
Pêka girte vîdyiyeke belavbûyî hêzên rêjîmê li şeqameke bajarê Têhranê de li ber çavên xelkê ciwanek îşkence kirin û ew îşkencekirina xoserane û bê hebûna ti hêcetekê, bi qasekî dijwar bûye ku wî ciwanî nedikarî li ser pêyan raweste.
Li dema îşkencekirina wî ciwanî de, xelkê ser şeqam nerizayetiya xwe dane xuya lê hêzên îşkencekar ên rêjîmê ti giringiyek nedane nerizayteiya wan û bi gotinên kirêt hewla veguhastina wî ciwanî bo îşkencegehên xwe dane.
Pêka vê girte vîdyoyê, wî ciwanî sedema îşkencekirina xwe nezaniye û îşkencekarên rêjîmê jî bersiva pirsyarên wî bi îşkencekirin, lêdan û gotinên kirêt dane.
Hovitiya hêzên rêjîmê gihîştiye astekê ku li ser şeqaman jî bi awayê xoserane xelkê îşkence dikin.