Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya lêklolînên hûr li derheq komîsiyona mafê miroviya Îslamî ya Birîtaniyayê dike

10:23 - 30 Çirriya pêşîn 2025

Komîsiyona Xêrxaziya Birîtaniyayê lêkolînên fermî li ser komîsiyona mafê miroviya îslamî ya Birîtaniyayê dike ku li rêpîvanên salaneya roja quds li bajarê Lenden û çend bajarên din ê Birîtaniyayê de rola bingehîn hebûye û ev damezrave ji aliyê rêjîma Îranê ve tê piştevanîkirin.

Komîsiyona Xêrxaziya Birîtaniyayê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku li vê derheqê de mijîlê berfirehtirkirina çavdêrî bi ser vê damezraveyê ye.

Li vê daxuyaniyê de hatiye ku komîsiyona mafê miroviya îslamî alîkariya malî daye şirketeke derveyî karûbarên xêrxwaziyê ku hinek mijar û kiryarên cihê nigeraniyê hebûne.

Komîasiyona Xêrxwaziya Birîtaniyayê daye zanîn ku lêkolînê fermî û hûrtir li ser hevalîbûna karên vê damezraveya îslamî digel armancên xêrxwazane û pêwendiya vê digel şirketeke derveyî karûbarên xêrxwazane û çawatiya birêveberî bo qazanca giştî û armancên saziyê dike.

Pêştir li derheq kiryarên cihê şik û guman û nigeranî yên komîsiyona mafê miroviya Îslamî, bi fermî hûşdarî hatibûn dan.