Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Qeterê, dê hemasê neçar bi danîna çekan bike

10:30 - 30 Çirriya pêşîn 2025

Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Alê Sanî, Serokwezêrê Qeterê ragihand ku hemas amadeyê paşvekêşî ji deshilata xwe li Xezê de ye û em dê Hemasê neçar bi danîna çekan bikinꓼ Ev biryara Qeterê û îdiaya Hemasê li halekê de ye ku hemas sozên xwe yên li agirbesta Xezê bi cih neanîne û heta niha jî termê barimteyên Kuştî radestî Îsraîl an Xaça Sor nekirine û hewla xapandina wan dide.

Îsraîl li berteka wan kiryarên Hemasê û kuştina serbazekî Îsraîlî ji aliyê hêzên Hemasê ve, li çendîn cihan de êrîş kiriye ser Hemasê û dehan kes ji endam û alîgirên Hemasê kuştine.

Li vê derheqê de Donald Trump ragihand ku mafê îsraîlê ye ku berteka kiryarên Hemasê bide lê lihevkirina agirbestê li Xezê, destkevtek hestiyar li warê dîplomasiyê ye û agirbest dê her berdewam be.