Roja Duşemî 27ê Çiriya Pêşîn, çendîn kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi awayekî berfireh ji aliyê malnişînkiriyan û perestaran ve bi rê ve çone.
Pêka dawî raporan, li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmaşanê de perestaran bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember vernegirtina maf û hiqûqên xwe yên yasayî, kombûneke berfireh li rûberûyê zanîngeha zanistên pizîşkî li wî bajarî de lidar xistin û ragihandin ku li berdewamiya vê rewşê, dê dest bi mangirtinê bikin.
Herwisa li bajarên Xuremabad, Xoy, Sine, Kirmaşan û Merîwanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li derheq bêdadiya stada birêveberî û herwisa xwedîpişk û xwediyên şirketa Muxabirat ku pişka herî zêde ya spaha pasdaran a terorîst e û serastkirina yasayên malnişînkirin û zêdekirina hiqûqan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajrên din ên wek Tewrêz, Têhran û Îsfehanê, kombûnên hevşêwe bi rê ve birin.
Li vê rojê de malnişînkiriyên banka millî ya rêjîmê li bajarê Têhranê li hember bêdadî û birêveberiya gendel û şaş a vê bankê, kombûneke nerizayetiyê bi rê ve birin.