Dr. Majid Hakki
Apartayd ( Apartheid ) li mêzegeha ferhanga peyvan tê wateya veqetandinê, ku di siyasetê de jî heman wateyê dide. Apartayd bi piranî bo welatê Afrîqaya Bașûri li ber cîbicîkirina siyaseta nîjadperestiyê dijî reșpêstan ku bi awayekî dewletî, sîstematîk û yasayî bi rê ve diço dihat gotin.
Encama vê cudahiya nijadperest despêkirina tevgera dij-apartaydê bû, ku di dawiyê de bû sedema serbestberdana xebatkarê azadiyê yê hevzayend “Nelson Mandela” piştî 27 salan di zindanê de di sala 1990 de, piştî çend salan tekoşîna li dijî rejîma Apartayd. “Nelson Mandela” heta sala 1999’an weke serokê Afrîqaya Başûr hate hilbijartin û bû sembola têkoşîna li dijî nîjadperestî û azadiyê û di 5’ê Kanûna 2013 de jiyana xwe ji dest da.
Heman siyaset û kiryara li Îranê jî li dijî netewa Kurd û netewên bindest tê meşandin. Lê belê ev rastî ji bo cîhana rojava û belkî ji bo gelek Îraniyên ku ji neteweya serdest in, nayê dîtin. Apartayd bêhtir bi navê “nijadperestî” tê naskirin, lê di Komara Îslamî ya Îranê de, apartayd kirasekî dewletî, sîstematîk, yasayî û olî kiriye ber xwe.
Em behsa apartaydê li Îranê dikin, ji ber ku piraniya cudahiyan li Îranê hem li ser esasê destûr û hem jî qanûnên ku ji aliyê Meclisa Şêwra Îslamî ve hatine derxistin û biryarên dewletê ne. Di rastiyê de cudakarî li Îranê qanûnî û bi organîze ye.
Apartayd di Komara Îslamî de bi destûra bingehîn a welat dest pê dike. Komara Îslamî komarek olî ye ku dînê wê Îslam e, li gor maddeya 13 ya qanûna bingehîn a Îranê, ola fermî ya wî welatî de 12 îmamiyê Şîe ye. Bi gotineke din, li Îranê di bin desthilata rejîma Îslamî de tiştek bi navê mirov nîne, çawa ku li Afrîqaya Başûr ne “mirov” bûn xwediyê mafan, lê “nijad” û “spî” xwediyê hemû mafan bûn.
Apartayd di qanûnên Komara Îslamî de eşkere ye:
Dewleta Îranê endama gelek konvansiyon û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e ku bi awayekî xwezayî divê ji aliyê qanûnî ve girêbide û cîbicî bike. Beşek ji van peymanan di serdema rejîma berê de û hinek jî piştî deselata Komara Îslamî de hatine vajo kirin û erêkirin. Îran endama peymanên navneteweyî yên mafên mirovan, bi taybetî Peymannameya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (Daxuyaniya gerdûnî ya mafên mirovan, û peymana navneteweyî ya mafên medenî, siyasî, aborî, civakî û çandî) ye Divê qanûnên Îranê di çarçoveya van peymanan de bên darêtin. Lê ji dema damezrandina rejîmê ve, hem destûr û hem jî yasayên din ên rejîmê berevajî naveroka peymanên navdewletî ne. Eva li halekê ye ku rejîma berê ew peymanên hanê bê şert û merc qebûl kiribûn û Komara Îslamî jî ji dema damezrandina xwe ve ji van peymanan venekişiya û neçar e naveroka van peymanan cîbicî bike.
