Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirinên xoseraneya welatiyên Kurd ji aliyê îtilaata rêjîmê ve berdewam e

16:53 - 30 Çirriya pêşîn 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî yên mafê mirovî, “Xizir(Şemal) Resûl Miruvet”, girtiyê berê yê siyasî, xelkê bajarê Mihabadê ku yek ji çalakvanên xwendekarî yê berê bûye bo cara 3ê, bi sedemek nexuya li êrîşkirina xosearneya hêzên îtilaata rêjîmê de bo ser mala wî, hate girtin.

Herwisa li bajarê Kamêranê de jî hêzên îtilaata rêjîmê êrîş kirine ser mala “Zîlan Kemanger” û bi awayê xoserane ev binçav kirin û hejmarek ji alavên vê yên kesîn jî digel xwe birine.

Li bajarê Mihabadê de jî “Keywan Seyîdehmedî”, li êrîşa xoseraneya hêzên îtilaata rêjîmê de bi sedemk nexuya hatiye binçavkirin.

Ji aliyê din ve li bajarê Mihabadê, “Seyran Şawile”, ku li hinek ragihandinan de bi “Sîrwan Şawile” hatiye tomarkirin, welatiya xelkê bajarê Mihabadê li êrîşkirina neyasayî ya hêzên îtilaat rêjîmê bo ser mala vê li wî bajarî de hate girytin.

Heta niha sedema binçavkirina xoserane û bê belgeya yasayî ya wan welatiyên Kurd û tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.