Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mijara yekîtiya praktîk a opozîsyonê ji bo derbasbûn ji Komara Îslamî

17:02 - 10 Tebax 2023

Baba Elî Mêhrperwer

Ji dema ku mirov ketiye qada jiyanê, hêz û şiyana yekbûnê bi dest xistiye, lewma mirovên destpêkê bi hev re jiyane û karê nêçîrvaniyê kirine. Guman tune ye ku hêz di yekîtiyê de ye û berovajî vê yekê di dîroka mirovahiyê de tu carî nehatiye selmandin. Niha xelk li ser parzemîn, welat û neteweyên cuda hatine dabeşkirin û berî her tiştî pêwîstiya her welat û neteweyekê bi yekîtiya navxweyî û pişt re bi hevalbend û dostan heye ji bo ku xwe ji dijmin û dijberên xwe biparêze. Di dirêjahiya dîrokê de dijminan hewl dane ku yekitiya dijberên xwe bişkînin û di navbera wan de pevçûn û têkçûnan çê bikin.

Li vir em dê li ser mijara yekitiya pratîkî ya opozîsyona Îranê bisekinin. Li Îranê yasa heye û hêz jî di yekbûn û hevgirtîbûnê de ye. Mixabin di vê dema hestyar de ji bilî belavbûn û dijheviya dijberên rejîmê tiştek din nayê dîtin. Rast e her kes, kom û partî basa yekîtiyê dike, lê çima yekîtî bûye wek mirov û siya wê û mirov her diçe û nagihe sîbera xwe? Ji bo ku em bi hûrî li vê pirsê binêrin û li sedeman bigerin, divê em bizanibin ku opozîsyona niha ya rêjîmê kî ye û her yek ji wan xwedî çi taybetmendiyekê ye. Opozîsyona Îranê bi giştî dikare li ser çend koman were dabeşkirin:

Partî û Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê:

Ev rêxistin xwedî dîrokeke têkoşînê ne û di nava gelê xwe de cih digirin û li Kurdistanê xwedî erkên rêxistinî û endam û alîgirên xwe yên veşartî ne. Eva ji bilî hejmareke mezin ji endam û alîgirên diyar ên li derveyî welat wate dervey Îranê ye ku piraniya wan bi rêya partiyên xwe amade ne ku ji bo armanca netewî qurbanî bibin û tekoşînê bikin. Di pêvajoya Serhildana Jînayê de bi rêberî û banga Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Rojhilat bi bandor bûn. Tevî ku Navend ji hemû aliyan pêk nayê, lê partiyên kevnar ên Kurdan li xwe digire. Lewma jî gelên Îranê bi potansiyela xurt a Kurdan hesiyan. Rewşa niha xuya dike ku pêwîst e Navenda Hevkariyê bê xurtkirin.

Partî û rêxistinên neteweyên din ên Îranê:

Tirk, Ereb û Belûç jî xwedî rêxistinên siyasî ne û heya astekê hem bi hêz û hem jî çalak in. Ji xwe xuya ye ku Tirk ji ber sedemekê û yên Belûç jî ji ber sedemeke din xwedî taybetmendiyên xwe ne, ji aliyekê ve Tirk şîe ne û wek sunniyan cudahiya olî nabînin. Herwisa Tirk di bilindbûn û daketina aboriya welat de beşdar in. Ji ber hestên olî yên bihêz di nav Belûçan de, Mewlewiyên wir û bi taybetî kesayetiya Melewî Ebdulhemîd şûna partiyan girtin. Xutbeyên wî yên olî di nimêja înê de li bajarê Zahidanê û bajarên din ên Belûçistanê bûn sedema xwepêşandanan. Tevî van cudahiyan, potansiyela hevkarî û hevbendiyê di navbera van neteweyan de bihêz e û gelek xalên hevbeş di navbera wan de hene. Ji bo mînak di nav aliyên Kongreya Neteweyên Îrana Fêdêral, curek hevpeymaniyê heye.

