Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergebûn, dema ku meriv hebûna xwe pênase dike

15:34 - 13 Kanûna pêşîn 2023

N. Serbest Urmiye

Wateya bingehîn ji bo  têgeha şûnas’ê, "kê bûn"e, ku weke hewcehiya xwezayî di xwe nasandina merivan de tê hesibandin. Hewcehiyek ku dibe sedema têr kirin û geşekirina hestên mirov di nava civaka mirovahiyê de û bi kurtî wate faktera selimandina hebûna mirov. Ji ber ku xwenasîn di warên giştî û hevbeş de, şunasa mirovî, takekesî û neteweyî ya merivan pênase dike.

Bi giştî şûnas di sê astan de tê şirovekirin: takekesî, civakî û neteweyî ku şûnasa neteweyî di asta herî bilind a pêvajoya şûnasxwaziyê de hatiye şirovekirin. Bi bawera, civaknasê Berîtaniyayî"Anthony D. Smith", şûnasa   neteweyî tê wateya ji nû ve şîrovekirina wan nirx, hêma, dîrok, efsane û kevneşopan ku weke mîrat û hegera hermana neteweyan tên zanîn. Li gor vê baweriyê, di dîrok, efsane û derûnnasiya her neteweyekê de komek hêma yan sembol hene ku di dema ji nû ve şirovekirina şûnasa neteweyî de xwedî rol û bandor in. Sembolên han bi veguhastina wate û têgehên hevpar di qonaxên cuda de, rolê mirov di peywendî û li hevgirêdana mirov û civakê de didin xuyakirin. Ew di asteke berfireh de bi li hevgirêdana astên şûnasa takekesî û civakî, derfetê ji bo berfirehtirkirina şûnasa neteweyî pêktînin. Di nêrîna fîlsofê Firansî “Henri Bergson”, de nifşeke însiyatîv in di  civakê de ku di hizra mirov de dimînin û mirov û civakê bi hev re girê didin, hewceye ji bo ku sîstema jiyana civakî ji metirsiya hilweşiyanê rizgar bibe.

Yek ji taybetmendiyên herî bilind ên ku bihayeke zêdetir dide sembolekê, eva ye ku civak vê weke otopiya bo cîhaneke mezintir dişopîne. Di Kurdistanê de jî, di pêvajoya şûnasxwaziyê de çi weke tak û civak û çi weke netewe, hejmarek ji wan sembol û hêmayan hene ku mirov dikare Pêşmerge weke yek ji wan sembolan nemaze di warê nasnameyê de pênase bike. Rizgarî û serbestiya neteweyî weke otopiyayekê ji gelê Kurd re, di rol û xebata Pêşmerge de tê dîtin û şopandin. Di rastiyê de ji sembolan weke hewlekê ji bo derbasbûn ji nasnameya takekesî û gihîstin bi nasnameyeke bilindtir, wate nasnameya neteweyî, mifah tê wergirtin. Di vir jî xebata pêşmerge di serkevtin û peydakirina şûnasa neteweyî de bandora xwe dibîne. Li gor gotinên han mirov dikare Pêşmerge ji ber rol û bandorekê ku di warê nasnameya takekesî û derbasbûn bo nasnameya neteweyî de heye, weke sembol şirove bike:

 Şûnas bi wateya "kê bûn"ê, di rastî de bersivdana bi zanebûn a komek pirsan e ku ji take a mirov re destpê dike û di qat û qonaxên cur bi cur ên dîrokî û civakî de derbas dibe û di herî dawiyê de digihîje asta neteweyî.  Dema ku mirovê Kurd li bersiva pirsiyara li dor kê bûna Pêşmerge digere, rol û bandora Pêşmerge di tev qonaxên dîrokê û di parastina gel û nîştimanê de, destanên mêrxwazî û serkevtinên Pêşmerge bi ser dijminan de, rolê Pêşmerge di warê li hevgirêdana astên şûnasa mirovê Kurd de û afirandina şûnasa neteweyî  bo takê Kurd, hêmayekê di hizra mirov de dinexşînin ku hest bi şanazaiyê bike.

Lewma di dema ku pirsa şûnasxwaziya neteweyî ser dikeve û netewexwazî ku hilgirê komek ji sembolên neteweyî weke ala, sirûdên neteweyî, wêje, helbest, rêûresm û cejnên pirr reng ên neteweyî ye, derkeve û dibe bizaveke xelkî, Pêşmerge di pêvajoya netewexweziya Kurdî de netenê weke sembol, belkû weke parêzerê nasnameya neweteweyî  jî hatiye pênasekirin. Di wêje, sirûdên neteweyî û nîştimanî de rengvedaye û roja taybetî di rojjimêra neteweyî de bo rêzgirtin ji Pêşmerge hatiye pesend û diyarîkirin. 

Di qada neteweyî de, Cangorîtî û mêrxwaziya Pêşmerge di  warên cuda cuda yên têkoşîna siyasî, civakî, çandî û berevaniyê de û her wiha parastina hizra netewexwazî û  sembolên neteweyî  yên wek ala û sirûda  ”Ey Reqîb”de, pileyeke bilindtir di hizra gel de ji bo Pêşmerge misoger kiriye û Pêşmerge bûye cihê baweriya gel. weke qehremaneke xûya di  parastina welat û tekoşîna li hember rejîmên herî hov yên serdem de tê naskirin. Di qada cîhanî de jî ketiye ser zimanê gelên cîhanê û weke leheng, têkoşer û mafparêzekê tê naskirin.