Destûra Îranê destûreke “îdeolojîik û îslamî” ye, yanî li ser bingehê îdeolojîkê ye, hemû xalên destûr û yasayên Îranê li ser vê bingehê tên șopandin. Bi gotineke din, li gorî yasayên Îranê, kesên ku wek mînak, girêdayî bi îdeolojiya wan nîne, şîeyên 12 îmamî ne û baweriya wan bi desthilata mutleq nîne, hemwelatiyê Îranê nayên hesibandin û ji hemû mafên welatîbûnê bêpar in. Destûra îranê ne tenê bûye sedema cudakarî û apartayda sîstematîk li dijî jinan, ol û mezhebên din, neteweyên bindest û kêmîneyên olî, belkî bûye sedema nakokiyan di navbera saziyên curbicur ên rejîmê de, ji ber ku her aliyek têgihîştina xwe li ser ol heye. Girîngtirîn navenda ku mafê şirovekirina destûr û yasayên Komara Îslamiya Îranê heye “Șêwra parêzvaniyê” (Șûray Nîgehban)e ku biryarder û rêvebirên wê ji aliyê Xamineyî ve têne destnîşankirin.
Naveroka qanûna bingehîn a Îranê apartayde e, ku tê wateya cudakirina hevwelatiyên nav welatekê de. Divê hemû berpirsên Komara Îslamî ji binî ve heya serî şîe bin û baweriya xwe bi wîlayeta mutleqe feqîh anku Xameneyî bînin. Komên olî yên din jî di nav de Sunnî û Şîe jî ku baweriya wan bi dewleta hiqûqî nîne, nikarin beşdarî proseya rêvebirina welat bibin.
Li gorî beșa çarem a destûra bingehîn a Îranê, divê hemû qanûnên welêt li ser esas û pîvanên îslamî bin, ewa jî bi wê wateyêye ku gorî beșa (12) destûrê bingehên hemû yasayan li ser esasa șîe a “Ceiferî esna Eșerî” wate 12 îmamî bihên pejirandin.
Artêş û Muhafizên Şoreşê yên Komara Îslamî ya Îranê hêzên çekdar û îdolojîk in. Yanî erkê artêşê ne tenê parastina sînorên welêt e, di heman demê de tepisandina “dijminên Xwedê û Îslamê” ye jî. Li gorî destûra bingehîn a Îranê, artêş û sipaha pasdaran li gorî ayeta Qurana pîroz: “hemû hêz û șiyana xwe ji bo neyarên xwe û Xwedê bikar bibin” erkidarin ku neyarên Xwedê ji nav biben. Li 19ê tîrmeha 1979 (19.8.1979) Ayetollah Xumeynî li dijî neteweya Kurd fermana cîhadê da û ew wek kafir û dijminê Xwedê bi nav kir. Di wî warî de Dijminatiya Komara Îslamî ya Îranê ne tenê li ser fermanên cîhada Xumeynî û Welî yê Feqîh e, ku deshilat û fermanên wan ji yasayan bilindtir in, belkî li ser esasê deshilatdariya “Welayeta motleqeye feqîh” dujminkariyek sîstimatîk û ser bingeha qanûna bingehîne rejîmêye.
Li gorî qanûna bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, sîstema dadweriya Îranê li ser bingeha rêgirtin li holê derketina ummeta îslamî hatiye ava kirin. Li gorî vê yekê, hemû girtin, îşkence, kuştin û heta kuştina dijberên rejîmê, bi taybetî çalakvanên Kurdistanê, weke beşeke ji paqijkirina umeta îslamî tê dîtin.
Apartayda abûrî
Li gorî xala 13 ya beșa (3)a qanûna bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, erkê dewletê ew e ku “ji bo avakirina refahê, jinavbirina xizaniyê û jinavbirina her cure bêpariyê, aboriyeke saxlem û dadperwe, pêșveçûna bingehên tendurustiya giștî li gor prensîbên îslamî dîzayn bike”.
Komara Îslamî ya Îranê berawajîya wê xala destûra bingehîn a xwe, bi awayekî sîstematîk cudakariya aborî li dijî Kurdistanê û netewên din ên bindest, ji wan Belûçistanê, pêk tîne. Li gor amarên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê di sala 2021 de, rêjeya hejariyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê piştî Sîstan û Belûçistanê ji asta Îranê zêdetir e. Rêjeya nawîne xizaniyê li Iranêde 31,4 % e. Li Sîstan û Belûçistanê rêjeya hejariyê 62% bûye, li parêzgehên Kurdistanê yên Îlam, Kirmaşan, Sana û Urmiyê jî rêjeya hejariyê 42% bûye. Heman hejmar ji bo waliyên farisîaxêv jî ji sedî 17,3% bû. Wek mînak rêjeya xizaniyê li Tehranê 19% û li Semnan û Yezdê 17% û 16% bû.
