
Piştî leyîza Fûtbalê di navbera tîmên Hor Spora Urmiyê û Nefta Mescid Silêmanê de, ev çend rojeke ku hin hesasiyet hatine pêş û gelek sivkatî bi çand û nasname û dîroka gelê Kurd hatiye kirin.
Li dema leyîza Fûtbal Hor Spora Urmiyê de bi hezaran alîgirên wê tîmê û hogirên werzişêji keç û kurên Kurd bo handana Tîma xwe li Yarîgehê de ama de bûn û bi hawar û diruşên xwe wek bijî Kurd, bijî Urmiye, bi xweşî û şadî û bê kêşe leyîz bi dawî hat.
Lê her dem û dest hin kesên kirêgirtiyên rêjîmê û hin Azeriyên berçavteng li torên civakî de ewa tohîn û sivkatî be bi Kurdan û çand û nasname û dîrok û sembol û rêberên Kurdan kirin û rewşekî tehrîkatî çêkirin û bangeşe didan ku bo leyîza piştî hingê Azeriyê hemî bajaran û bi taybet Tewrêzê bêne Urmiyê bo cihaba Kurdan.
Roja derbasbûyî bi hezaran Azerî neyînku bo temaşekirina leyîzê, belkî tenê bo sivkatî û tohîn bi Kurdan komî stadyoma werzişî kirin.
Binêr û postêrên taybet çêkiribûn wêneya termê Rêberê netewa Kurd, Şehîd Simko li ser bû ku diruşmên dujminkarane li ser nivîsandibûn.
Diruşm bi dijî Kurdan didan, û bangî Erdoxan dikirin, digotin Hesenî tu kiderêyî bo Kurdan.
Bêguman ev kesên ku wan karan dikin, tenê hin kesên kîndare Azerî û kirêgirtiyên rêjîmê ne, bi armanca tevdanî û fitne çêkirinê wan karan dikin.
Gelê Kurd bi giştî û xelkê Urmiyê bi taybet tu caran, daxwaza mirna azeriyan nekirine, daxwaza derêxistina wan nekirine, înkara hebûna wan nekirine, diruşm nedan û bangî welatekî din nekirin ku bo kuştina Azeriyan bê alîkariya wan.
Lewra hewceye ku herduk gelên Kurd û Azerî ku mehkumî bi hevrejiyanê ne, berpirsane reftarê bikin ku rêjîm û kesên fitneçî bikrain fitnê çêbikin, bila em dersê ji dîrokê wergirin ku kesê me qazanc nekiriye û dema şer û tevdaniyê de te dujminê herduk netewane ku qazanc dike.