N. Hûmen Simko
Sipaha pastaran a terorîst roleke berçav li siyaseta derve ya Îranê de bi taybetî li Sûriyê û Iraqê de dilîze. Beşdarbûn û destverdana wan di van welatan de encamên kûr li ser aramiya herêmê û peywendiyên navneteweyî hene. Em dikarin li ser çalakiyên taybet ên sipaha pastaran a rejîmê, armanc û bandora çalakiyên wan li ser Rojhilata Nawîn zêdetir biaxivin.
Destêverdana sipaha pastaran li Sûriye û Iraqê çend alî ye. Li Sûriyê, pastarên rejîma Îranê li dema şerê navxweyî de piştgiriya rêjîma “Beşar Esed” kir, perwerdeya leşkerî, alîkariyên aborî û heta hêzên xwe jî bo bihêzkirina rejîma Sûriyê şandine. Ev piştgirî, alîkarî da rejîma “Beşar Esed”, ku desthilatdariya xwe biparêze û Îran nêzîkî Rûsyayê, ku piştevanê serekî li şerê Sûriyê de ye, kir. Çalakiyên terorîstî yên sipaha pastaran li Sûriyê, bûye sedema nîgeraniya welatên cîran ên wek Îsraîl û Erebistanê jî, ku bandora Îranê li Sûriyê wek metirsî li ser ewlehiya xwe dibînin.
Li Iraqê, sipaha pastaran digel milîsên Şîe û girûpên siyasî yên cuda peywendiyên qahîm çêkirine. Ev milîsane roleke girîng li alozkirina aramiyê de li wan deverên ku berê jî li jêr destê girûpa têrorîstî ya DAIŞê de bûn û nîgeraniyên kûr ên bandora Îranê li siyaseta Iraqê û egera dijayetiyên olî zêde kirin. Çalakiyên sipaha pastaran li Iraqê gelek caran vê li rûberûyê Amerîka datîne ku new welate Îranê bi têkderê aramiya deverê û piştgirîkirina milîsên dijî Amerîkayê tawanbar dike.
Li gelemper de, kiryarên terorîstî yên pastarên rejîma Îranê li Sûriye û Iraqê, toreke tevlihev li yekîtî, hevrikî û şerê hêzê û fitneyan li Rojhilata Nawîn çê kiriye. Wan kiryaran bandorên berfireh li ser aramiya herêmê hebûne, bi vê sedemê ku rasterast û nerasterast beşdarî pevçûnên berdewam bûn. Herwisa wan peywendiyên Îranê bi ekterên serekî yên navdewletî ên wek Amerîka, Rûsye û welatên Erebî yên deverê re, çê kirine. Famkirina kiryar û armancên taybet ên Pastaran li Sûriye û Iraqê bo têgihîştin ji pêvajoyên rewşa li vê herêma aloz, gelek girîng e.
Êrîşên rejîma Îranê bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê
Êrîşên rejîma Îslamî ya Îranê bo ser partiyên Kurd ên opozisyonê, nîgeraniyeke siyasî ya kûr ji hebûna van partiyan li Kurdistana Iraqê heye, ew rejîma dîktator dixwaze bi awayekî bi êrîşan bo ser wan partiyên Rojhilatê Kurdistanê, îflas û şikesta xwe li hember bandor û pêgeha hertim û negora van partiyan perdepoş bike û senaryoyekê ji bo alîgirên xwe lîstokeke bi xwîn bilîze ku wiha bide xûya ku rejîm herdemekê ku hewce bike dikare bi êrîşkirin bo ser wan partiyan wan ji nav bibe, Em dikarin li ser jêrxanên dîrokî, sedemên van êrîşan û encamên wan him li ser Îranê û him ji bo dijberên wê yên Kurd gengeşe bikin.
Hewce ye ku em bi hûrî li ser êrişên rejîma Îslamiya Îranê li ser partiyên Kurd ên opozisyonê bisekinin. Ew pirsgirêkek digel kokên dîrokî û encamên berdewam aloz û tevlîhev bû ye. Li vir lêkolînek berfirehtir hewce ye:
Êrîşên rejîma Îslamî li ser partiyên kurdî yên opozisyonê
1. binyatên dîrokî:
Kurdistan xwedî dîrokeke dûr û dirêj e ku daxwaza mafê netewiye xwe dike, ku bi salan, bû sedema avakirina partî û girûpên cuda yên Kurdî.
Peywendiyên Îranê digel gelê kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet li deverên Kirmaşan, Sine û Urmiyê, bi dehan sal in ku bi alozî û dijayetî û şer û pevçonan derbas dibe.
2. Sedemên êrîşan:
Rejîma Îranê gelek caran îdia dike ku partiyên kurdî yên opozisyonê metirsiyeke ewlehiyê li ser Îranê ne û ew bi îdiaya xwe ku yekem car wek “ziddê inqilab” binav dikir, piştî şoreşa “Jin Jiyan Azad”yê ku bo hemû aliyan bi taybet bo gelan li Îranê derkevt ku ne tenê kurd li dijî netewên din nîne û dixwaze bi awayekî demokratîk û li vekhevî û yekrêzî li civakeke demokratîk û federal de digel xelkê din ên Îranê bijî, ev peyva zidê înqilab bi bi cudaxwaz guhertiye.
