Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 hezar ton madeya hewce bo şewata mûşekan hawirde kiriye

16:55 - 30 Çirriya pêşîn 2025

Piştî çalakbûna mikanîsma maşê, rêjîma Îranê hewla bihêzkirina mûşekiya xwe daye ku li şerê 12 roje digel Îsraîlê de beşekî zêde ji wan ji nav çobûn an ji aliyê rêjîmê ve hatûne avêtin, lewma 2 hezar ton madeya “Sodiyom Perklorat” anku “NaCIO4” ji Çînê kiriye û hawirde kiriye.

Ev madeya kîmiyayî li şewata hişik a mûşkan bi taybet mûşekên balkistîkî de tê bikaranîn û rêjîma Îranê li heyama piştî çalakbûna mikanîsma maşê bi rêya qiraxava bajarê Bender Ebasê, ev made bi çendîn gemiyan hawirde kiriye ku çend ji wan gemiyan li lîstê dorpêçan de ne.

Rêjîma Îranê bi hawirdekirina 2 hezar ton madeya “Sodiyom Perklorat” dikare bo 500 mûşekên balistîkî, şewastê dabîn bike.

Madeya “Sodiyom Perklorat” li berhemanîa rasterast a “Amoniyom Perklorat” ku madeya bingehîn a şewata hişik a mûşekan e, tê bikaranîn.