
N. Serbest Urmiye
Destpêk
Di navbera dehsalên 1340 heya û 1350’an ên Rojî de, veguherînek bingehîn bi ser tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê de hat. Guhertinên ku di doma rê û armancên Komara Kurdistanê de, tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê ji pêkhateyeke leşkirî û di bin siya hizr û rêkxistinên eşîretî de bi tevahî veguherî û di pêkhateyeke neteweyî, siyasî, sivîl û xwedî raman de rêkxist. Di vê navberê de, Dr. Ebdlurahman Qasimlo, bi ezmûnên xwe yên li Rojhilata Ewropayê, nemaze Bihara Piragê ya sala1968’an, hewil da ku asoyek nû ji ber têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê veke. Di vir de hewil hatiye dan ku rola Dr. Qasimlo di guhertina tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi ji nû ve avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, dahênana hizra xweserî(otonomî)a demokratîk û bi hevre girêdana pirsa neteweyan bi demokrasiyê ve, were şirove kirin.
Pirag: xala guhertina ramanên siyasî yên Qasimlo derheq doza Kurd
Qasimlo di salên 1950an de bo xwendina zanistên aborî çû Zanîngeha “Charles” li Piragê. Çûna wî hevdem bû bi serhildana reformîst a li Çekoslovakyayê û serhildana bi nav a Bihara Piragê ya sala 1968an re. Wî pêvajoya hevgirtina sosyalîzm û azadiyê di vê serhildanê de weke ezmûn dişopand . Tepeserkirina vê serhildanê ji aliyê Sovîyetê ve, Qasimlo ji aliyên nerênî û serberedayîbûna desthilata îdeolojîk haydar kir. Lewma di hizra wî de, sosyalîzm bê hebûna azadiyên takekesî û neteweyî, tenê rûyek din a zordariyê bû.
Nûjenkirina PDKÎ’ê: Ji Pêkhateya kilasîk ve bo Rêkxistineke serdemî
Dubare vegerîyana Qasimlo bo qada siyasetê di Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, hevdem bû bi ji nû ve vejandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê(salên 1340’an ên Rojî). Wî li ser binêşeya sosiyalîzm û demokrasiyê manîfesteke nû pêşkeşî tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kir. Hewil da nifşa ciwan û xwendekar tevlî tevgerê bike û ji bo berfirehtirkirina tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, têkilî bi hêz û aliyên pêşverû yên cîhanî û Îranî ve kirin. Bî vî terzî û bi ramana xwe ya nû û herwiha pesendkirina Sosyalîzma Demokratîk, weke pirensîpeke bingehîn di tekoşîna pêşerojê, Dr. Qasimlo guhertineke mezin di pêkhate û siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê de pêk anîn û ji sîstema berê ve guherî bo rêkxistineke xwedî raman, nûjen û serdemî.
Sosyalîzma Demokratîk, xala cudahiyê û nîşana pêşkewtinê
Hewla Dr. Qasimlo ji bo pesendkirina sosyalîzma demokratîk di destûra bingehîn a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, xizmeteke mezin bû di warê ji hev nêzîk kirina aliyên hizrî û rewşenbîriyê di navbera endaman de(PDKÎ), vexwendina nifşên ciwan û rewşenbîrî, xurtkirina meşrû’îyeta hindûr rêkxistinê û meşrû’îyeta siyasî di civaka sivîl de, bi deng ve hatina daxwazên çîna kedkar, mamoste, cotkar û kêmneteweyên bindest, hev terîb bûn bi nirxên cîhanî yên mafên mirovan û dadperweriya civakî re, rê xweşkirina alîkarîyê bo partî û tevgerên pêşverû yên cîhanê, jordebirina pêgeha partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di civat û medyayên siyasî yên cîhanî de û cuda kirina hêla siyasî û tekoşîna PDKÎ’ê ji rêkxistinên çekdar ên radîkal û tundajû de. Guhertina han di siyaset û ji nû ve avakirina PDKÎ’ê de, di heman demê de ku nîşana diyar a xebata rewşenbîrî û siyasî ya PDKÎ’ê bû, stratejiyeke bibandor bû jî bû, bo yekxistina vê partiyê , vexwendina hêzên nû û bi hev re girêdana civaka Kurdistanê û cîhana derve.
