Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa çalakvanên siyasî û sivîl û girtiyan li Îranê

14:26 - 10 Kanûna Paşîn 2024

N. Hûmen Simko

 

Di van dehsalên dawî de, rewşa çalakên siyasî û medenî di Îranê de weke mijareke girîng hatiye baskirin.  Di vê gotarê de hewl tê dayîn ku ronîkirina tepeserkirin û girtina çalakvanên wî warî di civaka Îranê de, bandora wê li ser rewşa mafên mirovan, girtina wan û rola civaka cîhanî di piştevanîkirina mafên çalakên siyasî de lêkolîn bike û van kêşeyan destnîşan bike.

Beşa 1: Çalakvanên siyasî û ronîkirina zordariyê di civaka Îranê de

Di vê beşê de, rol û girîngiya çalakvanên siyasî û medenî di civaka Îranê de û herwiha ronîkirina tepeserkirin û desteserkirina wan li ser agahdarî û ragihandina giştî, di bin krîzê de ye.

Çalakvanên siyasî û medenî di civaka Îranê de roleke serekî di çespandina dînamîkên civakî û siyasî yên wî welatî de dilîzin.  Lê tepeserkirin û girtina wan ne tenê bi dijî mafên mirovan di Îranê de ye, belkî diyardeyek e ku bertekên berfireh di civakê de heye.

Tepeserkirina çalakvanên siyasî bûye sedema astengiyên micid di warê ragihandinê de û bandoreke nerênî li peywendiyên navxweyî û derve yên Îranê dike.  Astengkirina medya û fîlterkirina înternetê gihandina agahiyên serbixwe û dînamîk ên civakê kêm dike.

Girtina çalakvanên siyasî dikare bandorên nebaş li ser ciwan û civakê bike.  Ev dibe ku bêewlehiya ku ji hêla kesan ve tê hîs kirin zêde bike û ji hêla aborî ve jî bibe sedema lawazbûna baweriya gel.

Tepeserkirina çalakvanên siyasî û medenî mafên mirovan li Îranê de dixe ber gefê.  Girtina bê belgeyên yasayî yên zelal, girtina ji ber ramanên siyasî û îşkencekirin qedexeyên ku bandoreke nerênî dadinê ser mafên mirovan.

Civaka cîhanî roleke girîng di berteka li hember tepeserkirina çalakvanên siyasî li Îranê dilîze.  Zêdebûna givaş û rexneyên rêxistinên navdewletî û çalakvanên mafên mirovan dikare lezê bide başkirina rewşa mafên mirovan di wî warî de.

Tepeserkirina çalakvanên siyasî û medenî di civaka Îranê de bûye sedema diyardeyên berbelav ku ji aliyên civakî, aborî û yasayî de bi bandor in.  Têgihîştina bi hûrî ya van berteknîşandana û bandorên li ser civakê dikare bibe sedema baştir têgihiştina dijwarî û îmkanên heyî û ji bo baştirkirina rewşa mafên mirovan di wî warî de bibe alîkar.

Tepeserkirin û girtina çalakvanan di salên dawî de

Ev beş bi vekolîna dosyayên vê dawiyê yên tepeserkirin û girtina çalakvanên siyasî û sivîl di Îranê de hatiye veqetandin û sedem û encamên van siyasetan analîz dike.

 

Bandora girtiyên siyasî li ser saziyên mafên mirovan

Bandora hebûna girtiyên siyasî li ser rewşa mafên mirovan li welat tê nîqaşkirin û çawa bandorê li dînamîkên civakî û mafên kesan dike.

Rola civaka navdewletî û çalakiyên navdewletî di piştevanîkirina mafên çalakên siyasî li Îranê

Di vê beşê de, rola sazî û çalakvanên navnetewî di piştevanîkirina ji mafên çalakên siyasî yên Îranê û bandora wê li ser siyaset û biryarên navxweyî tê lêkolîn kirin.

 Di encamê de rewşa çalakvanên siyasî û medenî û girtiyan di Îranê de gelek pirs û îmkanan bi xwe re tîne.  Vekolîna bi hûrî ya van pirsan ne tenê alîkariya baştir têgihîştina rewşa niha dike, belkî dibe alîkar bo dîtina çareseriyên guncaw û baştirkirina rewşa mafên mirovan di vî warî de.