Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema destnekevtina dermanan jî nexweş ji Îranê derdikevin

17:18 - 17 Kanûna pêşîn 2023

Heyamekî zêde ye ku nexweşên “MSA” bi sedema destnevtina dermanên taybet bi vê nexweşiyê, rastî pirsgirîkên gelek dijwar hatine û nebûna dermanan li ser canê wan bûye gef û hinek ji wan neçar mane bo çareseriya pizîşkî ji Îranê derkevin.

Birêvebera “Encumena tuşbûbûyê nexweşiya “Dystrophy”, “Ramek Hêyderî” gotiye: “Gelek ji malbatên nexweşên tuşbûyî bi “SMA” bi sedema nebûna dermanên hewce li Îranê û bi armanca rizgarkirina nexweşên xwe, bo welatên din koçber dibin”.

Herwisa Birêvebera vê encumenê li hevpeyvîn digel malpera “Xeber Online” de gotiye: “Gelek ji malbatên tûşbûyên SMA li sala derbasbûyî de bo vergirtina dermanên bê beranber li welatên din bûne penaber û li dema çon bo nav welatên wek “Holend, Alman û heta Kandayê, dermanên bê beranber dane wan û pêregihîştina pizîşkiya yên hewce, bê beranber bo wan dikin.

Çendîn sale ku pêketiyên nexweiyên taybet li Îranê, rastî pirsgirêk û gef li ser canê wan hatine û rejîma Îranê bi sedema nedana bûdce bo kirîna dermanên hewce, kombûn û xwenîşandanên curbicur lidar xistine û berpirsên rejîmê bilî sozên çewt, ti karek bo wan nekirine.

Dermanê “Spinraza” dermanê herî karlêker li ser nexweşiya MSA ye û şerbeta “Risdiplam” dermaneke din ya vê nexweşiyê ye û rejîma Îranê bi hêceta vê yekê ku hewlê dide wan dermanan bi awayekî bê wec berhem bîne, wan drermanan ji derve nakire.