Elî Munezemî
Alav û amûrên rejîmên totalîtar bi giştî û yên komara Îslamî a Îranê bi xasmanî di hember her dijbereke navxweyî an derekî, teror e. Rejîma Îslamî a Îranê derheq wê yekê, serî li hemû sîstemên totalîtar li dirêjahîya dîrokê de, standîye û li wê meydanê de pêşengê wan e. Ev gotina han ji xwe ve nayê gotin û li ser bingeha sedem û delîlên objektîf dikarin werin îspat kirin:
1. Her sîstemek totatîter û xwedîyê îdeolojiyeke resmî ye û çaverêyê hindê ye ku her kes wê bipejirîne.
2. Partiyek yan komeke elît ya yekane, bi hiyerarşîk avakirî ku serdest e yan jî bi burokrasiya dewletê re têkildar e.
3. Xwediyê sîstemeke terorê û sîxurîyê bo kontrolê li rêka polîsê nepenî ve ye.
4. Kontrolek bi temamî li ser medîya û ragihandinên giştî de hene.
5. Kontrolek bi temamî li ser çek û hêzên çekdar de hene.
6. Birêveberîyek navendî yan kontrol li ser hemû aborîyê de hene.
Totalîtarîzma Sîstema Komara Îslamî a Îranê li herdu cinayetên derheq Jîna Emînî û Armîta Geravend de kirinî, bi rohnî xwe nîşan didin û ne hewceyê tiştek din e. Ji ber ku:
1. Li ber îdeolojîya îslamî a xumeynîstî, rejîmê çavnihêrî heye ku hemû keç û jin, hicaba xwe miqeyet bin û eger tayek ji pora serê keçekê yan jinekê bê xûya kirin, yê textê Yezdan û Xwedêyê Îslama Xumeynî biheje û yê qiyamet rabe.
2. Ew rejîma ji aliyê komek elîtên neteweya serdest û melayên Welayeta feqîhî ve birêve diçe û wisa dest danîne ser sîstema birêveberiya hikûmetê ku li serî heya binî, merivên di sîstema welayetê feqîh de helîyayî cih girtine. Li ber hindê jî gava mohreyek rejîmê tûşî encamdana cinayetekê dibe, li serî heya xwarê li hember de erkdar dizanin ku nehêlin çi alîyeke wê cinayetê were xûya kirin û hemû alîyek cehd dikin bo veşartina wê.
3. Rejîm xwediyê sîstemeke raçandî a teror û çavdêrîyê ye ku karbidestên wê li encama çi cinayetekê hember dijber yan ewên ku goreyî nirx û pirensîpên rejîmê tev nagerin, xwe naparêzin. Xêncî wê sîstema sîxurî-cinayetkarî, ew karmend û hemû mohreyên xwe jî li qirax wan de, perwerde dikin ku ew jî wek guh û cîbecîkarên sîyaset û bernameyên rejîmê xwe berpirsiyar bizanin û hazirîya wan bo encamdana her cinayetekê hebe. Rêjîm navê wan jî bi «Fermankerê qencî û nehiştina ji neqenciyê» nav lê kiriye. Ewa ku hindik kes li kolanan, parkan an rawestgehên metroyên nav bajaran de hêriş dikin ser keç û jinan û li wan dixin, bêhurmetîyê bi wan dikin, digrin yan heta bi lêdanê wan dikujin û gelek cinayetên din, li wê yekê ve serî hildide ku rejîma Îranê hemû pêkhateya xwe bo terorîzmê perwerde kiriye û her karmend yan birêveberek wê xêncî erk û vezîfeyên xwe yên fermî, erka xwe dizane ku li her cihekê bi xwe hecve bizane, wek kesek terorîst jî derkeve hember xelkê yan neyarên hikûmetê.
