N. Elî Munezemî
Îbrahîm Reîsî yê tawankar û serkomrê rejîma kevneperest, otorîtera serdema sedsalên navîn, dîktator, reşker, kaotîk, terorîst, derevker, hîlebaz, dijî aşitî û azadîyê- anku rejîma dijî merivahiya Îslamî a Îranê- di rêkevta 2ê çirriya paşîn a 2023an a zayînî de, serdana parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê de kir. Ev serdana li dema niha de ku Îran kevtiye ber gefa xelkê li hundir û li ber gefa Îrasîl bi sedema şerê Îsraîl û Hemasê, girîngiyek xasmanî û taybet heye. Li ber ku Îran hertim çavê wê li ser Kurdistanê ye û Kurdistan di warê ewlekarî de hereşeyek mezin e li ser rejîma Îslamî a Îranê. Tawankar Reîsî û mediayên hikûmeta melayan derheq wê serdanê gelek tişt gotin ku meriv dikare armancên girîn yên Reîsî di wan xalan de bibîne:
1- Bi xelkê bidin qebûl kirin ku êdî şoreşa azadîxwazî û rizgarîker a hêz û hereketên kurdî nemaye.
2- Bide selimandin ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” jî armanca dijminan û xêrnexwazan bû û êdî ev jî hatiye fetisandin û xelas bûye.
3- Genc û lavên kurd bixapînin û dilê wan xweş bike û bikşîne bo aliyê rejîmê.
4- Carek din bêje xelkê ku eger Kurdistan heta niha pêş nekevtibe, li ber nebûna ewlehî û aramîyê bûye û li wir şûn de çavnihêrê pêşkevtina Kurdistanê bin.
5- Bi întelektuelê kurd bide selimandin ku ne hêjaye çavê wan li pêşkevtin û rewşa Başûr be. Tixûbên kultûrî nabe bibin gef û hereşe li ser desthilatdarî û dagîrkariya Îranê li Rojhilatê.
6- Bide selimandin ku girêdana aborî û peywendiyên parêzgeha Sinê bi bajarên din yên Îranê ve yê bibe sedemê pêşkevtinê.
7- Bide selimandin ku balafirgeha Seqizê, balafirgehel medenî e bo xizmet bi xelkê û girêdayî bi pîlanên leşkerî û dagîrkarî ve nîn e û dibe berfireh bikin.
Ewan armancên Reîsî û hemû armanc û pîlanên dagîrkeran dizivirin ser wê hindê ku ne ewan baverî bi kurdan heye û ne jî kurdan baverî bi dagîrkerên Îranî heye. Bes eger wisa ye, mirov dikare bi hêsanî hemû wan armancên tawankar Reîsî di xalekê de kurt bike ku ev jî ewaye ku bide selimandin Kurd û Kurdistan hindî hebin, nikarin xwe xelas bikin. Yanî armanc çandina tovê bêhêvîtîyê bû. Yanî eger kurd dev ji armanca azadî û rizgariyê berdin, rejîma Îranê dikare alîkar be bo ku Kurdistan wek parek li Îranê pêş bikeve. Tawankar Reîsî dixwaze ku kurd bi havêtin û dev berdan ji armanca xwe û li egera nemana armancê de, xwe azad hîs bikin. Gava armanc nebe, ti astengî jî li ser riya wê nînin. Li ber hindê jî mirov dikare xwe azad bihesibîne. Yanî eger kurd dev ji armanca azadiya xwe û Kurdistanê berdin û xwe Îranî hîs bikin, hingê ne hîs dikin ku ziman, çand, nasname û … ya wan qedexe ye, ne mafê wan yê çarenivîsê hatiye zeft kirin û ne jî li neteweya dagîrker kêmtir azad û serbest in. Li ber ku dibin parek ji neteweya dagîrker û di nava wan de dihelin.
Reîsî ewê armancê jî wek minetekê bi kurdan bike, bo wan zelal dike. Yanî piştî kêmrengbûna şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» û wê davîyê jî bi givaş xistina ser pêşmergeyên Kurdistanê, Reîsî dixwaze xwe wek generalek serkevtî û neteweya kurd jî wek hêzek şikestî bîde xûya. Lê rastî tiştek din e. Hem Reîsî û hem jî karbidestên Îranê baş agehdarin ku hêz û hereketa azadîxwazî di Rojhilata Kurdistanê de li hemû parên din yên Îranê bêhtir bi organîze û rêberî ye û xelkê kurd jî ji hemû neteweyek din bêhtir hazirîya wan hember rejîma Îranê de heye. Niha jî ku gef û şerê derekî jî derî li wan girtîye û îhtimala lêdana Îranê ji aliyê Îsraîlê ji her demekê zêdetir e, dixwazin kurdan hem li bêhêvîtiyê de bihêlin û hem jî nasname û şonasxwaziya wan lawaz û jar bikin û bi girêdana wan bi Îraniyan ve, carek din li derkevtina her egerekê de, kurd nekaribin xwe rizgar bikin.
Bo ku rejîm bikaribe li wan pîlanên xwe de serkevtî be, Reîsî 2 girûpên sereke civandin ku ewan baştir bêxe xizmeta rejîmê: malbatên kuştiyên rejîmê û genc û xwendekarên nêzîk li rejîmê ku ev bi êlît navê wan dibe. Dixwaze ku ev êlît bi karê kultûrî, nirx û qîmetên rejîmê li Kurdistanê de bilav bikin û bi xurtkirina nirxên kultûrî yên rejîmê, nehêlin nirx û qîmetên kurdî yên bi xasma li parên din yên Kurdistanê şên û geş dibin, bêne nava Rojhilatê Kurdistanê. Li ber ku ev yeka dibe sedemê pêkve girêdana kurdan û Kurdistanê û çêbûna tehlîkeye bo rejîma melayan û dagîrkerên Îranê.
Rejîm bo evê ku bikare kurdan ji hev weqetîne û nehêle peywendiyên navbera kurdên Rojhilat bi hevre yan bi kurdên Başûr re xweş û xurt bibe, bas li kişandina xetê şemendeferê bo Sine û girêdana bajarê Sinê bi Hemedanê ve dike ku bi wî awayî bazirganî û peywendiya Kurdan bi Îraniyan re xurt be û kurd nekarin bibin xwediyê peywendî û aborîya hevpar. Ev pîlana bi dijî nasyonalîzma kurdî bi pîlan û bernameyên dem dirêj dikare xeterek mezin be li ser baverî û armancên me yên netewî.
Her çend ku kurdan bi giştî û xelkê neteweperwer û welathez yê parêzgeha Sinê baş li wan pîlan û fêlbaziya rejîmê agehdar in, lê dibe êlît û hêz û hereketên kurdî derheq vê yekê bêxem nebin.