Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavayê Kurdistanê û metirsiya nebûna projeyekî Kurdî

12:56 - 2 Kanûna Paşîn 2024

N. Ebdûlazîz Qasim

Niha wek dibînin li wî serdemî, bi gelemperî ku her çarçoveyek neteweyî, siyasî, aborî, rewşenbîrî li ser rûyê vê cîhanê, projeyek yan planek taybet yê bi rêkûpêk heye, yan pitir ji projeyekî ji bo pêkanîna armanc û berjewendîyên xwe yên taybet û rêveçûna digel karwanê pêşkeftinê û bidestxistina hokarên bihêzbûnê û berdewamiyê, herwiha rûbirûbûna her metirsiyeke siyasî, aborî, ewlekarî û rewşenbîrî, yan jî rûbirûbûna pirojeyên aliyên dijber û neyar, ji ber vê çendê ku her projeyekî serkeftî pêdivî bi rêkar û alavên hêz û sengiyê heye, ku ev yek jî li ser bingeh û binyatên bihêz û qahîm ava dibin.

Dema ku em vê xwendinê bi rewşa giştî ya siyasî û rewşenbîrî ya Rojavayê Kurdistan re didin ber hev û berawerd dikin, tevlî rewşa parçebûn û bêtifaqiya siyasî, hevdem ku li ber çavan ti pirojeyekî Kurdî em nabînin. Herwiha ku ti xebatek rasteqîn ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyê jî nabe, zêdebarî ku aliyên dî li ser qada Sûriyê projeyên xwe yên taybet hene û hindek ji wan aliyan projeyên dijberî maf û hebûna gelê kurd heye, bi taybetî rêjîma Sûriyê û hevalbendên xwe û Tirkiyê û opozîsyona Sûrî ya alîgirê wê.

Helbet nebûna projeyekî Kurdî, metirsiyên mezin li ser hebûn û siberoja miletê Kurd çê dike, netenê hîç projeyek Kurdî nîne, hevdem ku bi destên Kurdan xwe bi xwe pirsa neteweyî ji naveroka wê ya neteweyî tê berovajîkirin. Tevî ku beşek mezin ji partiyên kurdan bi aşkera xwedî li pirsa neteweyî dernakevin û xwe wekî hêzên Sûrî dibînin, beşê dî xwe bi tenê bi projeyê neteweyî binav dike, bê ku xebateke rastqîn ji bo misogerkirina mafên gelê kurd bikin. Bi awayekî em dikarin bêjin rewşa siyasî û rêxistinî bûye bargiraniyek li ser gelê kurd, helbet ku nebûna projeyekî kurdî dibe derfet bo serkftina plan û siyasetên rêjîma Sûriyê û dagîrkerên kurdistanê ji bo tinekirina miletê kurd û bi heman awayî hewlên wan ji bo pûçkirina pirsa netewî ya kurdî hêsantir dibe!.

Ji destpêka sala 2011an ve û heta niha hîç pêkhatiyeke sûrî, wekî kurdan tûşî zererê nebûne, pitir ji nîvekî miletê kurd koçber bûye û nîveka axa Rojavayê Kurdistanê hatiye dagîrkirin ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst ve, tevî wê yekê jî hêj aliyên kurdî negihiştine hîç rêkeftinekê ji bo parastina nîvê mayî ji miletê kurd û nîvê mayî ji axa Kurdistanê.

Tevî girîngiya zêde ya yekrêziya Kurdî, niha û sibe û heta sed salên dî, dubare, sêbare divê em bi gotin û bi kiryar pêdagiriyê li ser yekrêziya kurdî bikin ku ji her tiştekî dî girîngtir e, û ew kilîta serkeftinê ye, nemaze ku projeyên Tirkiyê û Îranê li Sûriyê li ser tinekirina pirsa neteweyî ya kurdî û bêtifaqiya kurdan ava dibin. Divê projeyê kurdî rê li hember projeyên wan bigire,  ku îro ji her demekî dî pêdiviya pirsa kurdî bi hebûna projeyekî kurdî heye,  her wekî em dizanin ku heryek ji Tirkiyê û Îranê bi hemahengî digel Rûsiyayê kar dikin di serî de ji bo tinekirina gelê kurd û piştre bo dersînorkirina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, lê niha piştî şerê Xezayê, roj bi roj wisa diyar dibe ku rewşa Sûriyê û navçeyê jî dê bihête guhortin, dê rola Îran û Tirkiyê li qada Sûriyê lawaz bibe, ku dîsa derfetên baş dê peyda bibin ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê kurd li Sûriyê, lê heger rewşa tevgera siyasî wisa bimîne û kar nebe ji bo yekrêziyeke neteweyî û ji bo yekxistina nêrîn û gotareke siyasî ya hevbeş û yekgirtî, bê goman wê demê dê dîsa derfetên di siberojê de bêne pêş, dê çarenivîsa wan wekî çarenivîsa heman derfetên berê be, ku wê bêhûde li ber bayê biçin. Lewra bi dîtina min, ku aliyên Siyasî û Hizbî yên Rojavayê Kurdistanê bi siyaset û boçûnên xwe yên niha nikarin hêmanên hêzê û yekrêziyê peyda bikin û nikarin xwedî li projeyê kurdî derkevin, heta ku derfet û delîve jî bên û bo mafên gelê kurd bibin hevdem û alîkar jî, her wekî Melayê Cizirî di helbesteke xwe de dibêje:

Her gel û seng dibitin zêr bi te dibîrê hekîm

Qabliyet ku nebit hikmetê ustad çi ket?