Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Divê kûrahiya stratejiya me hemû gelê Kurdistanê be

09:32 - 7 Tebax 2023

Dr. Majid Hakki

Têkoşîna rizgarîxwaziya neteweya Kurd, têkoşîna azadiya welat û bidestxistina serweriya siyasî ye. Bi wateya rastîn têkoşînek sekolare. Bi gotineke din, her çend piraniya partî, rêxistin û saziyên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê partiyên “sekolar” in û ol weke amûreke siyasî bikar neanîn jî, lê neçar in ku kûrahiya stratejiya xwe diyar bikin. Kûrahiya stratejîk a her tevgerê divê avahî û ferdên civaka ku ji bo wê têdikoşe bin.

Kurdistan gulistan a ol û kevneşopiyên cuda yên olî ye. Her wiha li Kurdistanê Azerî, Ermenî û Suryanî jî dijîn ku beşek ji gelê Kurdistanê ne. Rizgariya Kurdistanê tê wateya rizgariya wan û rêzgirtina ji bo hemû mafên wan ên ku di danezana Neteweyên Yekxbûyî de hatine destnîşankirin.

Têkoşîna rizgariya Kurdistanê bi awayê dîrokî li herêma Urmiyê û Mukriyanê dest pê kir û piştre li deverên din belav bû. Piraniya kurdên van deveran sunnî ne. Ji ber vê yekê, bi kevneşopî û nerîtî, her çend partiyên kurdan laîk bin jî, laîkiyeke sunnî ne. Berhema çandeke wiha bûye hesta ferqkirina civaka Yarsanî di nava bizava netewî de û di nav wan de partiyên Kurdistanî û cudabûna gelek çalakvanên Yarsanî ji partiyan û damezrandina partî û rêxistinên taybet bi civaka Yarsanî.

Taybetmendiya civakên helweșa û şikestî ew e ku di nav beş û komên cuda de hatine dabeşkirin, bi darê zorê wek cama (șîșe) pelçiqandî bi hev ve hatine zeliqandin û bi ferqeke herî biçûk ji hev veqetiyane. Ev yek rê dide dijber û biyaniyan ku bi hêsanî destwerdana karên navxweyî yên van civakan bikin, qeyranên navxweyî çêkin û wan bi civakên “seretayî” tawanbar bikin. Dagirkerên Kurdistanê di dema borî û îro de cudahiyên eşîrî, olî, mezhebî û heta zaraweyî yên Kurdistanê li dijî bizava rizgarîxwazî ​​ya neteweya Kurd bikar anîne û di vê siyasetê de heta radeyekî mezin bi sedema şikestina civaka Kurd bi ser ketine. Şoreşa “Jin, Jiyan û Azadî” rewşek nû afirand ku tê de cudahî ne tenê xeternak e, di heman demê de dibe sedema yekîtiyê. Heger berê navenda bizava neteweyî tenê herêmên sunnî yên Kurdistanê bû, îro qada têkoşîna netewî li hemû herêmên Kurdistanê belav bûye û heta Kurdên ku li derveyî Kurdistanê dijîn jî xwe beşeke girîng a tevgera neteweyî ya Kurdistanê dibînin.

Civaka Kurd di sedsala ragihandin û torên civakî de ji ber siyaseta parçekirina dijberên Kurdistanê, rûbirûyê metirsî û parçebûnê herî mezin e. Têgihîştina civakî pêdiviya civaka kurdî ya îroyîn e, ku tê wateya zanîn û pisporiya çawaniya lihevkirina cudahiyan di çarçoveya xewnên hevpar de.

Tevgera rizgarîxwaz ji bo biserkeve û bigihêje armancên xwe divê tevdeger be. Cudahiyên di civakê de nas bikin û rêz ji wan cudahiyan bigirin. Cudahiyan bikin bingehê xurtkirina nirxên hevpar û di heman demê de van cudahiyan wekî dewlemendiya çandî û civakî ya neteweyê bihesibînin. Civaka Rojhilata Navîn di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, di demeke rûbirûbûna nirxên tundrew û dijber de derbas dibe. Di rewşeke wiha de wê bawerî û polîtîkayên ku li hemû nirxên civakî yên kolektîf xwedî derkevin û nebin hêzeke îdeolojîk a yekalî û nûnertiya çîneke civakî ya taybet a Kurdistanê bi dest bixe. Naskirina cudahiyên Kurdistanê dibe alîkar ji bo bihêzkirina nirxên hevbeş ên ku civaka Kurd bi hemû pêkhateyên wê re li dora armanceke hevbeş digihîne hev. Pêşketin nayê wateya berevajîkirina baweriyên mirovan, belkî afirandina jîngeheke aştiyane û berfireh e ku hemû mirov tê de xwe di ewlehiyê de hîs bikin û ne di bin metirsiya biçûkbûnê de bin.

Saman û sermayeyên civakî yên gelê Kurd xwedî derfet û potansiyelên xurt ên yekîtiyê, xurtkirina hesta hevpariya neteweyî û xurtkirina yekîtiyê bi mekanîzmayên demokratîk. Dem hatiye ku em cudahiyan li dora xalên hevpar bînin cem hev û cihêkariyê di hemû astên çanda xwe ya siyasî, rêxistinî û rewşenbîrî de ji holê rakin. Cudakariya nedîtbar ji cudakariya eşkere zêdetir dikare bibe sedema perçebûna civakê. Tiştekî ku rejîmên dagîrker di demên borî de bi awayekî xweş “kontrol kirine” û her ku pêwîst be li dijî tevgera netewî bikar tînin. Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi avakirina pirên baweriya civakî û têgihîştina siyasî û civakî heye, ku tê wateya berfirehkirina asoya siyasî û bihêzkirina kûrahiya stratejiya xwe ya netewî.

 

Primitive