N: Serbest Urmiye
Di rojên borî de û bi hilkevta hatina roja 10’ê meha Muherrem’ê ku ji aliyê bawermendên mesebê şîie - ku beşek gelê Kurd û hejmarek ji niştecihên Kurdistanê jî bawerdarê mesebê han in- bi ”Aşûra” anku salvegera Kuştina Îmam Husên, îmamê seyemîn yê Şîian, hatiye navkirin , peyameke hevxemî yan sozdariyê li ser pêgeha ”Twitter”ê ji aliyê berpisê Giştî yê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, birêz Mistefa Hicrî, ve hate weşandin. Piştre peyama han di terzên cuda de bi baş û xerab hate şirove û nîqaşkirin û hevbîr û cudabîr jê derketin. Di vir hewil tê dan ku peyama han weke girîngî û hewcehiyekê ku dibû bi xasmanî di qada neteweyî li Kurdistanê de ji mêj ve hewil jê re hatiba dayîn were şirovekirin. Herçend ku niha jî bi taybetî piştî serhildana ku bi navê ”Jîna” û bi silogana ”Jin, Jiyan, Azadî” di Kurdistanê de, hewcehiya wê ji bo yekitîya neteweyî û civakî li hember rejîma dagîrker de berçav e.
Di destpêkê de hewil tê dan ku li gorî têgehen netewesazî û yekîtiya neyeweyî werin şirove kirin û di Kurdistanê de werin berawird kirin.
1. Avakirina Neteweyî
Têgeha netewe bi wateya gel û niştecihên welatekê, bo cara yekem di şoreşa Firansayê de serhilda. Ji ber ku şoreşa han serhildan li dijî çarçoweya hevwelatîbûna tac û textan û derbazbûn bo hêlek berfirehtir wate hevwelatîbûna Firensî bû.
Netewehezî weke pêvajoya afirandin û bingeha pêkhatina neteweyan, ramaneke siyasî ya berfireh e û ji aliyê teorî ve bi qasekê mend e ku dikare navenda li hevnezkirina bîr û hizrên cuda û dijberî hev be.
Her çend ku di pênaseyên kilasîk de netewe demekê wateya xwa ya rast werdigire ku dewlet - neteweyek pêkanî be. Lê dîsan jî avakirina neteweyan girîngtir e ji avakirina dewletê. Netewe ji aliyê siyasetvan û rewşenbîrên neteweperest ve tên afrandin û çîn û texên civakî, aborî û siyasî û ... yên ku ji vê pêkhateyê mifahê werdigirin, piştîvanên vê pêvajoyê ne. Lewma hewce ye ku di pêvajoya avakirina neteweyan de hemû pêkhate , nemazê di aliyê civakî de bên serhev xistin.
2. Yekîtiya neteweyî
Ya ku herî zêde di avabûna dewletên nûjen de xwedî bandor e û di pêşketina dewletan de weke gava sereke tê dîtin yekîtiya neteweyî ye.
Di pirsa yekîtiya neteweyî di avakirina neteweyan de jî yek ji pirsên herî sereke ji demokrasî û azadiya derbirînê, girîng dayîna nêrîn û bîr û baweriyên cuda û pêkanîna deliveya hewce ji bo guhertina tevalî ya bîr û rayan roleke bingehîn dibîne.
Rast e ku yekîtî di navbera endamên neteweyekê de esasê pêkhatina yekîtiya neteweyî ye, ji aliyê din ve jî pêkanîna yekîtiya neteweyî armanca partiyên siyasî ye.
Partiyên siyasî navendên sereke yên civîn û yekgirtina bîr û îradeyên cuda ne, ku derfetê ji bo bandor danîna hêzên siyasî û civakî li ser hev û li ser pêkhateyên din ên siyasî diafirîne.
3. Avakirin û yekîtiya neteweyî di Kurdistanê de
Di berhevdan Payama birêz berpirsiyarê Giştî yê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê weke hêzekê ku hilgirê nasnameya neteweyî û berfireh di Rojhilatê Kurdistanê de, tevî fakterên ku di serve hatin bas kirin, hewcehî û girîngya peyama han derdikeve. Eva di demekê deye Ku Partiya navbirî hertim di bone û resmêm aliyên din yên civaka Kurdistanê de jî xwedî peyam bûye.
Kêmasî di gotar û yekîtiya neteweyî di Kurdistanê de yê bûye sedema paşvemayînên zêde. Heya di serdemê pênaseya kilasîk ji netewehezî(nationalism) de jî ku weke pirseke girîng û bi bandor dihate mêzekirin û dewlet-netewe wekî çareseriya pirraniya qeyranên siyasî- neteweyî ne tenê li herêma me de, belku di cîhanê de jî dihat dîtin, nebûna pênaseyeke zanistî ya bihêz û berfireh ji netewehezî(nationalism) a Kurdî , him di warê selimandin û him jî di warê redkirinê ji aliyê hêzên siyasî yên kurd ve, ne tenê nekarî pirsa çarenivîsa gelê kurd ku bi salan qurbanî jê re dida , çareser bike , belku di hin qonaxên cuda de rewşek afirandin ku mixabin aliyên Kurdî heta di rûyê hev sekinandin.
Ji aliyeke din kêmasiya zanistî di gorata netewehezî(nationalism) ê di Kurdistanê de bû sedem ku beşeke girîng ji pêkhateya sereke ya neteweya Kurd û xwe di gotara neteweyî ya Kurdî de nebîne û nasyonalîzma Kurdî paşve bikêşe. Wek mînak, Kurdên Êzdî li Başûrê Kurdistanê ji ber sedemên olî û Kurdên Lor li Rojhilatê Kurdistanê – ku li gor Kurdologên Kurd û bîhanî , beşeke in ji neteweya Kurd – û pareke mezin ji Kurdên ku bawermendê mesebê Şîie bûn heta çend salan berî niha jî, bûne qurbanîyên zanistî nebûna pênaseya netewehezî û gotara netewî ya Kurdî. Ji bilî vê çendê beşeke berçav ji xaka welat ji destê Kurdan derket(Loristan).