Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên 7 encumenên zanistî li derheq derxistina mamosteyan ji zanîngehan huşdarî dan

11:33 - 11 Îlon 2023

Derxistina mamosteyên zanîngehan û reftarên tundûtîj û ewlehî digel xwendekaran, roj bi roj tundtir û berfirehtir dibe û endamên 7 encumenên zanistî li Îranê, di vê derheqê de huşdarî dane.

Roja Yekşemî 19ê Xermananê, endamên 7 encumenên zanistî bi belavkirina daxuyaniyekê li jêr navê “bi fermandan û gefxwarinan sînorên rastiyan nayêne diyarîkirin” li derheq derxistina berfireh a mamosteyên zanîngehan li ser kar û reftarên ewlehî digel xwendekaran huşdarî dane.

Di vê daxuyaniyê de huşdarî hatiye dan ku jinavçûna navenda zanistî bi şêweyekî hêdî hêdî û niha bi lezgînî, neşiyana karest a birêveberiya rejîmê zêdetir dike”.

Herwisa di daxuyaniya wan 7 navendên zanîstî de hatiye: “Eger xurafat û baweriyên sexte belav bibin û zanîngeh bibe kilûbeke siyasî yan jî wek cihê belavkirina puanan bi ser kesên wefadarên sîstema siyasî de were dîtin, encam dê ne tiştekî din be ji xeynî zêdebûna bêhêvîtî û newekhevî, kêmbûna şiyana mirovên civakê û di dawiyê de jî lawazbûna welat dê hebe”.

Di van rojan de civaka zanistî ya Îranê rûbirûyê diyardeya derkirina berfireh û reftara ewlehî bi xwendekaran re bûye. Kiryarên wiha ji her tiştî zêdetir li ser serxwebûn û şiyana saziya zanîngehê dibe gef û di dawiyê de jî derfeta geşepêdana zanistî ya welat dixe metirsiyê, ku ev yeka demkî nîne, lê xuya dike ku di temamkirina pêvajoyekê de ye ku armancên wê, kontrolkirina tevaya saziya zanistê ji aliyê navendên desthilatdar ve û guherîna pêkhate û rola zanîngehê û pêkhateyên perwerdeyî, lêkolînî û medenî yên wê saziyê ye.