4. Rejîma Îslamî a Xumeynîstî her li destpêka desthilatdariya xwe ve cehd kir ku dest dane ser ragihandinên giştî û dijî wan kesan e ku cehd dikin berevajî çavnihêrîya rejîmê, nûçe û rastîyên derheq civakê parve bikin. Çi li serdem şehîdbûna Jîna Emînî de û çi jî di wan çend rojên derbazbûyî de ku ev qeza anîne serê Armîta Geravend û ev cinayet afirandin, rojnamevanên ku derheq wan cinayetan tişt bilav kirin yan dixwastin zaniyariyan dest bixin, ketin ber xezeba rejîmê. Ev qet naxwazin ku rastiyek xêncî ewa ku ev bi rast dizanin, were bilav kirin û ber hindê jî ev sîstema totalîtar dixwaze bi hemû awayekê dest dane ser emrazên ragihandinê.
5. Rejîma terorîstî li rêya Spaha Pasdaran û hêzên xwe yên dinêye çekdar ve, dest li ser hemû çekan de girtiye û hêzên çekdar li rêya merema xwe de bikar dîne û dixwaze bi rêya wan ve jî hem neyarên xwe li derve û hem jî hundir de bitirsîne û stûnên desthilatdarîya xwe qahîmtir bike. Li dema serhildan û şoreşa Jîna yê de, her ewan hêzên çekdar li dijî xelkê cinayet afirandin û bi sedan kes kuştin yan girtin û di girtîgehan de şikence û destdirêjî kirin ser wan.
6. Sîstema aborî jî di bin destê rejîmê û bi xasmanî berpirsyarên hêzên çekddarî-terorîstî ên Spaha Pasdaran û binke û saziyên ser bi rêberê rejîmê de ne. Dema ku ev dixwazin xelkê bêdeng bikin, ewê sîstema aborî jî wek parek li sîstema xwe ya cinayetkare totalîtarîstî bikar tînin û bi birsî kirina xelkê cehd dikin ku wan bişkênin û bêdeng bikin.
Lê xêncî ew tiştên ku li serve de me bas lê kir, Sîstema totalîtara Îslamî a Îranê li ber hizr û zêhnîyeta xwe, rejîmek totalîtar e bi wî rengî dijberîya merivahiyê dike.
Birêveberê wê rejîmê jêvene ku ewan nusxe û reçeteyek dîtine ku bi wê yê civak bigihîje gupika kemalê û yê civakek herî îdeal pêk were. Li ber hindê jî dijayetîya hemû şêwe û hizr û ramanên din dikin. Ev qet li xwe napirsin ku eger sîstemek bi derketina hindik pora serê jinekê îdealên xwe winda bike û biherife, gelo ev civak çend dikare xwe li hember xeterên mezintir rabigre!? Eger karbidestên rejîmê di heyamê nêzîk 45 salan li desthilatdariya xwe de hêşta nekarîbin îdealên xwe li civaka bin destê xwe de cêgîr bikin, dê çawa bikarin bi rêya hinartina şoreşê wan îdealan di ser civakên din de bisepînin!? Helbet şandina şoreşê bo civakên dîn, kar û erkê sîstemên totalîtar e. Nekû eger sîstem totalîtar û dijî merivahiyê neba, ma kî dikare hinde hizrên şaş hebin!?
Ev xwe bi tinê xwediyê rastîyê dizanin û xêncî rastîya xwe, çi rastîyek din qebûl nakin û napejirînin. Bo wan rastî her ev e ku rêberên wan bas dikin. Lê naxwazin qebûl bikin ku rastî bi goreyî demê û rastîyên serdem tên guhertin. Rastîya îro, nikare bo sibê jî rast be. Li ber ku civak tê guhertin û nifş tên guhertin. Jîna û Armîta li ber ku rastîya ku wan baverî pê hebû û ewa rejîmê baverî pê heye, li hev cuda ne, ketin ber xezeba mîrê wan yê xezebê û celadên merivan. Ev yek tinê li sîstemekeke totalîtar de dikare pêk were.
Em dikarin bi dehan sedem û bersivên din jî rêz bikin. Lê her hinde bese bo nîşandana rûyê wê rejîma dije însanî a Xumeynîstî. Yê merivahî li ser nemerivahiyê de serkeve û ev roj jî ne dûr e.