
Bi sedema qutbûna lipeyhev, demdirêj û bêberanmeya av û berq li Îranê, xwenîşandanên neizayetî li Îranê de gelek zêde bûne û xelk ji neşiyana berpirsan û herwisa dijwartirbûna vê rewşê bêzar bûne.
Li dawî xwenîşandana li vê derheqê de hezarn kes ji xelkl bajarê Xumam li parêzgeha Gîlanê de, bi rohnî hate dîtin ku berpirsên rêjîmê ti bername û rêkatrek bo çareserkiriuna wav qeyranan nînin.
Li parêzgehên cuda ji Xûzistan û Kirmaşanê ve heta Têhran û Meşhedê, ji Bûşêhrê ve heta Gîlanê, xelkê nerizayetiya xwe li derheq qutbûna av û berqê dane xuya.
Rêjîmê bo xisarpêketina zêdetir bi alavên berqî, voltaja berqê jî kêm kiriye, alavên xelkê yên berqî jinav diçin, herwisa li vê rewşê de xisarên malî yên giran bi beşên, werzêrî, xwarin, tendirûstî, xizmetkariyên civakî û bazarê kevtiye.
Hejarî, tepeserkirin, nebûna ewlehiya canî, nebûna av û berqê li rewşek wiha dijwar de jiyana xelkjê Îranê gelek dijwartir kiriye.