Partiyên çep:

Ji bilî partiyên çep ên Kurd ku di nava gelê Kurd de xwedî helwest û bandoreke nisbî ne, partiyên din zêdetir xwe di kesayetiyê de dibînin. Eşkere ye ku ev hejmar xwedî paşxana têkoşînê ye, lê ji ber ku li navxweyî Kurdistanê nîn in û ji ber qutbûna pêwendiyên wan yên rasterast bi welat re, bandora wan kêm e, heta grevên karkeran jî li ser hesabê wan nayê nivîsandin, ji ber ku sendîka û karkerên navxweyî pêşengiya wan dikin. Mixabin opozisyona çep a Îranê ku li Ewropa û li deverên din dijî, di nava toreke îdeolojîk de asê maye û ew bi hev re jî hevkariyê nakin. Ji ber vê yekê daxwaz û hizra wan ji hêz û şiyanên wan zêdetir e, ku ew jî rêgir e li pêşiya pêkanîna hevpeymaniyan ligel aliyên din ên opozîsyonê.

Komarparêz:

Ew piranî hin kesatiyên dervey Îran ne, her çend carinan bi navên cuda tên cem hev, lê ji ber ku pozîsyona wan di hundirê welat de ne xurt e, di serhildanan de tu bandorek wan tune ye. Eşkere ye ku ew kesatî, mirovên welatparêz in û di têkoşîna siyasî de xwedî dîrok in, lê ev jî têra rewşa niha ya welat nake. Her çend hemû neteweyên Îranê û hejmareke mezin ji xelkên Îranê bi rastî komargir in, lê ti partî û rêxistinek ku bikare vê potansiyela bihêz bi kar bîne û tevgereke bi bandor di hundirê welat de bide destpêkirin, tune ye.

Mucahidîn:

Rêxistineke xurt, bi disîplîn û xwedî dîroka têkoşînê û mîratgirên bi deh hezaran şehîdan in. Lê di heman demê de, ew rêxistineke girtî û îdyolojîk in ku ji bilî xwe û şaxên wan kêm hevalbendên wê di nav dijberên rêjîmê de hene. Mucahidîn xwe wek altêrnatîva rêjîma paşvero ya Îranê dibînin û rijd in ku bi rêxistinên din re hevalbendiyê bikin, lê merca wan ev ku partî yan rêxistinên din serweriya Mucahidînê qebûl bikin. Ev bi salan e ku Mucshidînê, kesek weke serokê xwe yê hilbijartî ji bo Îranê destnîşan kiriye. Mucahidîn bi bedelên mezin hewl didin di nav parlementer û rayedarên welatên Ewropa û Amêrîkayê de lobiyê bikin. Ev bixwe ne xerab e, lê pirsgirêkên opozîsyonê çareser nake. Ji ber ji bo opozîsyonê, berjewendiyên hevpar girîng in. Niha em dibînin ku welatên ku baş bi reftarên rêjîmê, terorîstiya wê û reftarên wê yên li dijî mafên mirovan hesiya ne, têkiliyên xwe yên dîplomatîk,

bazirganî û siyasî bi wê re didomînin. Tenê tişta ku ew pê dihesin, pêşxistina çekên etomî ye, ku ew ji bo xwe û hevalbendên xwe weke metirsî dibînin. Mucahidînê têlêvîzyonek hinek bi hêz heye ku wê partiyê, ji rêxistinên din cuda dike lê ewqasî bandora wan di di pêvajoya şoreşa Jînayê de tune bû ku girevê li bajarekî bi rêkxistinî bike.

Şaxwazan:

Rêxistin ya jî çend hevalbend nîn in, lê kom û grupên cuda ne ku tişteke wan a hevpar heye: şoreşa 1979'an weke şaştî dibînin. Ew xwe mîratgirên padîşahiyê dihesibînin û dixwazin wê ji nû ve vejînin. Ew hemû alîgirên Riza Pehlewî ne, ku xwe weke mîratgirê rastîn ê padîşahiyê li Îranê pênase dikin. Lê derket holê ku ew ne siyasetmedarekî jêhatî bû, ne jî xwedî têkoşînek siyasî ya girîng bû, û tenê tişta ku wî şanazî pê dikir ev bû ku dibêje ew cîgir û kurê mezin ê şayê berê bû. Şoreşa Jînayê naveroka kesatiyên siyasî yên paşaxwaz eşkere kir, ku yek ji wan qebareya şiyanên siyasî yên Riza Pehlewî bû. Hinek ji alîgirên paşatiyê jî hene ku vê tiştê weke lawaziya Riza Pehlewî di warê siyasî de dihesibînin. Lê paşaxwazan ti kesekî din tune ye, ji ber vê yekê divê li pey wî biçin.

