Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bila em mohra Kurdî li tundûtîjiyên li ser jinê nedin

17:33 - 11 Kanûna Paşîn 2024

N. Mojgan Elîpûr

 

Jina Kurd jî weke hemû jinên cîhanê ji bo maf û azadiya xwe xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye, cihê erdnîgarî û desthilatdariya dîktatoran neçar kiriye ku di du qadên şer de bi pêş bikevin, Têkoşîna neteweyî û têkoşîna wekheviyê, rewşa ewlekarî û siyasî, xebata di warê wekheviyê de kêmreng bûye.

Tişta ku di vê mijarê de hatiye zelalkirin, aliyê yekgirtinê ye, ku nêrîna me li ser pirsê, çareserî û mekanîzman diguherîne û dikare bibe curek tevlîbûna nav têkoşîna neteweyî û bibe alîkarek baş ji bo rûbirûbûna li hember dagîrkeran. Ji ber ku rejîma serdest li Kurdistanê hertim hewl daye ku pirsa wekheviyê zêdetir bi çand û jiyana Kurdî û … hwd li Kurdistanê ve girê bide da ku rola xwe ya xirab û wêranker di wî warî de veşêre.

Cudakirina zayenda civakî mijareke girîng di Îranê de ye û ji dema desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye qanûnîkirin, binpêkarî û tundûtîjiya li dijî jinê nekû lêpirsîn jê nayêkirin belkû bihêz û pişt qahîm in bi desthilata li dijî jinê ya Komara Îslamiya Îranê.

Ev pirs ji bo jinên Kurd dijwartir e, ji ber ku dema ew di çarçoveya Îranê de dijîn û di bin van yasayan de ne, mafên wan weke jinên Kurd tên paşguhxistin. Çimkî rejîma Îranê her ji dema hatina ser kar ve Kurdistan û neteweya Kurd wek gef bo ser desthilata dîktator a xwe dîtiye û ji ber vê yekê jî qasa tepeserî û tundûtîjiyan hertim li Kurdistanê gorî herêmên dinê zêdetir bûye.

Lê, dema ku mijar dibe tundî û tekoşîna li dijî cudahiya zayendî li Îranê, divê em bi hûrgilî wê şîrove bikin û piştre bikevin nava tevgerê. Her kes dizane ku cudahiya zayendî pirseke cîhanî ye û ne tenê taybet bi Kurdan e, belkû di nav Kurdan de bi sedema têkoşîna hevpar a jin û mêran di warên cuda de, gelek kevneşopî û bandorên xirab ên siyasetên rejîmê ji holê hatine rakirin. Em di nivîs û şîroveyên xwe de gelek caran civaka Kurd û jin û mêrên Kurd rexne dikin, lê em pêşîneyên vê siyasetê ji bîr dikin, ev jî qada têkoşîna me diguherîne û me ji armanca me dûr dixe.

Em bi bîr bînin ku em di bin desthilatdariyeke dagîrker de dijîn ku bi çêkirina qanûnan li gorî Şerîeta Îslamê jin sînûrdar kiriye û bi salan e ku jin ji mafê beşdariya siyasî û mafê nûneratiyên postên bilind bêpar mane, bi dehan mijarên din jî hene, weke hicaba bi zorê, ku ev zêdetirî çar dehsalan bûye sedema rikeberiya di navbera jin û desthilatdaran de.

Ev yasa û tundûtîjî di Îranê de ji aliyê odeyên fikrî yên rejîma Îranê ve tên birêvebirin û bi hemû aliyên rejîmê ve bi awayeke berfireh hatiye kirin ku ev reftar û binpêkirin di civakê de bûne normên asayî li civakê de û di Kurdistanê de jî weke çanda Kurdî binav dike.

Virda ye ku sînûrê di navbera xebatkaran û rejîmê de hestyartir dibe.

Siyaseta ku bi salane rejîmê li ser gelê Kurd, bi taybetî jinan disepîne û vê bi dûrketin û hejariya çandî ve girêdayî ye, ku qada têkoşîna jinê ji rûbirûbûna bi dîktator re vediguhere civakê û bi destnîşankirina mêran re.

Ya ku wek bandorên desthilatdaran li ser perwerde û berfirehî dan bi tundûtîjiya li Kurdistanê tê dîtin, aliyên cuda jî hene û bê guman her roj em dibînin ku mafên jinan ji aliyê mêran ve tê binpêkirin, û nayê haşakirin, xebitîn dî vê pêwendiyê de erkê hemû çalakvanên sivîl û siyasî ye, çi jin û çi mêr. Lê ev yeka bi vê wateyê nine ku her tişt li stûyê mêrê Kurd de be.   

Rakirina vê nêrînê û jiholêrakirina van asewaran ne karekî hêsan e û tenê bi rakirina vê desthilatê û hatina ser kare hikûmeteke demokratîk çê dibe ku bikare van mafan di yasayan de bi cih bike, û xwedî plan û projeyên demdirêj be, lê nabe pêka geşeya hizirî ya civaka Kurdî û cihgîrbûna van siyasetên qirêj bêxem bin. Di wî milî de çalakvanên  medenî û serbixwe karekî baş kirine û rewşenbîrîkirina di wî warî de bûye û li kêlega vê xebata berdewam a van têkoşeran û di pratîkê de xebata hevpar a jin û mêran di qada têkoşînê de kevneşopiyên hatinî sepandin derdixe pêş û çanda kurdî ya resen cihgîr dike û hewceye ku ev hewlên han berdewam û berfirehtir bikin û tenê erka ser milê jinan nezanin.

Rejîma Îranê ji hişmendiya siyasî û civakî ya gelê Kurd bi taybet jinan ditirse, ji ber ku dizane têkoşîna jinên Kurd tevlî têkoşîna mafên mirovan û nasnameyan e û nikare van ji hev qut bike. Di wî warî de her çalakiyek birêve diçe, vê bi çaveke ewlehî dibîne û niha wisa lêhatiye ku xebata di warê jinan de jî wek gefê dibîne û tirs ketiye canê vê.

Mînaka vê yekê jî cezayên giran ên çalakvanên mafên medenî ye, di nav wan de xanima Ferîde Weysî, çalakvana jin, ku çendîn caran bi tohmeta “propagandekirina bi dijî rejîmê” bo dezgeha îtla`atî û dadgehê hatiye gazîkirin, ev yeka di halekê de ye ku bixwe ragihandiye ew tenê li sr jin û hişyarbûnê kar dike. Ku vîdeoyên ku di dadgehê de di vê derheqê de hatine tomarkirin ev wek tohmeteke nû bo şikesta siyaseta rejîmê ji aliyê dadwer Heyderî ve hatiye bi nav kirin.

Helbet rûbirûbûna van polîtîkayan dê bedelên giran bide ku bi hebûna jinan di qada çalakiyê de ev yek bi giranî ji holê radibe.