
Roja Sêşemî 7ê Gelawêjê, bi beşdariya sedan kes ji xelkê bajarê Seqizê, malbatên şehîdan, çalakvanên medenî û jîngehparêzan, rêûresmek bi şan, bo bilindragirtina yada Şehîdên Parastina Jîngeha Kurdistanê, li parka “Mewlewî” ya wî bajarî de hate lidarxistin.
Li vê rêûresmê de yad û navê şehîdan “Hemîd Muradî, Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî” bi bilind hate ragirtin û xelkê bo yada wan şemal hilkirin, bi hev re sirûda “Ey Şehîdan” û “xwa weten awakey” û çend stranên netewî sitrandin, helbestên Kurdî xwendin û dirûşmên wek “Şehîd Namirin” dan û daxuyanî belav kirin.
Xelkê Kurdistanê tim yad û navê şehîdên xwe bi bilind radigre û wan jî bîr nake.