Roja 25ê Çiriya Pêşîn a 2025 a Zayînî, heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya xatûn Dr. “Sozan Fethî” li konferansa jinan a rêkxirava “Progressive Alliance” li jêr navê “Geşedan bi rêberatiya siyasî ya Fêmênîstî û bidestveanîna aşîtî” li bajarê Lotsêrnê li Swîsê de beşdarî kirin.
Li vê konferansê de ku bi beşdariya 10an nûnerên rêkxiravên jinan ji çendîn welatên cîhanê pêk hatibû, li 2 panêlan de mijarên wek tundûtîjiya dîcîtal, gengeşe kirin û gotarek ji aliyê “Elîzabêt bawmîşinaydêr” a endama Şêwreya Federal, Berpirsa Karûbarên navxweyî, li derheq tundûtîjiya zayendî û ceribandinan, berdewam bû.
ji aliyê birêveberên konfetansê ve bi germî pêşewazî li Heyeta Hizbê hate kirin û li berdewamiya konferansê de şanda Hizbê digel çendîn nûnerên Parlemana Ewropa û seroka beşa Jinan a hizbên Sosyalîstên Ewropayê û çendîn endamên perleman û nûnerên din ên welatên Ewropayî hevdîtin kirin û dîtinên xwe li ser mijarên rojê, pirsên pêywendîdar bi Jinan li Kurdistanê û bernameyên hevpar bo paşerojê de şirove kirin.