Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Zaniyariya Birîtaniya, huşdarî da parlemanterên xwe ku haj sîxurên rêjîma Îranê hebin

11:13 - 14 Çirriya pêşîn 2025

Saziya Zanyariyên Navxweyî ya Birîtaniyayê “MI5” roja Dûşemî 13ê Çiriya Pêşîn parlemantarên wî welatî haydar kirin ku hejmarek sîxurên dewletên Îran , Rûsiye û Çîn” mijîlê bi armancgirtina wan û hewldan bo bêhêzkirina dêmokrasiyê li Birîtaniyayê de ne.

Li vê derheqê de “Kên Mek Kalom”, serokê “MI5”ê daxwaz ji siyasetvan û karmendên wî welatî kir ku hay ji sîxuran hebîn ku renge bi rêya bacisatandin, êrîşên “Fîşîng”, çêkirina pêwendiyên kûr û demdirêj an alîkariyên malî bo bandorxistin bi ser biryardanên wan, li pey bidestveanîna zanyariyan bin.

Herwisa wî berpirsê “MI5”ê ragihand ku dema dewletên biyanî zanyariyên hestiyar ên Birîtaniyayê didizin an destêverdanê li pêvajoyên dêmokratîk de dikin, netenê li demên kurt de gef li ser ewlehiya me ye, belku binyata deshilta netewiya me bêhêz dike.