Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ewlehiya Rojhilata Navîn têk daye

17:15 - 8 Kanûna Paşîn 2024

N. Azad Kurdî

 

Rêjîma Îslamî ya Îranê li ber çavên civaka navdewletî di warên aborî û leşkerî de, hem destverdanê di şerê Rûsiya û Ukraniyayê de dike û hem bi heman awayan jî piştgiriya berfireh dide grupên ser bi vê rêjîmê li Iraq, Sûriye, Yemen, Lubnanê û ewlehiya herêmê têk dide.

Piştgiriyên rêjîma Îranê di warên aborî û leşkerî de bi hevalbendên xwe li herêmê, Rojhilata Navîn digel pirsgirêkên gelek micid berbirû kiriye. Îran bi hevkariyên aborî û leşkerî (lojîstîkî) rêjîma Beşar Esed a Sûriyê, Hosiyên Yemenê, Hemas li Gezeyê, Hizbulah li Lubnanê û Heşdul Şebî û komên ser bi vê li Iraqê diparêze û xurt dike. Ev grûp bi budceya sedan milyon dolarî ya rêjîma Îranê mayîne û xurt bûne.

Armanca rêjîmê ya sereke ji van hevkariyan xwe sepandin e bi ser hêzên navdewletî û herêmî weke lîstikvan û hêzeke bi bandor li Rojhilta Navîn. Bo ragirtina hevbendiyê ligel Rûsiyê, di warê leşkerî û lojîstîkî de hevkariya Rûsiya hevalbenda xwe jî dike. Vê yekê welatên Rojavayî zêde tengav û nigeran kirine. Îran bi bikaranîna wan hêzên tundajo yên Şîe di hêrişan de li dijî rikeberên xwe, dixwaze armancên xwe yên siyasî pêşve bibe. Îran di salê de bi milyar dolaran dide wan grupn bona vê yekê. Îran çekên herî giran û mezin dide wan grupn bona ku bi pêkanîn aloziyan li herêmê, siyasetên xwe pêşve bibe.

Şandina firokeyên dron û çekên giran bo van kom û aliyan û handana wan bona hêrişkirin bo ser Amerîka û Îsraîlê, Rojhilata Navîn biriye qonaxeke nû. Ev yek di demekê de dest pê kir û weke bombekê teqiya, ku bo yekemîn car bi pêşengiya Amerîka, peywendiyên Îsraîlê ligel welatên Erebî hatin asayîkirin û biryar bû berî hêrişa terorîstî ya Hemasê bo ser Îsraîlê li 7ê Octobera 2023’an, Erebistana Seûdî û Îsraîl hevpeymaniyekê ava bikin. Lê rêjîma Îranê bi rêya grûpên kirêgirtî yên xwe hemû pêvajo têk da. Îranê bi siyasetên xwe û bi bikaranîna Hemasê, Geze li ser xelkê wê de da kavilkirin. Ev yek jî encama siyaset û bandora rêjîma Îranê bû.

Herwiha bandora hêz û destverdana rêjîma Îranê li Iraqê di asteke din de ye. Iraq ku berê hêzeke mezin û xwedî bandor û serbixwe bû di Rojhilata Navîn de, niha hemû biryarên girîng û çarenivîssaz ên wî welatî li Tehranê tên dayîn. Mirov dikare bibêje ku rêjîma Îranê bi rêya bandordanîn li ser hêzên Şîe li Iraqê û çêkirina grupên zextê yên çekdar weke Heşdul Şebî, rêveberiya Iraqê girtiye destê xwe. Destverdanên Îranê, Iraq kiriye welateke bê serwerî û hemû pirsensîpên navdewletî derbarê Iraqê binpê kirine. Çi biryar û siyasetekê bixwaze, dikare bi rêya destverdanên xwe cîbicî bike. Hêrişên berdewam ên grupên nêzîk bi Îranê li Iraqê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîka li Herêma Kurdistanê û cihên din, aqibet Amêrika neçar kir ku heftiya berê hêrişê bike ser wan koman. Şirovekarên siyasî li Rojava li siyasetên rêveberiya Biden derheqî gef û hereşeyên rêjîma Îranê bo ser berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn nerazî û nigeran in.

Karnasên siyasî û warên leşkerî li Rojava li ser wê bawerê ne ,  ne mumkin e hêrişeke terorîstî li ser Îsarîl û hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn bê kirin ku rêjîma Îranê dest tê de nebe û di warên aborî û lojîstîkî de hevkariya wan nekiribe. Hevkarî û beşdarîkirin bi Rûsiya re jî bimîne aliyê din. Vê yekê helwêst û siyaseta welatên Rojava bi dijî rêjîma Îranê guherandiye.

Bûyerên salên derbasbûyî û yên nû li herêmê nîşan didin ku heta rêjîma Îranê ya niha li ser kar bimîne, Rojhilata Navîn ewlehî û aştiyê bi xwe ve nabîne. Lewma divê bi micidî li ser nemana vê rêjîmê bername bên danîn û kar bê kirin.