Zêdebûna sîstematîk a dabeşkirina hejariyê li parêzgehên Kurdistan û Sîstan û Belûçistanê tevî hebûna çavkaniyên binerd û civakek ciwan û xwenda ji ber çend armancan e:
Yekem: Komara Îslamî bi dabeşkirina hejariyê di nava Kurdistanê de dixwaze ciwan û hêza karker a Kurd neçar bike ku ber bi nawenda Îranê ve biçin û bi wî awayî Kurdistanê ji hêza kar, ciwanî û dînamîkên ku dikare bibe sedema geşbûna herêmê bêpar bike. Ji aliyek din ve rejîma Îranê bi awayeke piratîkî rê li ber sermayerazandinê li Kurdistanê girtiye û bi awayeke nediyar qedexeya sermayerazandinê li Kurdistanê de sepandiye û ji ber vê yekê jî baştirîn berhemhêner û sermayedarên Kurdistanê derketine derveyê Kurdistanê bo mînak li Tehran, herêmên dine pîșesazî yên îranê sermaya xwe razandine.
Duyem: Valakirina Kurdistanê û koçkirina ber bi Îranê, pilana asîmîlasyona sîstematîk a dewletê ya li dijî ziman û çanda Kurdî di pêvajoyek di navbera nifşan de dê bête cîbicîkirin û hesta kurdayetiyê ya xortên Kurdan bê tepisandin û pêvajoya fariskirina gelê kurd bi lez bête cîbicîkirin. Ewa jî șiklek ji paqijkirina netewî jêre tê gotin.
Sêyem, bi valakirina Kurdistanê ji xortan, temenê navînî li Kurdistanê dê zêde bibe û nifşek ku li berxwe bide û têkoşîna neteweyî û rizgariya Kurdistanê bimeşîne û pilana yek netewe, yek çand, yek ziman û yek alî li serdema rejîma Pehlewî de hatiye dariștin bi awayek sîstimatîk û bi jenosayda nerim tê cîbicîkirin.
Kesên ku naxwazin Kurdistanê Terik bikin, neçar dimînin ku dest bi karên ku ji bo wan nehatine xwendin, bikin, bi rastî jî ciwan û malbat hest dikin ku piştî temenek berhemanîna perwerdehiyê jiyana xwe winda kiriye.
Ev yêke jî dibe sedem ku rêjeya nexweşiyên derûnî û xwekuştinê di nav Kurdan de ji deverên din ên Îranê zêdetir bibe. Kesên ku berê xwe didin karê dijwar û xeternak kolberiyê diken, ji bo pêdiviyên aborî yên malbatên xwe bi cih bînin, neçar dimînin jiyana xwe bixin xeterê. Tê texmînkirin ku rojane yek heta sê kolberên Kurd ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin. Ev jî ji bilî amarên wan kesaneye ku li zivistanê de dikevin bin reniyan an ber sermayê jiyana xwe ji dest didin an seqet dibin. Li wê amarêde hesaba kelûpelên ji nav çûye kolberan û kuștina hesp û dewarên wana berçav nehatiye kirin ku buhaya wê xwe li sedan milyon tûmenên Îranê dide.
