N. Serbest Urmiye
Têgeha neteweyîbûn û netewexwaziyê di civakê de , li gor hizir û têgihîştina endamên civakê, girêdayî rewşa welat û civakê ye. Dema ku di welatekê de gel ber bi rûyê metirsiyê li ser şûnas û hebûna xwe hat, şûnasxwazên civakê bizava netewexwaziyê di civakê de pêş dixin û bihêztir dikin. Ji ber ku di pêvajoya şûnasxwaziyê di civakê de, her tim hewila gihîştin bi yekîtiyê tê dan û bi yekîtîya gel rêya çareserkirina arîşe û pirsgirekên hindur yên civakê tê şopandin. Di heman demê de jî hêleke diyar di navbera civaka xweyî û bîhanî de tê keşandin.
Şûnasxwazî di civakê de girêdayî faktorên erdnîgarî, siyasî, dîrokî, aborî, çandî û perwerdehiyê ye û di rêya şopandina nirx, sembol, dîrok, efsane û kevneşopan de ku bomayî(mîrat)ên civakê nê, şûnasa xwe ya neteweyî didin nasandin ku asta bilind ya pêvajoya şûnasxwaziyê tê naskirin.
Li gor vê destpêkê hewil tê dan ku rewşa civaka rojhilatê Kurdistanê bê şirovekirin. Di du salên bihorî de bûyerên ku Rojhilatê Kurdistanê de hatin tomar kirin, rastiya gotinê ku di destêpkê hatine kirin, kifiş dikin. Piştî kuştina keça Kurd li Tehranê bi terzê zorê û piştgîriya gel ji dadxaziya malbata wê, serhildaneke berfireh welat girt. Di vê serhildanê de aliyên cuda derketin û meydana serhildanê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, seranserî Kurdistanê û pareke zêde ji Îranê jî girt û bi navê şoreşa “Jîna” rêbazeke nûjen wate”Jin, Jiyan, Azadî” afirand. Lê dema ku pênase, silogan û armancênn serhildana Şoreşa ”Jîna”yê di civaka seranserî ya Îranê û bi taybetî civaka Fars ya navenda Îranê de hemşêweyê civaka Kurdistanê nebûn yan di hin derfetan de meşeke berwajî dan pêşiya xwe, gelê Kurd hêleke taybetî bo serhildanê li gor taybetmediyên civaka Kurdistanê bo Şoreşa ”Jîna”yê pênase kir û dengê bilind ê şeqamên Kurdistanê yê” bi eşkere da xuyakirin ku armancên serhildanê di Kurdistanê de bilindtir in. Ji bilî vê hindê jî, ferq û cudahiya terzên serkut û reşkujiya rejîmê di Kurdistanê û navenda Îranê de, bû heger ku pêvajoya şûnasxwaziyê di civaka Kurdistanê de hest bi metirsiyeke nû li ser hebûna xwe bike, lewma di demeke kin de civak yek xist û bi nasnameyeke civakî û neteweyî ya cuda ji nasnameya civaka navendî serhildana han pênase kir. Siloganên ” heta Kurdek bimîne, Kurdistan jî dimîne” yan ” Kurdistan, goristana faşîstan” ku seranserî Kurdistanê de bûne dengê şeqamên azadîxwaz, wê rastiyê diselimînin.
Bizava şûnasxwaziya civakî piştî şoreşa “Jîna”yê derbasî berxwedaneke neteweyî bû û yekîtiya gel bo çareserkirin, derbasbûn û hevparkirina arîşe û êş û janên civakê berhema xuya ya vê bizavê ye. Nimûneya herû berçav jî xesareta can ji destdana sê çiyagerên Kurd yê bajarê Nexedê bû ku meşa dîrokî ya beşdariya gel di peydakirina term û hevxemiya malbatên wan de, kêm wêne bû.
Di aliyeke din serbarê boykutkirina hilbijartinên gera dozdan ya Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê, ji aliyê hêz û navendên siyasî yên Kurd ên dijberî rejîmê di Kurdistanê de, dema ku rejîmê bo li dijî hev berdana Kurd û Azeriyên bajarên weke Urmiye, Nexede, Selmas, Makû û Xweyê di parezgeha Urmiyê de, ji pirsa şûnasê weke pîlan mifah vergirt û dest havête piropagendên şerxwaz, civaka Kurdistanê, nasnameya neteweyî ya bajarên han da selimandin. Ev pêngeha gel ji du aliyan vet ê şirovekirin. Ya yekê eva bû ku rejîmê bi taybetî piştî serhildana “Jîna”yê hemû hewla xwe dida neteweyên din yê Îranê li dijî Kurdistanê han bide û parezgeha Urmiyê jî bi akincîbûna du neteweyên Kurd û Azerî, derfeteke baş dida rejîmê bo serkewtin di pîlana han de û hewil dida ku wan deverên han ji herêmên din yê Kurdistanê veqetîne û bide xuyakirin ku tevlî serhildan û yekîtiya gelê xwe nabin. Ya duyê meşa tundajo ya Azeriyan û nemaze alîgirên “panturkîzm”a tundajo ye ku ji aliyên derve yên herêmê ve û heta mirov dikare bêjê ku ji aliyê navendên sîxorî û ewlekariya rejîma Îranê ve jî li hember Kurdên akincî yên parêzgeha Urmiyê de, tên piştevanî kirin. Bizavava şûnasxwazî di civakê de serkewt û bo careke din şûnasa neteweyî ya vê axê û herêmê da kifiş kirin.( Helbet qala rastî û piştgiriya hilbijartinên rejîmê di vê basê de aliyeke cuda ye ku nahê pesendkirin û armanca gotarê jî dana meşrûiyetê bi rejîmê nine.)
Di pêngeha nû de, pêşwaziya gel li Newrozê ya ku îsal bi Newroza “Meşxelên Rizgariyê” ji aliyê rêxistiên sivîl ve hatiye bi navkirin. Pêşengî û pêşwaziya gel û yekgirtin bo parastina nasnameya neteweyî ya Newrozê, bizaveke li hember piropagendeyên hemû aliyên ku hewil didin nasnameya Newrozê biguherin yan jî di bin siya hin baweriyên olî û …, rûmetê newrozê aloz bikin. Di vir de meşa gel hilgirê du peyamên serke ye. Ji ber ku hatina Newrozê îsal hevdem bû bi hatina meha pîroz a Remezanê û serbarê piropagendeyên aliyên mesebî, nemaze melayên şîie yên girêdayê bi rejîma Îranê ve li dijî Newrozê û anîna hedîs û gotinê olî bo alozkirina rûmetê Newrozê, gel da xuya kirin ku nasnameya neteweyî bilindtir e û di heman demê de jî rêzê ji baweriyên olî yên civaka xwe digire. Lewma berî hatina meha pîroz li cem oldaran, rê û resmên Newrozê lidarxistin.
Ji aliyeke din ve berfirehbûna rê û resmên Newrozê û pêşwazî û beşdariya berçav û dîrokî ya gel di Kurdistanê de , di hember nebûn û xemsariya herêmên navendî yên Îranê de ku di hewla guherîna nasnameya Newroz a Kurdî de ne, da eşkere kirin ku Newroz ji bilî Kurdbûnê çi nasnameyeke din vernagire.
Di dawiyê de, di cihê xwe de ye ku helbestvanê Kurd ”Rizaliyê Reşîd” were bîranîn ku dibêje:
Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin şer,
Weke berfa sîngê Sîpan
Helîyan, dîsa çîyayên me man.
Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lê kirin,
Tofanê şûşt, ew tev birin,
Dîsa navên qedîm ser man.