Amarên fermî yên navneteweyî nîşan didin ku Îran li sala 2022 a Zayînî de heştemîn welatê herî rojreş ê cîhanê bûye, pêka lêkolînan û amarên sendoqa navneteweyî ya diraf, rojreşî li sala 2022`an de gihîştiye jimareya 57ê ya ku asta herî bilind a rojreşî li dîroka Îranê li wan 3 dehikên derbasbûyî de bûye.
balkêşandin bi ser datayên Sindoqa Navnetewî ya Dirav û Rêkxirava Cîhanî ya Kar, nîşan didin ku di heyama 2 dehikên derbasbûyî de, Îran di heyama 14 salan de yek ji 12 welatên serekî yên rêzbendiya rojreştirîn welatê cîhanê bûye.
Rêzbendiya rojreşî gelempera nirxa enfilasiyon û bêkariyê ye ku li sala 1970 a Zayînî de wek pêverek bo pîvana kirîzên aborî yên welatan tê bikaranîn.
Ev pîvera yek ji bikarhatitirîn îşareyên aboriya siyasî, bi pêvera kirîza bijîva jiyanê ye.
Hêjayê gotinê ye ku li sala 1388a Rojî de û li pêvajoya binav hilbijartin a li Îranê, berbijêrê serkomariya rejîmê “Muhsin Rizayî” li bernameyeke televîzyonî de bas ji vê pîverê kir û îtiraf bi vê yekê kir.
Li niha de û piştî derbasbûna 14 salan, datayên vê pîverê didin xuya ku rojreşî li Îranê de 2 qat zêde bûye.
Pêka gotina aborînasan, pîvera rojreşî îşare bi dijwariya jiyana xelkê dike û her qas rêjeya vê pîverê li welatekê de bilindtir bibe, têçoya aborî û civakî zêdetir dibe û li encamê de rêjeya xweşbijîvî ya xelkê kêmtir dike.
Hinek ji pisporan li ser wê baverê ne ku rêjeyên vê pîverê, peywendiya rasterast digel rêjeya tawanan li civakê de heye, bi şêwazekê ku heta ew pirsa aborî zêde bike, aramiya civakî zêdetir dikeve metirsiyê.