ku bi nûçeyên bi vî rengî re mijûl dibin, di nav de vîdyo, nivîs, wêne û her cure malperek, bi awayê herî bilez û tund reftarê digel dikin. Tirsa vê rejîma dagîrker neteweyên li Îranê bi qasekî ye ku bi salan e li dijminatêkirin digel neteweyên li Îranê û bi taybetî neteweya Kurd xwe ji encamdana ti kiryarekê neparastiye .

Di tevgera vê dawiyê ya “Jin Jiyan Azadî”yê de, li gor gelek raportên sazî û dezgehên mafên mirovan ji malperên cihê bawerê li seranserê Îranê û cîhanê, ew perde li ser kuştiyên bidarvekirinên lipeyhev ên vê rejîmê radike. Gelek ji welat û rêxistinan kirayara gemara rejîmê bi kuştina ciwan û gelên Îranê li kolanan û bi girtina kesên ku di vê şoreşê de beşdar bûne, dest bi vê tevgera rezîl a rejîmê kirine. Îro bi deh hezaran Îranî di zindanan de ne û bi hezaran jî hatine îdamkirin. Bi darvekirina ciwanan li ber çavan hewl dide gelê Îranê ji derketina derve û tevlîbûna bi vê tevgerê bitirsîne. Lê gelên li Îranê bi taybetî gelê Kurd, bi mêrxasî û bi hişmendiyeke bilind a netewî, ji bo welatekî azad mil bi mil hev li meydana şer digel rejîma kevneperest Îslamiya Îranê têkoşînê dikin û vê yekê bi bê çaverêtî ji ti dewlet a hêzekê,  di vî warî de alîkariya rêberatiya xwe dikin.

Daxwaza gelên Îranê ji bo herifandina rejîma Îslamiya Îranê, ku di warê siyasî, çanda siyasî xaleke reş li ser rûyê dîroka Îranê ye, cihê şermezariyê. Rûmetek ku gelê Îranê aciz kiriye û ti nirxek mirovî ji bo ti kesekî Îranî li cîhanê de nehiştiye. Rejîma Îranê pê hesiyaye ku her rejîm û împaratorî rojekê destpê dike û dê rojekê ji nav here. Bê guman dê ev rejîm bê herifandin û berpirsên wê ji aliyê gelê Îranê ve bi tundtirîş şêwazê dê bêne cezakirin.

Îro yasadanerên rejîma paremayî ya Komara Îslamî yasayên nû tomar dikin ku bi awayekî kar û kiryara xwe bisepînin û desthilata xwe qahîm bikin û bi pêka wan yasayên xwe raportan dinivîsin ku em li gor yasayên Îslamî û destûrê bi dijberên wan re reftar dikin. Roj nîne ku rojnamevan, aktîvîstên sivîl, civakî û siyasî, parêzvanên mafên mirovan û azadîxwazên Tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê neyên bidarvekirin, îşkencekirin û girtin. Rejîma Îranê piştî çil û sal û çend salan roj bi roj nêzîkê herifîn û jinavçûnê dibe. Bi van kiryarên vê dawiyê, bi bidarvekirin û îşkencekirina ciwanan di girtîgehên Îranê de, mohra herifîna xwe li ser pela wêrankirin û hilweşandinê xistiye. Êdî bes e, edî we t çareyek bilî teslîmbûn bi tevger û yekitiya neteweya Îranê nîne.

Hewce ye ku bê gotinê, ku di wan kiryarên vê dawiyê yên rejîmê de, herî zêde Kurd zirar dîtine û ev kiryarên nebaş a rejîmê li navçeyên Kurdistanê de bi awayekî eşkere tê dîtin.

Ji xalên bihêza a vê tevgerê mirov dikare îşare bike ku neteweyên li Îranê mezintirîn hevpeymanî li dijî rejîma Îslamî bi dest xistiye. Çanda siyasî ya neteweyan li Îranê ketiye qonaxeke nû û baweriya wan bi yekîtiya xwe heye. Rejîma Îranê li ser wê yekê ku hîcab parçeyek û binkeya Îslamê ye û xelkê ku derdikevin derve ji bo hîcabê derdikevin ne ji bo rewşa îroyîn, hewl dide raya giştî bixapîne. Dixwazin bi peyamên ku bi xwe jî bawer nakin, raya giştî bixapînin. Eva li halekê ye ku neteweyên li Îranê ji her kiryareke rejîmê agehdar e û hertim, pêngavekê li pêş rejîmê deye. Êdî guh ji bo derewên rejîmê re vekirî nînin.

 شعار ملی ژن ژیان ازادی

Daxwaza gelên Îranê û bi taybetî netewa Kurd, azadiya neteweyan li Îranê û neteweya Kurd e, wekhevî, edaleta civakî, veqetandina ol ji siyasetê, qada siyasî ya vekirî, xweşbijîviya civakî, siyasî, çandî û aborî ye Rejîma dîktator cihê manê nîne û hewceye ku teslîmî îradeya qayîm û bihêz a neteweyan li Îranê bibe. Daxwaza şoreş û tevgera dawiyê eva ye: “yan mirin yan azadî” ev yeka dirûşma neteweyî ya Jin Jiyan Azadî”yê ye.