Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan û dîroka serhildana şaristaniyetê

13:29 - 2 Kanûna Paşîn 2024

N. Bêhzad Qadirî

Mêzopotamiya bi giştî û Kurdistan bi taybetî, yêk ji cihên kevnar û dîrokiye Rojhilata navîn û cîhanêne ku xwediyê dewlemendiyekî mezine ji tomarkirina dîroka çendîn hezar salî û hebûna herêmên cihwarên dîrokî û pir bihagiran in.

Di vê nivisînê de ezê bi kurtasî behsa 3 gundên kevnar û xwedî dîroka hezaran sale li kurdistanê de bikim ku dikare mînaka selimandina serhildana dîrok û jiyan û şaristaniyeta mirovahiyê be, piştî jiyana mirovên destpêkî li Şikevtan de, dikare weke melbenda duyem a akincîbûna microvan li Kurdistana kevin de be.

Peydabûna gundên “Zawêyî çeme, Bêstansûr û Çermo” belgeya herî bi hêz a îsbat kirina jiyana asayî a pêşkevtî a mirovê berê li Kurdistanê de ku piraniya awayên jiyanê derbas kirine.

Gondê Zawê Çemê

Ev gunde dikewe başûrê şikevta Şanederê li ber etega çiyayê Biradost li parêzgeha Hewlêrê û dîroka wê jî vedigere bo 12 Hezar salan berî Zayînê. Ew gund gundekî cihê werzigarî bûye û xelkê wî gundi Genim û Nîsk çandine û Pez û Terş xwedî kirine. Gorî belge û lêkolînan ew gunde 10 mal bûye û texmîn tête kirin ku 30 kes tê de jiyabin.

Gundê Bêstansûr

Ew gunde kevtiye 27 Kîlometriya başûrê rojhilat a bajarê Silêmaniyê û yek ji gundên herî kevne werzigariya Kurdistanê ye ku heta sala 1947an ji aliyê birêveberiya cihvarên kevne îraqê weke Girekî cihvarê kevn hatibû nasandin, lê di sala 2012 şûnde bi sedema lêkolîna tîmeke cihvarnasîna Ewropa ku pêkhatibû ji “Rocer Matîyos û Wêndî Matîyos” îsbat bû ku gundê Bêstansûr gundekî werzigarî bûye ku dîroka wê vedigere bo 8 Hezar salan berya Zayînê.

Gorî wan lêkolînên ku li çend salên derbasbûyî heta niha li ser gundê Bêstansûr hatî kirin, îsbat bûye ku akincîbûna mirov li wî gundi de, vedigere bo serdemê “Holosyn” sedema wê jî eve ku li wî serdemî de pilên germê berbi bilindbûnê ve çone û zaf çavkaniyên Avê derkevtine, ev yeka jî bûye sedemê wê hindê mirov ji Şikevtan derkevin û cehdê bikin bona akincîbûna hertimî û karê werzigarî û terşdariyê bikin.

Weke xûya xelkê wî gundi werzigarî kirine û Genim û Ceh û Nîsk û Nok çandine û Pez û Beraz xwedî kirine û xaniyê xwe pê Kevir û Heriyê çêkirine.

Yêk ji sedemên herî girînge çêbûna şaristaniyetê li wê herêmê de vedigere bo hebûna çavkaniyên Avê û ev sedeme heta niha jî jêderekî girînge avdaniya wê herêmê ye. Lewra berê de mirov li vir kom bûye û şaristaniyet û qonaxekî nû a dîrokî li vir çê bûye. Belgeyên bêtir bow ê sedema serekî, hebûna 3 Girên kevnarên dine ne li nêzî gundê Bêstansûr ku belge ne li ser giringiya wê deverê bo karê werzigarî û çandiniyê û avedaniyê.

Pêdiviyê base ye ku “Rocer Matîyos” Pirofîsorê cihvarnasiyê li Zankoya Ridîng derheq bi gundê Bêstansûr ragihandiye: Ev gunde anku Bêstanesûr’ ji gundê Çermo kevintire. Me hinek cihvarên kevn peyda kirine ku qonaxa veguhestinê nûşa me dide ku mirov ji Nêçîrê ve berbi werzigarî û çandiniyê ve çoye. Destpêka jiyana cotkariya mirovayetiyê li vir bûye. Ev dera vedigere bo çaxê Kevirîn li dawiya çaxê Cemedê.

Gundê Çermo

Ev gunde nêzî gundê Kanî Sard kevtiye 11 Kîlometriya rojhilatê bajarê Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê û destpêka jiyana li wî gundi de vedigere bo 7 Hezar salan berî Zayînê. Ew gunde 30 mal bûye ku akinciyên wê gorî texmînan 150 kes bûye. Rûberê wê 1200 bo 1600 metrên çwargoşeye û 800 metran ji asta Behrê bilindtire.

Xelkê wî gundi jî çandiniya Genim, Ceh û Nîskê kirine û giringî dane Darên Berû û Fistiqê û Pez û Beraz xwedî kirine. Herwisa ji wan alavên ku di wî gundi de hatine peydakirin, xelkê wî gundi karê raçandin û tevnê kirine û karê Rîs wehûnandinê zanîne.

Li seranserî wê pêgehê, cihvarê 12 gerên şaristaniyetê hatine peydakirin. Piraniya cihvarên gundê Çermo yê 2 gerên kontirola wê pêgehêne ku hevdem bûye digel şaristaniyeta Şanederê.

Herwisa xelkê wî gundi çend amûrek bikar anîne ku ji cure Kevirekê hatine çêkirin ku bal Gola Wanê destdikevin. Hinek tiştên dine jî hatine peydakirin ku li Kendavê ve hatine û ev yeka jî dide xûyakirin ku gundê Çermo bazirganî û alûvêr digel herêmên dine de kirine.

Li dawiyê de hewceye amaje bi wê yekê jî bête kirin ku li sinûrê parêzgeha Silêmaniyê pitir ji 600 deverên cihvarên kevin hene û li parêzgeha Helebçê û herêma Şarezûrê jî pitir ji 100 herêmên cihvarên kevnar hene û ewane jî dîroka kevnare Kurdistanê didne selimandin û xûya dibe ku Kurdistan û akinciyên wê ku bingeha wê netewa Kurde li ser axa xwe, xwediyê dîrokekî kevne şaristaniyet û pêşkevtina mirovahiyê ye.