Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Malbata Şererfkendî li derheq koça dawiya kak “Resûl Qadirî”

11:45 - 1 Kanûna Paşîn 2024

Roja 30/12/2023, mixabin dilê şoreşvanekî nevest ê doza Kurdinî û xemxwer û pişt û penaha belengaz û lêqewimiyan, rêzdar “Resûl Qadirî” bo heta hetatayî li nexweşeşxaneyeke bajarê Parîsê de ji lêdanê sekinî.

Rêzdar Resûl her ji serdemê zarokatiya xwe de, tevî rewşa xirab a jiyanê, li jêr karlêkeriya hizra kurdayetî  ya birayên xwe mamosta Hejar, kak Ebdullah, Dr. Sadiq û xwişka xwe ya mezin “Zeyneb Şerefkendî” ve hinê xebat û karê siyasî û tekoşîn û berxwedan li doza rizgariya Kurd û Kurdistanê bû.

Rêzdar Resûl zêdetir jî 50 salên jiyana xwe li derveyî welatê bav û kalan û dûr ji welat derbas kir. Tevî ku bi awayekî fizîkî ji welatê xwe dûr ketibû, lê heta bo demeke kin jî bo bidestxistina armancên pîroz ên gelê xwe, dest ji têkoşîna li pêxema bidest ve anîna armancên bilinde gelê Kurd, neveqetiya.

Rêzdar Resûl navek naskirî bo opozîsyona Îranê li derve û bi taybetî li Fransê kesekî naskirî bû. Wî bi awayekî çalak di piraniya civînên rêkxistinên opozisyonê yên dijî rejîma Îslamî , wek mînak Komîteya Berevanî ji Girtiyên Siyasî, weke peywendiyeke girîng lê bêdeng û sîstematîk beşdar bû û li wir tekoşîn dikir.

Yek ji taybetmendiyên herî berçav ên rêzdar Resûl di heyamê jiyana wî de pêdagirî û micidbûn wî li ser bîr û bawerî û helwîstên wî bû, û ev tu carî amade nebû ku bi xatira kes yan aliyekê ji helwesta xwe vekêşe ku wî jêve bû raste. Kesek bi tevahî mirovperwer û dilsoz bû. Rêzdar Resûl her li serdemê ciwaniya xwe ve bi kesekî qise xweş li rûniştinan de hatibû naskirin, û ev mînakek ji dilpakî û berxwedaniyê bû.

Yad û navê kak “Resûl Qaderî” dê hertim li hizra me de bilind û geş bimîne

 

Kurtiyek li jiyana rêzdar “Resûl Qadirî”

Li sala 1321-3- 21 li gundê Terexê ji dayîk bû.

Bavê wî ji malbata Seyîd Camî Qadirî û dayîka wî keça Qazî Serdeştî bû.

Li sala 1337 li danişseraya Urmiyê hate vergirtin û li navbera salên 1342-43, li bajarê Serdeştê wek mamosteyê xwendingehê mijûlê kar bû û piştre peywendî digel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve girt û wek endamekî çalak, dest bi çalakiyên Hizbî û siyasî kir.

Li dema wan çalakiyên siyasî de li sala 1345 a Rojî, ji aliyê dezgeha Sawak a rejîma Pehlewî ve hate girtin û piştre bo bajarê Kercê hate dûrxistin.

Li sala 1346 a Rojî de derfet bi kak “Resûl” hate dan ku li zankoya mafê siyasî li zanîngeha bajarê Tehranê, dest bi xwendinê bike.

Li sala 1358 a Rojî beranber bi sala 1979 a Zayînî, ço welata Firansê û li zanîngehên “Nantêr û Sorbob”ê zanista mafê siyasî xwend.

Xwedêjêrazî “Resûl Qadirî” li ofîsa Nûneratiya Hizbê li Firansê roleke berçav hebû û li avakirina “Enistîtoya Kurd” li Parîsê jî ewa desta hat kir.