Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavayê Kurdistanê di bin beraşê çend pirskirêkan

18:56 - 18 Kanûna pêşîn 2023

N. Jêhat

Di demekê de ku ev pitir ji 10 salane piştî şoreşa xelkê welatê Sûriyê bi dijî rejîma dîktatore beşar Esed, rewşa rojavayê Kurdistanê heya niha jî bi awayê dufakto maye û zelal nine kanê şiklê qeware, sitato, çarenivîsa netewî, îdare û birêveberî çiye û çavane!

Li wê derheqê de gelek pirsyar têne pêş weke: Kê, çi, sedem, bûne hegera wê yekê ku rewş û çarenivîsa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê her wisa bi lêl û nezelalî bimîne û ev derfetên zêrîn ku li wê perça Kurdistanê hatibûne pêş ku Kurd bibin bi dewlet, hemî ji dest biçin?

Bê guman ji nêrîna mirovê netewiye Kurd û dilsozên doza berheqe Kurdistanê ve bersiv gelek zelal xûyaye ku ev jî xwe rexnekirina part û aliyên siyasiye kurd li Rojavayê Kurdistanê ye ku mixabin piştî derbasbûna derfetên baş, nekarîn yekitî û yekrêziyekê di nava xwe de çê bikin û mala Kurd li hember pîlanrêjiya dijminan de bikne yek.

Mixabin bi sedema nebûna yekitiya aliyên Kurdî, dijminan jî ev yeka bi derfet zanîn û dest xistine nava kar û siyaset û helwestên wan ku bê guman pîlanrêjiya diminan kariye bandorekî rasterast dabinê ser peywendiya aliyên siyasiye Kurd li Rojavayê Kurdistanê û wan bi ser çendîn bere yan parve bike û nehêlin ji hevdu nêzîk bibin.

Part û aliyên Kurd ku heçî kîjan bi awayê belawela û bi tena serê xwe û bona berjewendiya taybet bi partiya xwe tevdigerin, ne tenê nekarîne ji hevdu têbigehin û lihevkirinekê çêbikin û bi hevre bixebitin û li pêxema çareseriya mafê gelê Kurd de pêngavan bihavêjin, mixabin belkî nerastevxwe bi ser dijmin û rejîmên dagîrker de parvebûne û heçî kîjan ji wan hevdu sûçdar dikin ku kîjan alî di bin bandora Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraqê dane û bo her kes û welatekê kar dikin tenê box we û netewa xwe nebe.

Tevlîheviyekî mezin li rewşa siyasiye Rojavayê Kurdistanê de heye ku hinek caran ger mirov lê difikre serî ji mirov gêj dibe û hêz û part û aliyên siyasî û birêveberiya Rojava heya niha nekarîne têkilî û peywendiyekî stratêjîk li ser bingeha berjewendiya netewî digel hêz û welatên elaqedar û testtêverder li Sûriyê û nawçe û cîhanê de çêbikin, mixabin peywendiya wan li ser taktîka rojê ye û bo dirêjheyam û stratêjîk nine.

Hêzên Kurdî bi awayekî paradoksdar li gel Hêzên hevalbendiya navnetewî bi serokatiya Amerîka, rastewxwe bi Amerîka re, bi Rûsiyê re, bi Îran û hin caran bi rejîma Beşar Esed re, parek ji hêza Kurd têkilî bi Tirk û Îraqê re û ….. peywendî hende û berjewendiya wan hemî welat û aliyan jî dijberî heve, ku wisaye mixabin Kur bûye kartekî qurbanî di nava lîstika navnetewî û iqlîmî de û dikarin digel her kesî re alîkarî û kar bikin, tenê hebxwe amade ninin digel hevdu kar bikin bo yêkalîkirina doza Kurd li wê perça Kurdistanê.

Partiyên siyasî kevtine jê bandora deshilatên iqlîmî û bûne alîgirê rast, çep, û şerê parastina berjewendiya wan dikin û mixabin li wê derheqê de nirx û xwînekî mezin dane, cengawerên Kurd, keç û kurên xwedî heste Kurd, çima dibe ji bona parastina nawçe û bajarên xeyrî Kurd şerê Daeşê bikin? Gelo kîjan taky an hêz û aliyekî Ereb yan Tirk û Fars xema Kurd û Kurdistanê de ye û gotinekî xêrê ji devê wan derdikeve?

Gelo çima Kurd di xema her kes û neteweyekê de ne, û tenê xema xwe û axa xwe û berjewendiya xwe de ninin? Gelo çima dive rondikên Kurdan ji boy Felestîn û Xezê birêjin û xema wan mafê dewletbûna Felestînê ye, di demekê de çu hebxwe ji Felestînê bê maftirin? Çima dibe Kurd nebne yek û nebêjin çima me dewlet çinîne? Gelo ma Rojavayê Kurdistanê û gelê me rojane weke Xezê ji aliyê dijminên Kurdan ve nayê bombebarankirin? Ma xwîna Zarokên Xezê ji xwîna Zarokên SereKaniyê, Efrînê û Kobanê Sortire?

Gelo ger sexmeratî piştewaniya ji bisilmanbûnê hinek Kurd kevrê parêzvanî ji Xezê li sîngê xwe didin, ma Kurd ne bislmanin? Gelo ma Felistînî li ser bisilmanbûnê têne kuştin? Berê de gotine heya male here, mizgevtê betale, lewma heya Kurd hebxwe bê maf û blindest bin, heya dujmin axa Kurdistanê bê rehmane bombaran bike û zaroj û jinên Kurdan bikuje, heya em Kurd hebxwe nebne yek, her tiştekî din betale û gorî şerîet jî  dilsozî bo xelkê dine, yekitî çêkirin digel xeyrî Kurdan, daxwaza dewletbûnê bo Felistîniyan yan her neteweyekî dine bo mêrkê Kurd hermae.

Emê wê demê bikarin serkevin ku destpêkê de her tiştî box we bixwazin, eva jî raste ku em dijî kes û neteweyekî din ninin û tenê dibê em bigehne wê astê hişmendiyê ku çiyê din rejîmên dagîrkerê Kurdistanê û dujminên me nekarin me bi kar bînin û bo evê ku em nekarin bigehne armancên netewiye xwe, bila hine me ji hevdu dûr neyxînin û bi dijî hev bikar neyinin.

Derdê me Kurdan bê dermane, û ger rojekê jî em şik bibin dermanek heye, bê guman ev derman cem me xweye ku yekitî û yekrêzî û hevxebatiye li pêxema berjewendiya bilinde neteweyî de.