Pilatforma Xweserî(otonomî)ya Demokratîk: Mînakek ji bo bi hevre jiyanê di Îranê de
Di deh salên 1350’an de, Dr. Qasimlo pilatformrke pir alî li ser bingeha perwerdehiya bi zimanê dayikê, hilbijatrina encumenên herêmî, mafên jinan, azadî bo partiyên siyasî û pir rengiya çandî û…, ji bo xweseriya demokratîk pêşkêş kir. Pilatforma han ne di reng û ramana cudahîxwaziyê de xwe pênase dikir, belku tekez li ser beşdariya pêkhateyên neteweyî di çarçoveya Îraneke yekgirtî de dikir. Mînakek kêrhatî û hemşêveya ezmûna welatên pir-netewe û li ser bingeha dadperweriya neteweyî, siyasî û civakî.
Serhildana 1357’an Rojî û Berhevketina Du Nêrînan derheq Îran a Pir-Neteweyî
Bi serkeftina şoreşê, ji aliyê gelê Kurd ve piştevaniyeke berfireh ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate kirin. Dr. Qasimlo hewil da ku di rêya gotûbêj û danûsitandinê de bi hikûmeta demkî ya vê demê û piştre bihikiûmeta di bin serok komariya Benî Sadir de,
pilatforma xweseriyê(otonomiyê) bike çarçoveyek yasayî. Lê îdeolojiya hişk û req a rejîma nû hatî ser kar, nemaze dijberiya Ayetullah Xumeynî li hember hemû şêweyeke xwerêveberiyê xêncî xwerêveberiya Îslamî ya li gor hizra wî û her wiha zalbûna rewş û ramana ewlekariyê di heyamê serkevtina serhildanê de( heya niha jî), bûne sedema astengkirina danûstandinan û destpêkirina şer li Kurdistanê. Lê serbarê xurtbûna şerê çekdaryê jî, Dr. Qasimlo her tim girîngî dida çareseriyên siyasî û dîplomatîk.
Qasimlo; Dîplomatekî Navneteweyî û Dengê Kurd di Cîhanê de
Şarezayî û zalbûna Dr. Qasimlo bi ser çend zimanên zindî yên cîhanê û têkiliyên wî yên berfireh bi saziyên navneteweyî re, di nava hêzên nerazî yên rejîma Îslamî de, kesayeriyeke berçav û pêgeheke diyar ji Dr. Qasimlo re misoger kirin.
Dr. Qasimlo ji konferansên navneteweyî weke derfet û çeperekê ji bo derbaskirina pirsa gelê Kurd ji pirseke qewmî(etnîkî) ve bo pisreke neteweyî û demokratîk, mêze dikir û mifah jê werdigirt. Wî hewil da ku pisra neteweyî di Kurdistan û Îranê de cîhanî û berfireh bike. Rêbazek ku heya niha jî tê meşandin.
Encam
Di navbera Bihara Pragê û Rêbendana 1357’an a Rojî de de, Dr. Qasimlo, him wekî rewşenbîr û him jî wekeî bîrmendekî siyasî, bingehên rewşenbîrî yên nû ji bo tevgera Kurd li Îranê danîn. Pilatforma wî ya derheq otonomiyê ku li ser bingeha azadî, dadperwerî û demokrasiyê ava bibû, hîn jî wekî yek ji mînakên herî pêşkeftî ji bo çareserkirina pirsgirêka neteweyan di Îranê de tê hesibandin. Terorkirina wî li Viyanayê di sala 1989’an a Zayînî de, ne dawiya rêya wî bû, berevajî destpêka rêyeke nû bû ku heta îro jî berdewam û pir rêvîng e.