Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bandora siyasî-civakiya Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li ser civaka Îranê

12:34 - 23 Kanûna pêşîn 2023

N. Hûmen Simko

Tevgerên ku piştgiriya mafên jinan û azadiya jinan dikin, bandoreke zêde û girîng li ser reftara rejîma Îranê li hember civakê de lîstine. Li wir çend sedemên vê bandorê hene:

1- Hişariya civakî

Tevgerên jinan li derheq ne-wekheviya zayendî û mafên jinan de hişyarî zêde kirin û vê yekê civak hişyartir û çavvekirîtir bi dîtina rastiyan kir. Li rojên ku rejîma Îranê hate ser kar, ji destpêka sala 1357 a Rojî, heta berî şoreşa “Jîna”yê, bi darê zorê û bi rêkarên nemirovane hewl da ku jinan li civakê de kontrol bike. Jin bona rizgarbûna ji hizrên mêrsalarî(Masculism) yên Îslamî û mercên giran ên hicaba bi zorê kevtine nav xirabtirîn rewş û mercan, ji aliyê dezgehên birêveberî yên rejîma Îslamî ve rastî bêrêziyên nemirovane û îşkenceyan hatine û mafên wan ên bingehîn ên mirovî, li civaka Îranê hatiye binpêkirin.

2- Lêkolînên navnetewî

Pirsgirêkên mafên jinan gelek caran bala navneteweyî bo aliyê xwe radikêşîne û bo çareserkirina pirsgirêkên mafên mirovan û wekheviya zayendî li ser asta cîhanê givaşê dixe ser rejîma Îranê. Bi vê sedemê ku li cîhana Rojavayî de û li destpêka sedsala 19an de mafên jinan wek yek ji mijarên micid û girîng li civaka wê demê de hate pejirandin ku pêşkeftina civakê girêdayî pêgeha rast û yasayî ya jinê ye. bo vê yekê jî nêrîna wan welatên demokrat li ser şoreşa niha ya “Jîna Emînî” li Îranê, bi hemû hêza xwe bi şêweyên cuda piştevaniya gelên Îranê kirine û hevdengê wan bûne û li dijî vê rejîma gendel sekinîne û li hemû cîhanê de li ser şeqaman piştgiriya xwe ragihandine. Lewma yek ji fakterên herî bibandor û bingehîn bo givaşxstina herî zêde li ser rejîma Îranê her ev piştevaniya hemaheng û bi rêxistinkirî ya van welatan li asta navnetewî, li tevgera şoreşvaniya xelkê Îranê bû.

3 - Bihêzkirin û cemawerîkirinê bi taybet a jinan li şoreşa “Jîna”yê

Jinên ku bi awayekî çalak beşdarî li tevgerên ji bo mafên xwe dibin, bûne hêzeke mezin ku li dijî rol û pîvanên zayendî yên kevneperestî derdikeve pêş. Wê hêzê bandor li ser nêrîn û hêviyên civakî jî kiriye. Yekitiya jinan li Îranê de li reftara digel rêkxistina “Emir bi Marûf û Nehî ez Munker” û rêxistinên besîciyan ên ser bi rejîma Îslamî li civakê de bûye sedema paşvekêşandin û tirsa berpirsên rejîmê ji vê yekrêzî û pêkvejiyana jinan. Jinên ku ji despêka şoreşa gelan li Îranê heta niha bi dijwartirîûn rewşê bûne qurbaniyên bihayên zayendiyên yên “Masculism” û pîvanên kevneperstî û hertim rastî nedadpewerî û binpêkirina mafên xwe yên bingehîn hatine, lê êdî niha ji hizrînê mêrsalarî yên Îslamî natirsin.

4- Guherîna hizra giştî

Çalakiya jinan alîkarî da guherina hizra giştî li hundirê Îranê, bi awayek ku xelkek zêdetir piştgirîya wekheviya zayendî û mafên jinan bikin. Yek ji bandorên herî girîng li şoreşa “Jîna Emînî” de, guherin û veguherina hizra giştî ya civakê li derheq mafên bajarwendî yên jinan weke pêkhînerê nîveya civakê bi rengekî erênî û stratejîk li xwe girt. Li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de mêr jî li gel jinan rijyane ser şeqaman û daxwaza guherina siyasetên dijejin li civaka Îranê de kirin û li vê rêyê de xwîna gelek ji ciwanên azadîxwaz bi vî awayî hate rijandin.

5 - Beşdariya ciwanan

Gelek ji ciwanên xelkê Îranê bi awayekî çalak piştgirîya mafên jinan dikin, û heşîmeta ciwan, ku beşeke herî girîng a heşîmeta Îranê ye li guherîna hizra civakî de bo guherina civakê li pirs û rolên zayendî de alîkariyê dike.

Li halekê de ku berteknîşandana rejîma Îranê ên wek serkut û reformên biçûk û sînordar li hember van tevgeran dikare cuda be, hewlên parêzerên mafên jinan li ser qewaredan bi gotar û bandorxistin bo ser dînamîkên civakî li Îranê berdewam in. Ciwanên ku azadiya gotin, raman, wekheviya zayendî û pêşketina civakê girêdayî bi azadiya jinê li civakê de dihesibînin ku ji ramanên rejîma Îslamî yên qirêj xilas bibin, mil bi milê jinan li civakê de rijyane ser şeqaman û mil bi mil bi wan re digel rejîma Îranê şer kirin. Yekitiya jin û mêran şûndanîn û karlêkeriyeke gelek micid li ser siyasetên cudaxwaz ên rejîmê li rûbirûbûn digel vê şoreşê de bi cî hişt. Teror û sama ku rejîm hertim jê direviya û bi siyasetên cudatîdanînê zayendî hewl dida li bêdengî û li jêr perdeyan bifetisîne, niha li şeqamên Îranê, şerê wê dike.

Tevgerên jinan herwisa bandor li ser axaftinên siyasî kirine û bo çaksazî û reformên yasayî û guherinên siyasî yên ku bingeha zayendî berçav digrin hewlê dide.