
N. Eskender Ceiferî
Di dîroka têkoşîna neteweya Kurd de li Rojhilatê Kurdistanê, navê Dr. Ebdulrehman Qasimlo mîna alayek bilind dibiriqe, Rewşenbîrekî şoreşgêr ku berevajî hin kesatiyên din ên siyasî, bi eşkereyî rastiya tal a Îrana navendgera eşkere kir. Li gor baweriya Dr. Qasimlo "pirsgirêka dagirkariya Kurdistanê" ne pirsgirêkek çandî û êtnîkî ye, lê encamek rasterast a hêjmûniya siyasî, aborî û çandî ya neteweyekê li ser neteweyên din di nav sînorên erdnîgarî yên Îran de ye. Wî, desthilata serdest a li Îranê wekî "faşîzma Farsî" bi nav kir ku hewl dide neteweyên ne-Farsî, nemaze neteweya Kurd, tune bike.
Li gor raman û nêrîna Dr. Qasimlo, Îran ji hêla neteweyekê ve hatiye dagirkirin. Wî gelek caran tekez kiribû ku Îran "welatek pirnetewî" ye, lê hêza siyasî, aborî û leşkerî tenê di destên neteweyekê de kom bûye. Ew jî neteweya Fars e. Bi dîtina wî, ev kombûna hêzê ji bilî kolonyalîzma navxweyî tiştek din nîn e: "Kurdistan koloniyeke Îranê ye. Em di ti hevkêşeyeke vê hêzê de beşdar nîn in, lê di bin pêlavên wê de ne. Tiştê ku li Tehranê tê biryardan, dê di encamê de zindan, tunekirin û mirinê bide me."
Wî bawer dikir ku "serweriya netewî ya Îranê" efsaneyek e, Belgeya hêjmûniyeke nijadperest e ku hewl dide bêje ku neteweyên ne-Fars bê kok û bê nasname ne û tiştek wan tune ye. Ev serwerî ne li ser peymanek civakî hatiye damezrandin, lê bi darê zorê, tepisandin û çewsandinê hatiye avakirin.
Di salên destpêkê yên têkoşînê de, Dr. Qasimlo xweserî û pergalek mîna fêdêralîzmê ji bo Îranê dixwast. Lê bi derbasbûna demê re û çavdêriya xwezaya dagirkar a rêjîmên li pey hev - ji Pehlewî bigire heya Komara Îslamî - ew gihîşt wê encamê ku her hêviyek ji bo rêforma dagirkar a navxweyî li Îranê xeyalek metirsîdar e: Azadî tenê bi serxwebûnê dikare were bidestxistin."
Wî bi eşkereyî diyar kir ku neteweya Kurd, mîna her neteweyek din a bindest, xwedî maf e ku çarenûsa xwe diyar bike. Bi dîtina Qasimlo, mafê serxwebûnê mafek pir girîng û înkarnekirî ye ku divê her neteweyekê ew maf hebe. Wî serxwebûn ne wek sloganek hestyar, lê wek rêyek maqûl ji bo rizgarbûn ji bêrêzîkirin û wêrankirinê didît.
Piştî şoreşa neteweyên Îranê, Kurdan daxwaza xwerêveberiya dêmokratîk “Xudmuxtarî” yê dikir. Lêbelê, bersiva hikûmetê tepeserkirina hovane, bombebarankirina bajar û gundan, darvekirinên bi kom yên çalakvanan û komkujiya sivîlan bû. Qasimlo van bûyeran ne wek krîzek navxweyî, lê wek "şerekî ku ji hêla neteweya Fars ve li ser neteweya Kurd hatiye ferzkirin" bi nav dike. "Em neçar mane ku guh bidin hikûmetekê ku ne me nas dike û ne jî me wekî Kurd qebûl dike."
Li gor Dr. Qasimlo Komara Îslamî heman polîtîkayên neteweperestiya radîkal a Pehlewî bi guhertina zimanê îdêolojiyê didomîne, Ji nijadperestiya Aryan bigire heya nijadperestiya olî-Farsî.
Nijadperestiya sîstmatîk li Îranê di hemî astan de tê dîtin. Dr. Qasimlo bi berdewamî diyar kiriye ku ziman, perwerde, mêdya û pergala rêveberiyê, amûrên sereke yên kolonyalîzma navxweyî ya Farsî li dijî neteweya Kurd in. "Mafê me tune ye ku em zimanê xwe yê dayikê jî fêr bibin, zarokên me dîroka xwe li dibistanan naxwînin. Ew dîroka dijmin fêr dibin."
Sîstma perwerdehî û mêdyayê ya li Îranê an Kurdan paşguh dike an jî wan wekî "çete", "mirovên hov" û "eşîrên nesivîl" nîşan dide. Ev nijadperestiya nerm, digel tundûtûjiyê, bûne sedema hewldanên ji bo jinavbirina nasnameyê û tunekirina fîzîkî.
Sala 1989an, Qasimlo li Viyanayê, li paytexta welatê Avusturya “Otrîş” ê, di dema danûstandinan de bi nûnerên rêjîma Îranê re hate têrorkirin. Ew têror, ne bi helkeft bû. Berevajî vê, ew beşek ji projeyekê bû ji bo bêdengkirina dengê berxwedana pêşketî ya Kurdan. Dr. Qasimlo hate têrorkirin ji ber ku wî red kir ku neteweya xwe bifroşe.
Terorkirina Dr. Qasimlo xuya kir ku rêjîma Îranê ne amade ye ku heya dawiyê di vê qada aştiyê ya derewîn de berdewam be ku bixwe pêk tîne. Wî her weha nîşan da ku heya ku nasnameya neteweya Kurd zindî be, navend dê her gav bijardeyeke leşkerî bi kar bîne neku diyalogê.
Qasimlo bi xwîna xwe rastiyeke dîrokî zelal kir. Ew jî ev e ku, Îran ne welatek e. Berevajî vê, ew komek neteweyên bindest in ku zû an dereng dê bêdengiya dîlgirtina navxweyî bişkînin.
Îro, neteweya Kurd, piştî sedan salan berxwedanê, ji her demê bêtir haydar e ku azadî ji Tehranê nayê. Berevajî vê, ew ji axa Kurdistanê, çiyayên wê, zimanê wê yê dayikê û bîra wê ya tepeserkirî tê. Li gorî nêrîna Qasimlo, serxwebûn ne tenê gengaz e, lê pêdivî û pêwîst e. Ji ber ku neteweyek ku nikaribe çarenûsa xwe diyar bike, dê her gav bibe lîstika xelkê din.