Partî û grûpên opozisyonê yên Kurdî ji aliyekî din ve, cudatîdanîna sîstematîk, serkuta çandî, netewî, olî û heta zayendî û nebûna ti bingeheke demokratîk li sîstema desthilatdar li Îranê û nebûna nûnertiya netewî-xelkî li pêvajoya birêveberî û dariştina siyasetê de û desthilatdarî û dîktatoriya “wilayeta feqîh” wekî sedemên serekî yên encamdana çalakiyên xwe diyarî kirine.
3. Herêmên cihê aloziyan:
Sipaha pastaran a terorîst her demekê ku karîne, li êrîşkirin bo ser endam, pêşmerge, kadr û çalakvanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li başûr û bakûrê Kurdiustanê û heta li bajarên din li welatên din ên cîhanê xwe ji terorkirina fîzîkî û bi barimtegirtin û hemû hewlek bo jinavbirîn, ji rêderxistin, reşnavkirin û danîna pîlanên qirêj bo wan, xwe neparastiye.
4. Paşhat
Êriş û şer û pevçûnên hêzên sipaha pastaran digel hêzên tevgera Kurdî, bûne sedema xisarên canî û malî, awarebûn û ne aramî li deverê û bihêzbûn û geşeya terorîsmê li deverê de.
Ev kiryarên terorîstî yên sipaha pastaran dikare bandorê li ser peywendiyên welatên cîran ên wek Îraq û Tirkiyê jî bike.
5. Bersiva navnetewî:
Civaka navnetewî, car caran kiryarên rejîma Îranê yên li dijî partî û grûpên opozisyona Kurdî bi taybetî li derheq binpêkirinên mafên mirovan, şermezar kirine.
Tevî vê rewşê jî, bersivdana wan welatên cîhanê cuda cuda bûne ku bi piranî li jêr bandorên siyasî û dîplomatîk de bûne.
6. Rewşa heyî:
Fêmkirina rewşa heyî û pêvajoya vê bi derbasbûna demê dikare ku biguhere. Lêkolîna hûr a bûyerên vê dawiyê û rewşa niha gelek girîng e, ji aliyekê ve rûberûbûna partiyên kurdî bi rejîma Îranê re, ku siyasetên xwe li gorî dem, cih û rewşa siyasî ya Kurdistana Iraqê diguherin. Rejîma Îranê û dewleta Îraqê ji aliyê din ve û seha kurdînî ya geş li Herêma Kurdistanê li desthilat û li nav refên partiyên Başûrê Kurdistanê ku ketiye ber dubendiya êriş û givaşên ji aliyê Îraq û Îranê, rewşekê şêlû û aloz li ser hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê û berxwedana partiyên Rojhilatê Kurdistanê çê kiriye.
7. dûredîmena çareserkirinê:
Çareserkirina aştiyane ya daxwazên gelê Kurd li Îranê jî karekî aloz û dijwar e û aliyên curbicur tê de beşdar in, lê heya ku desthilatdarî li Îranê, li jêr destê wilayeta feqîh û rejîma Îslamî ya Îranê be, ti delîveyek bo çareseriya pirsgirêkan bi awayekî aşîêtixwazane nayê dîtin û ev pirsgirêkê li Îranê Piştî Komara Îslamî jî heta ku sîstemeke demokratîk û dûr jî tundajo û faşîsma fars li Îranê desthilatdar û xwedî bandora bingehîn be, ti hiviyek bo çareserkirina aştiyane ya daxwaz û mafên rewa ya netewa Kurd û heta netewên din ên li Îranê jî namîne.
8. Bandora li ser aramiya herêmê:
Kiryarên rejîma Îranê li hember partiyên Kurdî yên opozisyonê, bi berçavgirtina peywendiya pirsgirêka Kurd li aliyên din ên sînoran ve îmkana wê heye ku bandorê li ser aramiya deverî, bi taybetî li Rojhilata Navîn de bike.
9. Pirsgirêkên mirovperwerane:
Êrîşên li ser partiyên kurdî yên opozisyonê nîgeraniyên mirovperwerane zêde kirine, ên wek koçberbûna xelkê medenî û binpêkirina mafên mirovan.
10. Senaryoyên paşerojê:
Bi berçavgirtina dûredîmena jeopolîtîk a li rewşa guherînê, girîng e ku senaryoyên paşerojê yên xwedî potansiyel û hewldanên dîplomatîk ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bêne lêkolînkirin.
Di encama vê mijara berfereh de, têgihiştineke kûrtir ji êrişên rejîma Îslamî ya Îranê bo ser partiyên Kurd ên opozisyonê dide xûya. Ev pirsgirêkek tevlihev e ku bi pîvanên dîrokî, jeopolîtîkî û mirovî ve girêdayî ye û çareserkirina wê pêdivî bi lêkolînên gelek hûr û çendîn alî li ser gelek ji faktoran heye.