N. Elî Munezemî
Pîştî şerê Hemas û Îsraîlê, alozîyên Rojhilata Navîn hîn zêdetir û rewş aloztir bûye.
Li zanistên peywendiyên navdewletî de, neorealîzm dewletan bi lîstikvanê sereke yê meydana sîyaseta navdewletî dihesibîne ku heta wê dema ku sîstemek anarşîstî di navbera dewletan de hebe, ew yê li pey serdestî û ewlehîya xwe de bin. Bo wê armancê jî her dewletek cehdê dike ku şîyanên xwe bi awayekê parve bike ku di xizmeta ewlehî û serdestiya wê de bin.
Rejîma Îranê ku bi sedemê bernameyên xwe yê Etomî rastî embargo û dorpêçên aborî bûye û texmîn tê kirin ku eger rejîm li wan pîlanên xwe berdewam be, dikare bibe hereşe bo ser ewlehî û îstiqrara herêmî û cîhanî. Niha ewan dorpêçan hind zext û givaş xistiye ser rejîmê ku bingeha aborîya wê herifandiye û îdî rejîm ketiye rewşekê de ku hekî gotî ser rengê reş re, tu rengî nagirin. Li ber wê yekê, ewê rejîmê ku her tim xwe wek gefekê bo ser ewlehî û hebûna Îsraîlê daye nasandin, piştî bikaranîna hindek ji taşeronên xwe li Lobnan û Xezê, niha qada şerê xwe berfirehtir kiriye û bi bikaranîna Hûsîyên Yemenê, bûye arîşeyek mezin li ser ewlehîya keştîyan li deryaya Sor û Kanala Sûêzê û ewê yekê jî bandorek mezin a nerênî li ser bazerganî û aborîya dinyayê çê kiriye. Li ber wan kiryaran niha guman tê kirin ku metirsiya pevçûnê li Deryaya Sor di navbera hevalbendên DYA û milîsên Hûsî de heye.
Eger em jî di wê baverîyê de bin ku dewlet wek aktorên rasyonel li qada sîyaseta navnetewî de tew digerin, hingê dibe em wê rastîyê jî bipejirînin ku DYA û hevalbendên wê, wê rastiyê baş dizanin ku kê li pişta Hûsîyan e û ew bi kê hatine qurmîş kirîn û ew alî çawa dixwaze di lîstika hêza jeopolîtîk de şaxê xwe bide ber şaxê dewletên hêz-mezin (Zilhêz). Ew hevrikiya eger piyên Îranê nekêşe bo nava şerê rasterast tewî DYA û hevalbendên wê jî, yê DYA û hevalbendên wê yê wisa li wan taşeronan bixin ku Îran êdî nekare carek din şaxê xwe bide ber şaxê dewletek din. Li ber ku armanca bingehîn ji bo DYA û rola wê di Rojhilata Navîn de, mayîndebûna wê wekî dewletek serwer e.
Ew gef û hereşeyên Hûsîyan di rastî de asteng kirina gihîştina enerjîyê bo welatên pîşesazî û dijayetî tewî sîstema aborî a lîberal e ku DYA sergêrîya wê dike, yan jî rolek mezin di sergêrîya wê de hene. Metirsiya pevçûnê hingê zêde dibe ku ewlehiya dewletek zilhêz bi têra xwe tê asteng kirin.
Welatên Norwêj, Kanada, Behrêyn, DYA, Fransa, Îtalya, Holland û Spanya bo ewlehîya keştiyan di Deryaya Sor de û pêşgirtin li hereşeya Hûsîyan, operasyonek bi nawê “operasyona asayişê” amade kirine û armanca sereke ya wan, bêbandorkirina ewan çek û sîlahaye ku Hûsî bo têkdana asayişa hatûçona keştiyan bikar tînin.
Ewa ku hindî taşeronên Îranê rewşa herêmê aloz bikin, di berjewendiya rejîma Îranê de ye. Li ber ku rejîm cehdê dike ku bala civaka nawnetewî bikşîne ser wan alozîyan û bi xiyalek rihettir bi dû bernameyên etomîyên xwe de be. Rejîma Îranê bi pêştgirêdan bi ewlehiya xwe li rêka çêkirina çekên etomî li ser hesabê mezinbûna aborîyê dixwaze emrê desthilatdarîya xwe zêde bike. Ew yeka jî xêncî wê hindê ku dijî maf û azadîya xelkê bindest li Îranê de ye, ew her wisa dijberê ewlehîya Îsraîl û welatên Rojavayî û îstiqrar û aramîya navçeyên hestyar wek Kanala Sûêz û Deyaya Sor e.
Encam:
Hêrişa Hûsîyan bo ser keştîyan di Deryaya Sor û têkdana ewlehîya Kanala Sûêzê de dide eyan kirin ku Îran bi hêceta desteber kirina ewlehîya xwe hazir e ewlehîya hemû herêmê û cîhanê bêxe tehlûkê û ew yeka jî pêş hemû alîyekê de, hereşeye bo ser welatên pîşesazî, bi xasma DYA û ewlehîya Îsraîlê. Li dema niha de ku hindek welatan operasyona asayişê destpê kirine, lê ew operasyona bo demek kurt dikare çereserîya pirsgirêka wan bike, lê bo demek dirêj dibe hemû dewlet û kesên merivhez li hizra piştevanîya xelkên bindestê Îranê de bin bo ku xelk bikare bi hiloşandina wê rejîmê, xizmeteke mezin bi merivahîyê û bi xasma ewlehîya Rojhilata Navîn bike.