Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ger hebe dadperwerî, heq digîje heqê xwe

10:58 - 30 Kanûna pêşîn 2023

N. Nûredîn Sofîzade

Ev gotina berêde raste ku bav û kalan gotine ku ger hebe dadperwerî “Edaleta rasteqîne” heqdar dê bigehe heqê xwe, lê mixabin piraniya caran ev edalet û rastî dikeve bi piyan û dibe qurbaniyê miamile û berjewendiyan û ev maf û heqê ku edalet bas jê diket û biryarê li ser der dike, dûre ji dadperwerî û rastiye.

Hinek caran heta welat û dadigehên herî demokratîk û pêşkevtî jî dikevne bin bandora berjewendiyên demkî û abûrî bo xwe û welatê xwe, û edaleta rastîn perdepoş dikin û bi berewajiyê heq û rastiyê biryarekê didin ku heq bi heqdar nayête danê, û carekê ji aliyê tawanbar ve bûye qurbanî, û carekî dinê jî dadigeh mafê rastîne wî berçav nagre û dîsan dibe qurbanî.

Renge gelek mînak li wê derheqê de hebinku em bas bikin, bo mînak Welatê Otrîşê li pêxema berjewendiya ticarî de, perwenda terora Dr. Qasimlo û hevalên wî binpê kirin û terorîst girtin û radestî rejîma Îranê kirin.

Bi taybetî wan welatên Ewrûpî hinde çavpoşî ji kiryarên terorîstiye rejîma Îranê kirin ku êdî bi aşkera rê didane Îranê ku ewrûpa bikete meydana cilîda terorîstan û dawî minak jî me dît ku welatê Bêljîkê Esedulla Esedî ku li dema danana bombê bi dijî rêkxistina Micahidînê Xelq de hatibû girtin û hate dadidgehîkirin û mehkum bû, lê li hember berdana çend barmiteyên Bêljîkî ku weke girogan li destê rejîma Îranê de hatibûne girtin, ev terorîst anku Esedulla Esedî radestî Îranê hate kirin.

Terorîstên perwenda terora Şapûr Bextiyar û Kazim Recewî û dehan kiryarên terorîstiye rejîma Îranê li Ewrûpa û welatên herêmê de, ku li dema kiryara terorîstî de û bi destê xwîn digirtin, bi curekê çavpoşî jê dikirin û kevirek didanane ser û li ber ewê ku peywendiya ticarî û berjewendiya wan digel Îranê têk neçe, dibûne parek ji piroja cîbicîkirina sanahîtire kiryarên terorîstiye rejîma îranê bi dijî xebatkarên siyasî yên opozîsyona rejîmê. Ev pêwajoya her bi wî awayî ço pêş heta ku kiryarên terorîstiye rejîma Îranê bo ser xudî wan û berjewendiya wan xwe jî bûne gef û rejîma Îranê hinde destê wê vekirî bûye ku karîbû li piraniya welatan de girûp û torên terorîstî pêkbîne û heçî dema ku hez bike ji bona vergirtina îmtiyazan ji wan welatan, tenahiya wan dixiste ber gef û metirsiyê, lewma dema she bi gefa ser xwe jî kirin, kevtne berevaniya xwe parastinê û aşkera kirin û girtin û dadigehîkirina terorîstên rejîma îranê.

Hemîd Nûrtî yê bikuj û beşdarê sêdaredana Hezaran girtiyên siyasî li sala 1988an de li Îranê ku ji aliyê polîsê welatê Swîdê ve ev pitir ji 2 salane hate girtin û li ser daxwaz û şikayeta malbatên sedan girtiyên siyasiye ku bi bazpirsî û hikmê Hemîd Nûrî hatibûne sêdaredanê, li Swîdê hate dadigahîkirin û puiştî dehan celese rûniştina dadigehê û bi beşdariya şahid û şakiyan û berevankarên Nûriyê mirov kuj, di encamê de roja derbasbûyî dadigeha Swidê bi awayekî serbixwe, hikmê xwe yê dawî li ser wê perwendê der kir. Vê dadigehê biryara hepsa hetahetayî bo Hemîd Nûrî da bi tawana Mirovkujî û beşdarî li cinayeta bi dijî girtiyên siyasî.

Gerçi Hemîd Nûrî emrazê destê rejîma mirovkuje komara Îslamî bûye û cîbicîkerê biryara rêberên cinayetkar û dîktatore rejîmê bûye, lê hevdem hikmê li ser wî mirovkujî, weke hikmê li ser rêberên rejîmê û rejîma mirovkuj li tewawiyeta xwe de tête hesibandin û aşkera kirina rûyê rastîne cinayet û dijîmiroviya rejîma îranê û rêberên wê derdixe.

Her lewra me dît ku demûdest piştî ragihandina wî hikmê dadigeha Swidê, malbatên qurbaniyan û êdamkiriyên destê rejîmê û azadîxwazan keyfxweşiya xwe nîşan dan û weke serkevtinekê bo xwe û şikestekî mezin bo rejîma terorîste îranê hesibandin.

Lê tişta herî girîng eve ku bûye cihê nîgeraniya azadîxwazan û malbatên qurbaniyan, eve ku erê gelo tu bêjî Swîd jî li hember berjewendiya demkî de, Hemîd nûrî radestî Îranê neke? Tu bêjî adet û kultûra ewrûpayî yan weke radestkirina bikujên perwenda Mîkonosê, perwenda terora Dr. qasimlo, Dr. Bextiya, Kazim recewî, Esedulla esedî wê dawiyê, Hemîd Nûrî jî radestî Îranê nekin û ev miamile û berjewendîxwaziya dubare nebe?

Li egera heçî miamile û satûsewdayekî di navbera Îran û Swîdê û radestkirina Hemîd Nûrî bi Îranê, tenê yek tişt heye ku nayê guherîn ku ev jî rastiya edalet û wîjdanê ye ku her kes û xwedî wîjdanek û heta xudî Ewrûpayî jî dizanin, ku terorîstbûn û cinayetkar bûn û dijî mirovbûna rejîma Îranê êdî hinde mezin û aşkeraye ku bi azadkirina terorîstekê neyête perdepoşkirin, Edalet û dadperweriya rastîn eve ku rojekî ne gelek dûr de hemî rêber û biryarderên rejîma dîktatore îslamî bikevne ber dadigeh û edaleta xelkê Îranê.