Azad Kurdî
Bi şorişa pêkhateşikên a “Jîn,Jiyan Azadî” bi pêşangiya gelê Kurd, êdî desthilatdariya rêjîma Îranê bi dewrana pêş şorişa Jîna û piştî şorisa Jîna gav avêtiye. Çi tiştek weke berê nemaye. Desthilatdariyeke dîktator û hov ku bingeha wê li ser xwînrijandin, lidarvekirin, îşekence û girtin û pêkanîna tirs û xofê heta 45 salan kariye temenê xwe bidomîne. Lê êdî ev heybet nemaye û viyan û îradeya gelên nav cografiyaya Îranê vejiyaye. Azadî, demokrasî û wekhevî û mafên rewa daxwaz û armanca rojev e. Ligel ku bedel û qurbanî gelek hatine dayîn di yek sala borî de, lê ev yek bo ferzkirina îradeya azadîxwaziyê ya gelan bû bi ser tarîtî û nîrê zordariya desthilata xedar.
Yek ji fakterên mayîna rêjîma Îranê li ser desthilatê heta niha, nebûna opozîsyoneke bihêz û yekgirtî ye bi hemû pêkhateyan, helbet ji xeynî Kurdistanê. Di wî warî de rewş li Rojhilatê Kurdistanê cuda ye ligel hemû Îranê. Li Rojhilatê Kurdistanê ligel hemû tedbîrên rêjîmê bona dûrxistin û lawazkirina hêzên bi bandor ên Kurdî ji Rojhilata Kurdistanê, lê peywendiyên zindî yên gel û partiyên siyasî, rêjîm sergêj û matmayî kiriye. Ji ber ku ev peywendî dîrokî û civakî ne, bi çi zext, zordarî û pîlanên ewlekarî û tund û tûjiyan nayên qutkirin. Bingeha vê yekê dîrokî ye û selimandiye ku kurd bona rizgarî û bidestveanîna mafên neteweyî û wekheviyê xebatê dikin û xwediyê dozeke rewa ne û bêy çareseriya pirsa Kurd, gelê Kurd qet dest ji vê doza rewa bernedaye û bernade. Mînaka berçav li cade û kolanên Kurdistanê di îradeya gelê Kurd de li şoirişa Jîna yê de hate nîşandan.
Îran welatek e ku ji çend netewe û zimanan pêk tê. Fars, Turk, Kurd, Ereb, Belûç, Turkmen, Gîlek û … pêkhateyên wî welatî pêk tînin. Bêy qebûlkirina vê pirrengî û pirrneteweyîbûnê di qanûna bingehîn de bi awayekî fermî, qet pirsgirêk çareser nabin. Bi derbasbûna demê û bi siyasetên înkar, zilm û zordariyên her du rêjîmên Pehlewî û Îslamî yên Îranê meşandine, navber zêdetir bûne û daxwazên gelan jî radîkaltir bûne. Navber ji wê demê destpê kirin ku li her du welatên Turkiyê û Îranê, Ataturk û Rizaxan bi pêkanîna reforman, xwestin civakê modernîze bikin !!! Projeya wan ya sereke avakirina sîstemekê bû bi yek Al, ziman û netewe, bêy berçavgirtina pêkhateyên her du welatan. Ev yek bû bingeh û destpêka pirsgirêkan ku heta niha li Îran û Turkiyê bê çareserî mane. Di vî warî de em dibînin ku cudayiyek di navbera desthilat û opozîsyona seranserî de nîne di van du welatan de.
Bi destpêkirina şorişa Jîna, beşeke sereke ya opozîsyona rêjîmê li derve selimandin ku di pirsa nasandina pirsên neteweyên nav cografiya Îranê de, siyaset û helwêstên wan ferqek digel rêjîmê nînin. Dixwazin pirsa kurd û gelên din di çarçoveya mafên hevwelatîbûnê de kurt û kêm bikin. Qet amade nînin di çarçoveya lihevhatineke destpêkî û piştre qanûna bingehîn de mafên wekhev bon hemû gelan bi fermî nas bikin. Kurd û gelên din daxwaza pêkanîna sîstema fêderal li ser bingeha neteweyî û cografî dikin, çi aliyek hazir nine vê sîstemê qebûl bike. Hêzên ku baweriyên wan bi dêmokrasî û bingehên dêmokratîk hebin, vê yekê bi hêsanî dikarin bipejirînin. Rewşa vê dawiyê da xuyakirin ku evhêz hêşta xwe ji bingehên dîktatorî, faşîzm serdestiyê rizgar nekirine û ne jî bêhnek ji demokrasiyê kirine.
Dêmokrasî bingeha çareserkirina pirsgirêkên wiha ye. Heta maf û azadiyên gelên ku di çarçoveyeke cografî de dijîn, bi fermî û di qanûna bingehîn de neyên pejirandin, pirsgirêk qet çareser nabin. Ger mirov bala xwe bide welatên Swîs, Beljîka û Kanada ku xwediyên pêkhateyên netweyî yên cuda ne, bi pêvajoya bifermînaskirina civak û ziman û neteweyên cuda di çarçoveya qanûnên bingehîn ên wan welatan de, pirsa neteweyî heta asteke baş çareser kirine. Her neteweyek di çarçoveya cografiya xwe ya diyarîkirî, rêveberiya xwe dike û welat jî bi vê sîstema fêderal baştir rêve diçe. Kurd û gelên din jî divê heta bifermînaskirina mafên xwe di qanûna bingehîn de xebatê bikin.