Paşaxwaz, Komarî û partiyên netewî yên gelê Îranê wek dijminên xwe dibînin. Herçiqas li ser rûyê erdê basa dêmokrasiyê dikin, lê Şoreşa Jînayê rûyê wan derxistiye holê û cewher û naveroka wan ji her kesî re eşkere bûye ku ji bilî xwe tu kesî qebûl nakin. Dema ku basa destûrê dikin, bi kiryarên xwe nîşan didin ku di vî warî de ne rast in û bi rastî jî hikûmeteke weke Riza Şah dixwazin. Ew li dijî mafên gelên pêkhateyên Îranê ne û di wê baweriyê de ne ku Îran yek netewe, yek al û yek ol e. Ew hemû neteweyan, bi taybetî jî Kurdan, weke cudaxwaz û dijminên yekparçeyiya welatê xwe dihesibînin. Loma jî şûrê xwe li hember neteweyan kişandine. Ji bîr kirine ku rêjîma niha û ya berê hin perçe ji Îranê veqetandine û gelên Îranê ew kar nekirine. Bi giştî li dijî Komarparêzan, Mucahidîn û çepgiran bi tundî dijkiryarên nîşan didin. Ji ber vê yekê ew ne tenê naxwazin bi wan re hevalbendiyê bikin, di heman demê de wan wekî "êrîşker yan dujminên" împaratoriya xwe dihesibînin. Hêz, şiyan û piştevaniya wan di nav Savakîyên berê û malbatên Şaperestan de ne ku piştî şoreşa gelên Îranê reviya ne derveyî welat. Heger em bêjin di hundirê welat de alîgirên wan nîn in, em ne rast dibêjin, ji ber rewşa baş a aborî û çend kanalên têlêvîzyonî û medyayî, kêm û zêde alîgir ji wan re bi dest xistine, lê dîsa jî hejmara wan bi lihemberdan ligel serhildêrên şoreşa Jînayê pir kêm e. Heger paşaxwaz bi rastî dêmokrat bûna û baweriya wan bi dêmokrasiyê hebûya, mafê wan bû ku wek partî û tevger bimeşiyana û helbet dê zêdetir bihatana qebûlkirin.

Di pêkhateya opozisyonê de, bi taybetî opozîsyona derve, her çendî mixabin bandoreke wan a kêm li ser bûyerên navxweyî heye, lê xwepêşandanên li derve di proseya şoreşa Jînayê de girîng bûn û weke faktereke erênî tê dîtin û nirxê wê dizanin. Ji aliyek din ve mixabin hinek opozisyonên derve bi taybetî paşaxwaz bûne sedema dualîtiyê. Wan ew yekrêziya ku di destpêka Şoreşa Jînayê de hate dîtin, jinav bir. Niha hevbendiyek di navbeta opozîsyona navxweyî û partiyên gelên bindest ên Îranê de tê hêvîkirin. Sendîkayên karkeran, civaka sivîl, xwendekar, tevgerên jinan, mamoste, hunermend û bi sedan çalakvan û rewşenbîrên ku niha di girtîgehên rêjîmê de bi tawanên bê guneh têne darezandin, şiyana yekrêziya bihêz hene. Mînaka vê hevpeymaniyê, manîfestoya daxwazên Îranê yên ji bo pêkhatina çîn û medenî ya serbixwe ye, ku pir dêmokratîk û berfireh e û divê piştgirî jê re bê kirin da ku bihêztir bibe. Xwediyên sereke yên Şoreşa Jînayê gelên bindest ên welat in.

Wek gotina dawiyê, merca serekî ya her yekgirtinekê ew e ku platforma yekgirtinê bi zelalî rêjîma piştî rûxandinê diyar bike, ne ku nêrîna şoreşê tenê hilweşîn e û bêje ewê piştî rûxandinê, rêjîma pêşerojê diyar bike. Ew heman şaştî ye ku di şoreşa 1957’an de hat kirin. Lewma divê ji niha ve sîstêma pêşerojê bê diyarkirin.