“Elî Husên Mûsewî” ku yek ji fermandeyên Hizbullahê û endamê sipaha pastaran a terorîst, ku berpirsê hevahengîkirina veguhastinên serbazî ya Hizbullahê bûye, li devera Beqa`a rojhilat a Lubnanê de bû armanca dironeke îsraîlî û bi maşînê ve hate teqandin.
Pêka raporên belavbûyî, ev terorîstê rêjîmê wek tacirî cebilxaneya û alavên şer a Hizbullahê bûye û li kirîn û veguhastina çekan ji Sûriyê bo Lubnanê de rol hebûye û yek ji kesên bingehîn li nûjenkirin û pirçekkirina Hizbullahê bûye û li şerê Sûriyê de jî yek ji terorîstên payebilind ê nêzî Qasim Silêmanî, terorîstê navnetewî bûye.
Herwisa Îsraîlê milîsekî Hizbullahê yê bi navê “Husên Îbrahîm Salîman” ku berpirsê nûjenkirina jêrxanên Hizbullahê li hêza “Rizwan” a Hizbullahê bûye, li devera “Elbeyd” li başûrê Lubnanê de kiriye armanc û kuştiye.