Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliya sîstematîk li Îranê

15:37 - 13 Kanûna pêşîn 2023

N. Bêhzad Simko

sîstema birêvebr a rejîma Îranê li ser binyata gendeliya sîstematîk û rantê hatiye avakirin û di cihê pêşvebirina aboriya Îranê bûye sedema kombûna diraf li hinek cihan ku bo armancên taybet ên siyasî-terorîstî têne xerckirin, yan taqim û girûpeke ser bi rejîma Îranê wî dirafî xerc dike.

Wek mînakeke nû, gendeliya 3 milyard û 370 milyon Dolarî ya kompaniyekê ku pêka ragihandinên ser bi rejîmê, kompaniyeke malbatî ya bi navê “DEBSH” hatiye eşkerekirin û saziya çavdêriya Îranê anku “bazresiya Kişwerî” ya Îranê ew yeka aşkera kiriye, lê ji aliyê din ve serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” xwe bi eşkerekerê vê gendeliyê dizane, bêşermiya wê rejîmê bi qasekî zêde ye ku tevî ji vê gendeliyê ti şermekê nakin vê gendeliya hikûmî bi serkomarê berê yê Îranê ve girê didin,her çi qas ku “Hesen Rohanî” yek ji mohreyên rejîmê bo gendeliya sîstematîk bûye, bi xemsariyê tawanbar dikin.

Ew yeka li halekê de ye ku berpirsên niha yên rejîmê li serdema Rûhanî de jî berpirsayê bingehîn ên alîkarîdan bo wan gendeliyan bûne û li vê mijarê de jî berpirsên peywendîdar bûne.

Hewce ye ku şiroveyek ji gendeliya 3 milyard û 370 milyon dolarî bikin.

Her salê li navbera 50 heta 60 hezar ton Ça ya hewcehiya xelkê Îranê divê bête dabîn dikirin, lê li sala 1401ê ve bi nişkêve ew rêjeye heta 110 hezar ton tê bilindkirin û ya ecêbtir jî ev e ku ti saziyeke hikûmî û çavdêrî, ti lêkolîn an basekê li derheq vê mijarê de nekiriye.

Ji aliyê din ve %70 a Ça ya Îranê ji derveyî Îranê tê dabînkirin û cihê lêhûrbûnê ev yeka ye ku zêdetir ji %70 a hawirdeya çayê bo Îranê ji aliyê kompaniyek a bi navê “DEBSH”, tê anîn ku yekek din ji rant û gendeliya sîstematîk a rejîmê dide xuya ku li navbera zêdetir ji 100 hawirdekerê Çayê, zêdetir ji %70 a vê bi kompaniyekê bi tenê bidin.

Ew kompaniye bi rêya projeyek a çandina derveyî sînoran, li welatê Kênyayê de çayê berhem tîne û pêka belgeyên ku li wezareya werzêriya Îranê, saziya Xwarin û Dermanên Îranê, wezareta “pîşe, kangeh û ticaret” a Îranê û banka navendî” ew kompaniye bi dolarên bi nirxa erzan anku “Erzê Nîmayî” çaya pile yek a Hindistanê bo Îranê hawirde bike, lê dema hawirdekirina ça bo Îranê, tevahiya wan îdare û wezaretên peywendîdar agehdarê kalîte û cura vê çayê bûne, ya ecêb ew yeka ye ku kompaniya binav malbatî ya “DEBSH” di cihê çaya pile yek ku nirxa vê li bazaran de zêdetir ji 14 Dolarî ye, çaya pile 2 a kênya ku nirxa vê li bazaran de kêmtir ji 2 dolarî ye, bo Îranê hawirde kiriye û wek çaya pile yek a Hindistanê firotiye.

Dema ku mirov cudatiya wan nirxan dibûne û bi berçavgirtina zêdetir ji 110 hezar ton ça li salê de ku bo Îranê hawirde kirine, reqem û hejmareke gelek zêde tê berçav , reqemek wek 3 milyard û 370 milyon dolar. Li halekê ku piraniya xelkê Îranê nanê şewê nînin.

Pêka gotina ragihandinên ser bi rejîma Îranê kompaniya “DEBSH” ew dolarên ku bi nirxa kêm ji banka navendî vergirtiye, li bazara azad de bê ti pirsgirêkekê firotiye, ji aliyek dana dirafek wiha zêde bê lêkolîn û çavdêrî û rêxweşkirina dezgehên ewlehî û birêveberiyê rejîmê bi ti kesekê heta kompaniyeke gelek mezin jî, nayê dan û ji aliyek din ve ew dolar bê ti pirsgirêkek li bazara azad a Îranê de hatiye firotin û ti aliyeke peywendîdar a rejîmê li vê derheqê de lêkolîn nekiriye.

Li vê derheqê de endamekî odeya bazirganî ya Tehranê jî gotiye ku dana dirafek wiha zêde bê alîkarîdan û hevahengiya berfireh û vergirtina derfetnameya taybet û erêkirina berpirsên payebilkind ên Îranê, ti îmkanek nîne û heta firotina dirafek hinde zêde bi Dolar li bazara Azad de bê ti toreke berfireh ti îmkanek nîne û li vê gendeliya 3 milyard û 370 milyon dolarîê de tevî şikandina rêkord û sînorên gendeliyê, sinorên hevkarîkirinê bo gendeliyê jî hatiye şikandin.

Pêka raporên belavbûyî li ragihandinên ser bi rejîmê, destpêka vê gendeliyê ji sala 1398ê ve bûye û beşek ji desthitdarên rejîmê ku li vê demê de jî desthiladrên paye bilind bûne, kabîneya “Hesen Rohanî” û xudî Hesen Rohanî, bi tawanbar û xemsar didin nasandin, Îbrahîm Reîsî ku xwe wek aşkirakerê vê gendeliyê dide nasandin an saziya lêkolîn anku bazresiya kişwerî ew gendeliye aşkira kirine li dema serkomariya Hesen Rohanî de pile û payeyên wan hebûne, vê demê Îbrahîm Reîsî, serokê dezgeha dad a rejîmê bûye, û serokê niha yê ofîsa taybet a serkomarê Îranê, vê demê serokê saziya lêkolîn anku Bazresiya Kişwerî bûye.

Gendelî bi qasekê berfireh bûye ku heta rapora “Bazresiyê Kişwer û sazî û dezgehên din û heta axaftinên serkomarê çewtekar ê rejîmê “Îbrahîm Reîsî” jî bi serrastî û rohnî, tevahiya aliyên vê gendeliyê eşkre nakin.

Bi berçavgirtina rewşa îro ya xelkê Îranê ku piraniya xelkê li jêr hêla hejariya tevav de ne û bi 10an milyon kes li îranê nanê şevê dest nakeve, gendeliya 3 milyard û 370 milyon dolarî reqemek gelek mezin e.

Rejîma Îranê li nav 185 welatên cihanê de li rêza 147 a gendeliya malî li tenîşta Oganda û Efxanistanê de ye bi gendeliyên wiha û talankirina dahata xelkê û hemû darayîya Îranê, bi tenê derkevteke wî dirafî tê dîtin, mencek ji diraf bo girûp û milîsên terorîstî wek Hizbullah, Hemas, Hûsiyên Yemenê û Heşda Şeibî û çendîdin girûp û milîsên ser bi rejîma Îranê. Ku encama vê jinavçon û iflasa yekcarî ya aborioya Îranê û geşe bi terorîzm û tundûtîjî li cîhanê ye.