Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li encama agirbesta li navbera Îsraîl û Hemasê de 20 barimte hatin azadkirin

11:18 - 14 Çirriya pêşîn 2025

Piştî agirbesta Xezê a di navbera Îsraîl û Hemasê de, bi navbendçîtiya Amerîka û çendîn welatên din, Hemasê 20 barimte azad kirin û herwisa termê 4 barimteyên ku hatibûne kuştin radestî Îsraîlê kirin, ev yek li halekê de ye ku termî 28 girtiyan pêka lihevkirinê dibiya Hemasê rasdetî Îsraîlê kiraba.

Îsraîlê daxwaz ji Hemasê kiriye ku termê 24 barimteyên din jî radestê Îsraîlê bike lê Hemasê ragihandiye ku ti zanyariyek li derheq cihê bi axspartina wan barimteyan de nîne.

Pêka ragihandinên Îsraîlî, egera vê yekê heye ku Hemasê bo peydanekirina termên wan barimteyan îdia kiriye ku cihê bi axspartina wan nizane û bi armanca çêkirina astengiyan li ser rêya peydakirina wan terman, cihê bi axspartina wan aşkera nake.

Îsraîlê derdora 2 hezar Felestînî li hember azadkirina wan barimteyan de azad kirine ku sedan endamên Hemasê jî li nav de hene.