Berhema giștî ya Navxweyî (GDP) pîvanek bi bandor a asta refahê û belavkirina ewlehiya aborî û civakî di nav civakê de ye. Her ku asta GDP zêde dibe, tê pêşbînîkirin ku asta refaha gel jî zêde bibe. Zêdekirina GDP yek ji armancên herî girîng ên siyaseta welatan tê hesibandin. Bi danberheva asta navencî ya GDP li Îranê, parêzgehên Fars û parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, tê dîtin ku siyaset û stratejiya giştî ya dewletê ew e ku xelkê hejar bike û rê nede mezinbûna berhema navxweyî li Kurdistanê. Li gor lêkolînên zanîngeha Tehranê, di sala 2023 de, asta navincî ya berhema navxwe ya parêzgehên Kurdistanê tenê ji 1,388 % bûye, di heman demê de ku parêzgehên Farisî bi rêjeya ji 13,593 % û rêjeya niştimanî jî ji 3,225 % bûye. Yanî dahata navxwe ya Kurdistanê nîvê naverastiya neteweyî bû. Berawirdî hilberîna neftê ya ku li seranserê welêt nayê belavkirin nayê hesibandin. Lêkolîna zanîngeha Tehranê îsbat dike ku koçberiya ji parêzgehên neteweyên bindest, di nav wan de Kurdistan û Belûçistan, ber bi “navendê” ve çavkaniyek din a mezinbûna GDP ye. Ev lêkolîn jî nîşan dide ku Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî sîstematîk hewl daye ku potansiyela aborî ya Kurdistanê ji nav bibe û nehêle ku geşepêdana wekhev û berdewam bi dest bixe û potansiyela wê ya aborî ji bo bexteweriya xelkê bê bikaranîn.
Beșa 9 a destûra bingehîn a Îranê, bi navê parastina yekparçeyiya xaka Îranê, di pratîkê de behsa mafên netewî yên neteweyên Îranê bi tewawî qedexe dike. Yasaya cezayê ya Îranê ( yasaya cezaya tawanên piropagendeya nejadi pejirandî li 1356.4.30) axaftin li ser cudahiya olî, nijadî û etnîkî qedexe dike û yasaya çapemeniyê jî axaftin li ser cudahiyên etnîkî û zordestiya civakî û etnîkî qedexe dike ku "Yekparçebûna Axa" welat li ser welat ferz dike. Ji ber vê yekê zilm û zordariya netewî li Îranê bi pêvajoyeke yasayî tê kirin û mafê kesî nîne ku li dijî vê yekê derkeve. Ji ber ku dijayetiya van zulm û zordariyên han tê wateya metirsiya “ewlehiya netewî” (yasaya hudûd û qesas) û “yekparçetiya axa” welat (maddeya 9 a qanûna bingehîn a Komara Îslamî).
Apartayda zimanî
Apartayde sîstematîk a Komara Îslamî ya Îranê jî li dijî ziman û nasnameya neteweyî ya gelê kurd tê dîtin: Navên kurdî bi giştî li Îranê nayên tomarkirin yan jî eger hatine tomarkirin, divê navekî erebî (îslamî) li gel wan hebe. Di sala 2019 de bûdceya edebiyata farisî li Îranê 26 milyar tûmen Îranê bû. Dewletê ji bo her peyveke farisî 11 milyon tûmenên îranî xerc kir. Zimanên din ên erdnîgariya siyasî ya Îranê, wek Tirkiya Azerî, Kurdî, Tirkmenî, Gilakî, Erebî, Belûçî û yên din, ne tenê budçe negirtine (berevajî xala 13 a Destûra Bingehîn a Îranê), belkî ew kesên li ser hesaba xwe û bi awayê dilxwaz xebat kirin ji bo pêșveçûna zimanê xwe yê dayikê dihatin girtin û zîndanî kirin. Wê gavê jî hejmareke zêde ji çalakvanên zimanê Kurdî, Tirkî, Gîlek û Belûçî di girtîgehên rejîma Îslamiya Îranê de ne û bi tawana cudahî xwazî, seperatîzm û pêşxistina “nijadperestiyê” di Îranê de hatine mehkûmkirin. Zara Muhammedî mînaka herî naskirî ya vê yekê ye ku 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birî. Di sala 2022´an de, bûdceya dewletê ji bo geşepêdana zimanê farisî li cîhana mecazî û vîrçûal, 653 milyon tûmenê Îranê bû, di heman demê de rejîma Komara Îslamî rê li ber avabûn û geşepêdana zimanên din bi taybetî zimanê Kurdî di cîhana virtual de digire.
