Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjma Îranê îtiraf bi qeyrana hejarî û birsîmana xelkê kir

11:11 - 14 Çirriya pêşîn 2025

Berdevka kabîneya rêjîmê ya bi navê “Fatime Muhaciranî” li bernameyeke zindî ya tilêvîzyonî de îtiraf kir ku hêla hejariyê li Îranê de gelek berfirehtir bûye û nayê înkarkirin.

Naveroka axiftina vê berdevka rêjîmê ev bû ku qatên hejar ên civakê bi sedema teweroma  zêde, rastî pirskirêka dabînkirina xwarina hewce hatine û bi taybet bo dayîk û zarokên jêr 5 saliyê, xwarina hewce dest nakeve.

Pêka raporên ku rêjîm hebxwe belav dike, teweroma ji qasê zêdetir ya li ser xwrinê li Îranê de, gihîştiye astekê ku êdî nanê şevê jî bi qer û qistî tê kirîn û xercê xwarina xelkê ji heqdesta kedkarekî jî gelek zêdetir bûye û malbat bo evê ku birsî nemînin, rû bi kirîna qistî ya berhemên şîr, pincar û heta hêkan  û nan kirine.

Li halekê de ku heqdesta kedkar li Îranê derdora 10 milyon Tumenî ye, malbatek 3 kesî neçar maye 2 qatî vê heqdestê, bo kirê û îcareya xanî xerc bike û bo xwarinek ku zindî bimîne zêdetir ji 12 milyon Tumen hewce ye û nirxa xwarinan pêka amarên rêjîmê bi berhevdanîn digel sala par 2.4 qat bilintir bûye.