Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanî êdî dixwazin Îslama Siyasî bê sînordarkirin

13:41 - 2 Kanûna Paşîn 2024

N. Eskender Ceiferî

Hin çalakvanên Almanî ji parlamentoyên herêmên Almanyayê dixwazin zêdetirî berê li hemberî Îslama Siyasî derkevin. Ew dibêjin egere metirsiya Îslama Siyasî wek mînak metirsiya rêjîma Îranê li ser azadiyê neyê naskirin, wê demê dê ji bo Ewropayê bibe pirsgirêkeke mezin.

Berî heyamekê jî hin çalakvanên Almanî ji hikûmetê xwastibûn rêkarên tundtir bi kar bîne ji bo ku rê neyê dayîn Îslama siyasî li vî welatî pêş bikeve.

Ew çalakvan dibêjin ew kesên ku ji 2021'an ve heya dawiya 2023'an ji ber tundrewiyê hatine girtin, qet nehatine sizakirin.

Berî niha sala 2020an jin û zilamek hevregezxwaz li navenda bajarê Dresdenê rastî êrîşê hatin ku di encamê de yek ji wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ev kiryar û sedemên wê, beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî û polîsan ve weke gefên îslametiyê hatibûn binavkirin.

Roja 16ê Çiriya Pêşîn a 2020an mamosteyekî dîrokê ji aliyê îslamgirek 18 salî ve li Conflans-Sainte-Honorine li bakurê rojavayê Parîsê hate kuştin. Ew ji ber nîşandana karîkatoreke Mihemed hate kuştin ku di kovara Charlie Hebdo de hatibû belavkirin. Wî mmamosteyî li ser mijara azadiya nerînan bi xwendekarên xwe re gotûbêj kiribû lê belê resmandina Mihemed ji dîtingeha şerîeta wan ve qedexe ye. Di encamê de jî bavê xwendekarekê û tundrewek îslamgir Fetwata kuştina wî mamosteyî dan.

Roja 29ê Çiriya Pêşîn a sala 2020an 3 kes li kilîsayekê li Nizza hatin kuştin û 6 kes jî bi tundî hatin birîndarkirin. Tawanbar piştî ku hate girtin, hewara "Ellaho Ekber" hilda.

Ew çalakvan niha piştî çend salan dibêjin me sala 2023 jî qedand lê hîn wek pêwîst Îslama siyasî li Almanya nehatiye sînordarkirin.

Mezintirîn rêkxistina sivîl ya Almanya ku wek Hevalbendên Çep tê naskirin, bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku ew lidijî belavbû Îslama Siyasî ne û ew dixwazin rê li ber belavbûna Îslamê li wir bê girtin.

Wan di destpêka daxuyaniya xwe de gotin ku em pir ditirsin ji ber ku xelk bi sedema hizrên nemirovane têne kuştin. Em aciz in ji ber ku ti rexneyek nayê girtin.

Jin û zilamek hevregezxwaz li Dresdenê rastî êrîşê tên lê belê ti kesek dengê xwe hilnade. Serê mamosteyekî li Fransayê tê jêkirin lê dîsa jî hemû bêdeng in. Êrîşek li Nizza bi kêr yan jî satorê hatiye kirin lê belê heya niha di derbarê wê de ti tiştek nehatiye gotin. Bêdengî heye ji ber ku rê nayê dayîn bi mafên kesên din bileyîzin. Em li vir dibêjin: Êdî bes e!

Ew amaje jî dikin ku ew kesên ku têrorê dikin, piranî ji aliyê rêxistinên çekdarî yên têrorîstî yên bi navê Îslamê ve hatine perwerdekirin.

Hevalbendên Çep di beşeke din ji daxuyaniya xwe de gotin ku em naxwazin bêdeng bimînin û lewma jî bi awayekî eşkere dibêjin: Îslamgirî, li dijî mirovahiyê ye.

Kuştinên heftiya derbasbûyî jî, ji vê yasayê cuda nebûn. Ew jî bi armanca pêkanîn û bikaranîna tundrewiyê bûn ku ji aliyê hin kesan ve hatin encamdan û di encamê de hin kes, ji mafên xwe yên mirovahiyê tên bêparkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de daxwaz ji Almanyayê tê kirin ku ne pêşiya Îslamê, lê belê pêşiya tundgiriyê bigire û dide xuyakirin ku divê li hemberî tevahiya van kuştinan bi awayekî eşkere biaxivin ku bi hizrên tundrewane hatine encamdan: Ti bikujek, ji bikujekî din adiltir nîn e, ti qurbanî ji qurbaniyên din nêzîktir nîn in ji bo ku bibin armanc. Dijatiya mirovahiyê, têrorîstên rastgir û bikujên îslamgir kirine hevalbend. Kereb û kîn ji şaristaniyetê, azadî, dêmokrasî û mirovbûn. Qurbaniyên van rastiyan jî hebvgirtî dibin ku mafê sereke yê jiyana wan, ji wan hatiye standin.

Xuya ye êdî Ewropî dixwazin bi rengekî cidî li hemberî têrorê derkevin.

Ew didin xuyakirin ku heke em bixwaze bi awayekî berdewam ji bo civakeke azad, ji bo mafên mirovan di asta cîhanê de û ji bo jiyaneke baş xebatê bikin, nabe bi ti awayekî li hemberî kuştina xelkê bê deng bimînin. Divê dengê xwe hildin û wek pêkhateyeke çepgir, nerazîtiya xwe nîşan bidin. Hekî bikuj îslamgir bin, divê em bikarin Îslamê rexne bikin. 

Ew herwisa dibêjin her kesê ku Îslamî be, têrorîst nîn e lê belê ew dixwazin pêşiya Îslama Siyasî û tundgiriyê bê girtin û tekezê dikin ku hekî em bê deng bimînin, wê demê em nikarin îdiaya azadiya cîhanî bicî bikin. Em weke projeyeke dijberên faşîstan, bi rengekî eşkere li hemberî her cureyeke bêbextiyê, helwesta xwe nîşan didin. Herwisa bi qurbaniyan re û bi wan kesan re ku hizrên mirovkujiyê bandor kirine ser wan, hevgirtî ne.

Di beşa dawiyê ya daxuyaniya Hevalbendên Çep de hatiye, niha sala 2023an jî bi dawî hat û ne girîngî bi metirsiya Îslama Siyasî weke Hemasê û ne jî bi rêjîma Îranê hatiye dayîn. Lewma pêwîst e Ewropa û di seriya wê de Almanya rêkarên tundtir bigire ber xwe.