Apartayda siyasî
Bikaranîna șîdet û tundiyê li dijî civakê diyardeyeke din a pêvajoya apartheidê ya li dijî neteweya kurd e. Li gotara terorismza saykolojîk (Agirî hejmara 455) de li ser tundûtî û șîdeta derûniya rejîma Îranê diji neteweya Kurd hat gotin. Bi kurtî, tenê di dema Şoreşa Jin Jiyan Azadiyê de, piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, 56% kuștiyên xwepêşandanan li Kurdistan û Belûçistanê bûn. Li gor amaran zêdetir ji 70% ji girtiyên siyasî yên bidarvekirî Kurd in û zêdetirî 50% ji girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in. Kurd tenê 14%ê nifûsa Îranê pêk tînin.
Kovara (faslnamêye motaleatê stratêjîk) a Zanîngeha Leşkerî ya “Parastina Neteweyî”, zêdebûna nifûsa Sunne (yanî neteweyên ku ne farsin) wekî xetereya ewlehiyê bi nav kir. Di vê derbarê de rejîma Îslamiya Îranê hewl daye ku li deverên weke Rojhilatê Kurdistanê û Sîstanî û Belûçistanêrêjeyên mirin, xwe kuștin, juștinên di rêye qezayên tirafîkê û kuștian kolber û “sûxtberan” rê li ber zêdebûna nifûsa van neteweyan bigire.
Li gor lêkolînên Rêveberiya Lêkolînên Wezareta Tendirustiyê, asta nexweşiya penceşêrê (qenser) a dil, mîde û rûvî bi taybetî mîde û mîdeyê li parêzgehên Kurdistanê ji tevahiya Îranê zêdetir e. Li gel ku dermankirina vê penceşêrê li Kurdistanê eger ne namimkûn be, gelekî zehmet e û nexweş neçar in koçî bajarên Tehran û Îsfehanê bikin. Sedema sereke ya vê penceşêrê zextên aborî û siyasî û di encamê de belavkirina sîstematîk a dermanan di nav gelê Kurd de ye.
Apartayda yasayî dijî kêmaniyan li Iranê
Ji bilî van tiştên ku li jor hatin daliqandin, Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê bi van awayan apartheidê siyasî û sîstematîk bi cih tîne: Cudakirina di navbera misilman û nemisilmanan (Mînak: Xiristiyan, Cihû, Zerdeştî, Yarsnaî, Behayî û ateîst), Cudahiya navbera șîyeyan û mezhebên dine îslamê, cudahiya nav bera șîeyên 12 îmamî bi mirevên xwe û yên din, cudahiya nav bera jin û ziam û cudahiya nav bera jin û zilamên n musulman û jin û zilamên ne musulman û ....
Îdyolojiya paqijkirina nasnameyan ji bilî nasnameya fermî ya ku Komara Îslamî ya Îranê û desthilatdariya pêşiyê wê kirine hedefa xwe, bi awayekî sîstematîk û rewa tê meşandin, heman siyaseta ku li Afrîkaya Başûr û Afrîkaya Başûr li dijî reşikan dihat meşandin. Hemû yasayên pêwendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê berevajî peyman û daxûyaniyên mafên mirovan in ku Îran li ser wan îmze kiriye û divê bi awayekî yasayî pêbend bin. Îranê hewl daye ku ji bo yasayên xwe hincetên “olî” û “șeriî” peyda bike û bi vî awayî apartaydê bike tevgereke olî û beşek ji “cîhada îslamîkirina” neteweya kurd. Dema ku serokê rejîmekê fermana cîhadê li dijî neteweyekê dide, tê wateya derxistina wî miletî ji Îslamê û erkê umeta îslamî ye ku yan wî miletî ji ser rûyê erdê paqij bike yan jî bi darê zorê misilman bike.