Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyalog bi marjînal

11:43 - 5 Tebax 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

Gelek rê hene ku hûn dikarin tiştek bibînin an jî biryar bidin ku hûn nebînin!

Dibe ku dîtina tiştan ji nedîtina wan pir hêsantir be, lê carinan berjewendîyên kes û koman nayên dîtin!

Li Îraneke ku girêdayî dîktatoriya rejîma înkarê ye, bi salan e ku komên cuda ji bo derbaskirina vê sîstemê yan jî bi kêmanî kom û kesên din ên xwedî taybetmendiyên cuda bixebitin, têdikoşin, lê ev hemû hewldan heta niha bi ser neketiye.

Têkoşîna jinavbirina vê rejîmê nayê wê wateyê ku tiştek nehatiye kirin û tiştek bi dest neketiye, berevajî vê yekê, di heyama çar salên borî de gelek valahî di rejîmê de derketine û sîstema rejîmê bi tevahî hatiye jinavbirin û êdî nemaye. Bersivek ji bo Besîciyan. Dema ku her roj li quncikekî welat fîlmên gendeliya exlaqî tên weşandin, Besîciyên herî tundrew jî matmayî dimînin û dizanin ku îdeolojiya wan gemar û pîs e.

Pirsa mezin ew e ku çima ev rejîma gemar nehatiye rûxandin û li şûna wê rejîmeke din nehatiye danîn?

Dibe ku sedema bêencambûna têkoşînê li ser asta tevahiya Îranê yekalî nebe û çend faktorên sereke bandorê li wan bikin, lê faktora herî girîng jî nenaskirina rast a pirsgirêkên sereke yên erdnîgariya Îranê ye.

Dema rejîmek siyasî li ser desthilatê be, dibe ku dijberê wê ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve bi tevahî berevajî wê bifikire, lê dibe ku di bin bandora pîvan û hegemonyaya rejîmê de hin gotinên sereke dubare bike û nikare rastiyê bibîne!

Eger em gelek dûr neçin, di heyama çend rojên derbasbûyî de, komîteyek bi navê Komîteya Şopandina Mafê Jiyanê peymannameyek belavkir ku di nihêrîna pêşîn de pir xweş xuya dike ku divê komên siyasî yên cuda li ser vê peymanê tevbigerin ku niha û di pêşerojê de mafê jiyana mirovan û kesan binpê nekin. Lê hin hûrgulî li peymana bi navê peymanê hin siklên pirsgirêkên sereke yên li Îranê nîşanî me dide:

Yekem: Di daxuyaniya komîteya şopandinê de tê gotin ku komên îmze kirine di hin hevokan de cudahî hene û em çawa xwe li ber “pirsgirêka navend-margin” nadin, ev metnên cuda wek xwe tînin!

Her di destpêka vê hevokê de pirs derdikeve holê û baweriya bi mafên pênasekirî tê pirsîn!

Çima komîte ji pirsgirêkê dûr dikeve? Ma her çalakvanekî mafên mirovan divê baweriyeke azad bi mafên mirovan hebe û şîretan ji nedîtî ve were û eger pirsgirêkek hebe bila bibe aliyê rastiyê? Çima piştgirê rastiyê nabin û xwe dûr naxin? Di vê hevokê de pirsa din û sereke ew e ku çima pirsgirêkê wekî navend-margîn pênase dikin? Ma kê maf daye wan ku aliyek wekî navend û yê din jî wekî derdor îlan bikin? Ma ne çêtir e ku mirov kêşeya di navbera mafxwazan û piştgirên binpêkeran de bibêje!?

Ya duyemîn: Peymannameya Cîhanî ya Mafên Mirovan heye, ku bi dehan salan ji aliyê hemû cîhanê ve li ser tê xebitandin. Çima nabêjin bila hemû kom pabendî van daxuyaniyan bin û hemû daxuyaniyên wan ên cîhanî qebûl bikin?! Çima ew peymanek kurtkirî tînin ku mafên herî girîng ên neteweyan û mafên kesan ji holê radike?

Sêyem: Di nav wan kesên ku îmze kirine de, girûp hene ku di warê mafên mirovan û mafên netewên bindest ên Îranê de tu cudahiya wan ji rejîma desthilatdar nine û her heman edebiyata rejîma niha liçav neteweyên zilmlêkirî an li gorî gotina komîteyêna şopandinê ya van marjîn .

Ew di wê baweriyê de ye ku li Îranê neteweyên cuda nînin û ya ku heye hinek eşîr in! Ev kom heta van çend xalên mafan jî qebûl nakin û bi destkarî belav kiriye!

Di demekê de ku rejîma înkarê di Îranê de bûye sedema wêraniyê û bi hinceta dabînkirina yekparçeyiya xak û ewlehiyê, netewên bindest kuştine û tawanên dijî mirovatiyê li dijî wan pêk tîne! zilma siyasî ya li dijî neteweya Fars jî perdepoş û rewa kiriye, komên bi navên dijber hene ku neteweyên di bin heman hegemonyaya Komara Îslamî de bi cudaxwaziyê tawanbar dikin! Li dijî mafên wan ên bingehîn e!

Îmzekirina peymanan bi komên wiha re ne mimkûn e, ji ber ku peyman û hevkarî hewcedarê diyalogê ye û diyalog ne di valahiyê de dest pê dike, lê bi fermî naskirina nasname û mafên kesên din dest pê dike. Komeke ku we bi fermî nas neke, nasnameya we ya netewî berovajî bike û we wek eşîrekê bibîne, eşkere ye ku bi we re diyalogê neke, lê di her hevdîtinê de dê hewl bide we şîretan bike ku hûn nebin bindestê dijminên xeyalî û li ser rêya rast tevbigerin! Bi gotineke din, xwe wek mexlûqekî bê nasname û ne farisî jî bide nasîn da ku hûn mafên tam jê we re bên dayîn, li şûna wê divê hûn ji qonaxek berê dest pê bikin û hewl bidin ku zimanê neteweya desthilatdar fêr bibin da ku hûn wekî mirov werin pejirandin!

Tiştê ku bi kurtî hat behskirin, nihêrînek bilez bû bi hinceta vê kurte peyamê, da ku bi bîr bîne ku mijara sereke li Îranê ew e ku bi fermî nasnameya hev nas bikin û piştre li ser maseya gotûbêjan rûnên û behsa paşerojeke hevbeş û sîstema mafên wekhev bikin û hevkarî bikin.

Diyalog bi hewldana ji nedîtina tiştên ku hene û bi cûda pênasekirina rastiyan û dûv re li ser bingeha pênaseyên çêkirî sêwirana pergalên din pêk nayê. Ev sed sal in ku bi vî rengî tevdigerin û Îran anîne cihê ku lê ye! Hewce ye ku ew corek din bibînin!