Mamostayekî zanîngeha Tehranê huşdarî da ku eger ti guherînek li rewşa aborî li Îranê de neyê kirin dê hilveşîna aborî li Îranê de biqewime.
Mamosteyê zanîngeha Tehranê, “Elîekber Nîkû Iqbal” huşdarî daye ku bi sedema alozbûna rewşa aborî û sîstema bankî, civaka Îranê ber bi hilveşîna aborî ve diçe û eger siayseta derve neyê çêkirin û peywendî digel welatên din neyê asayîkîrin bi ti awayekî ji vê rewşê rizgar nabin.
Herwisa navbirî bi tekezî gotiye: “Li Îranê de guh nadine hizra karnasan û heta rewş wiha be ti guherînek çênabe”.
Gendeliya bi milyard dolran, dorpêçên aborî, derketina bê veger a diraf ji Îranê, talankirina darayiya xelkê Îranê ji aliyê berpirsên gendel û herwisa kompaniyên din ên rêpêdayî li Îranê, bi qasekî zêde bûye ku asta aboriya Îranê bo asta herî nizim a cîhanê dakevtiye.
Enflasiyon bi sedema nebûna dahat û rêjeya bêkarî, roj bi roj li Îranê zêdetir dibe û rêjeya hejariya tevav a civakê roj bi roj zêdetir dibe û xuya nine ku xelkê Îranê heta çi astekê dikare taba vê aboriya îflaskirî bîne û hilveşîna aborî ya Îranê vê pêkê gelek nêzîk bûye.