Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer di pêxema xwe dorandinê de

00:54 - 23 Nîsan 2024

N. Serbet Urmiye

 

Di  bingeh de, cudahî di pêkhate û sîstemên civakî, çandî, îdeolojî û …di  navbera hêz yan welatên cuda de, sedema derketina şer tê hesibandin. Renge  gelek caran jî hevsengî di warên civakî, aborî, sîstema siyasî, hêz û  teknolojiya  şer di navbera aliyên şer de hebe, wê demê dibe ku faktera îdeolojiya cuda bibe hegera serhildana şer.

Eva hertim ne rast e eva ye ku dawîya şer di serkewtina yek ji aliyên şer de ye. Di rastî de heya ku tev aliyên civakê piştevaniyê ji şer û bikin hêza berdewambûnê jê re dabîn bikin, şer didome. Wate dom û bidawîhatina şer, girêdayî bi hêza pêkhateyên civakî û aborî yên aliyên şer e, Herçend ku îradeya tex û taqimên cuda yan rêberiya şer jî li ser berdewambûn û serkewtinê di şer be, lê di kiriyar de şiyana pêkhateyên civakê ye ku encama şer dide kifiş kirin. Eva faktereke eşkere û  giştî  ye û  biha, bawerî û pîvanên civakê bi hev re diwehûne.

Dema ku îdeolojî weke faktera sereke ya seferberiya şer bê zanîn, lawaz bûna wê jî dibe sedem ku çi bandor li ser  civakê çinebe. Vê demê civak rastî qeyrana bîr û baweriyê û bihayên berdewambûnê tê û şer jî hêza xwe ya bingehîn ji dest dide. lewma karnameya(bihêz yan lawaz) a şer ku sedema têkçûn û serkeftina hevsengiyê di civakî deye, biryara şer û aştiyê dide .

Li gorî şiroveya han, mirov dikare heta qasekê encama şerê di navbera rejîma Îslamî ya Îranê û Îsrayilê de bide xuyakirin. Ya ku xuya ye di hemû temenê xwe de rejîma Îranê hertim bagnewaziya nehêştina Îsrayîlê daye û ne tenê mifah ji hêz û teknolijiya şer ya di bin desthilata xwe di Îranê de wergirtiye, belkû teknolojî û hêza xwe ya şerajo bi taqimên şerajo yên destçekiriyên xwe di herêmê de jî bo şer li dijî Îsrayîlê, parvekiriye. Lê heya niha ji bilî ku her carê li cara berê lawaztir derketinê, çi encamek ji rejîmê re çinebûye.

Ev rastiye nahê veşartin ku rejîma Îslamî ya Îranê ne di ware teknolojiya şer de û ne di ware sîstema siyasî û civakî de, xwediyê çî hevsengiyekê li beramber Îsrayîlê de nine.

Hewceyî gotinê nine, belgeya dorandina rejîmê di şerê han de, êrîşa bi navê “Bahoza El Eqsa” e. Ya ku di roja 7’ê Oktobera 2023’an a Zayînî  de ji aliyê taqima “Ezedîn Qesam” a girêdayî bi rejîma Îrane ve bo ser xelkê sivîl yê Îsrayîlê destpêkir. Piştî êrîşa han hêza leşkirî ya Îsrayîlê ne tenê li dijî pêkhateyên şerajo yên Felestînê û girêdayî bi rejîma Îranê ve şer berdewam kir, belkû bi eşkere êrîs kire ser bingeh û navendên leşkirî yên rejîmê, him di herêma derdora xwe û him jî di wan rojane de di hundirê Îrane de. Ji hemûyan girîngtir wêrankirina balyozxaneya Îranê li Şamê(Sûriyê) de bû ku 13 kes ji berpirsên payebilind ên leşkirî yên rejîmê tê de hatin kuştin. Berengariya Îranê di bersiva êrîşa han de eva bû ku pitirî sed mûşekên dûrhavêj û firokeyên bê firokevan, arasteyî Îsrayîlê kirin. Berhema hemû wan mûşekan jî, ji bilî danezanîna bê naverokbûna piropagendeyên rejîmê li dor hêz û teknolojiya serdem a şer, çi tiştek nebû.

Di warê sîstema sîyasî û pêkhateya desthilatdariyê de jî, çi berawirdek di navbera her dû aliyan de nahê kirin ku hevsengiyek di navberê de bide xuyakirin. Pêkhate û sîstema desthilata her du Aliya xuya ye û hewceyê zêde gotine nine(. Helbet eva ne bi vê wateyê ye ku sedî sed alîgirî û piştgiriyê bide sîstema desthilatdariya aliyekê).

Ya ku pitir rejîmê pişta xwe pê ve girêdaye, aliyê îdeolojiyê ye û hewil dide ku di vê rêyê de him alîgirên xwe di meydana şer de ragire û him jî wiha bide xuyakirin ku gel bi giştî alîgirê şerê rejîmê ye li dijî Îsrayîlê. Weke mînak piştî êrîşên bê encam yen rojên borî, rejîme di ragihandinê xwe de û bi bilavkirina hin dîmenên sextet de, piropagendeya vê çendê dikir ku gel şanaziyê bi hêza leşkirî rêjîmê dike û bi derketina ser şeqaman, cejna serkewtina rêjîmê girtine. Lê di rastî de jî mirov dikare bê esasbûna vê îdeaya rejîmê wiha bide kifşê.

Di aliyê îdeolojiyê ve jî her çend cudahiyeke eşkere di navbera her du aliyan de heye, lê dîsan jî mirov dikare şiroveyeke wiha bide ku bingehên îdeolojiyê di Îsraîlê de heya qaseke zêde giştî ne, wate îdeolojî di navbera gel û desthilatê de hevpar e. Bo nimûne di dema destpêkirina gerra nû ya şerê Îsrayîlê li dijî taqimên şerajo yên girêdayî bi Îranê ve, nêzîk bi tevahiya pêkhateyên civaka Îsrayîlê derketin meydana şer bo parastina welat û heya niha jî serbarê dana bihayeke zêde, hêj bo serkewtinê şer dikin. Lê  di Îranê de îdeolojiya ku bibe bingehê serhildana şer, tenê taybet e bi dem û dezgehên  îdarî û siyasî yên ser bi rejîmê. Di bûyerên ku heya niha di hundir Îranê de hatine tomarkirin û di herî dawiyê de di şorişa”Jîna”yê de, ev rastî derketin ku îdeolojiya ku heya rejîm li ser bingehê vê hatibû damezirandin û bi hemû terzekê hewil dida bi ser civak û pêkhateyên neteweyî, çandî û civakî yên Îranê de bisepîne, bandoreke wiha di civakê de nedanîne ku îro rejîm weke hêza berdewambûna şer li dijî çî hêzekê bikare mifahê jê wergire. Cejin û şahiyên gel, xasma di heyamên rejîmê di leyîzên fotbolê li hember welatên bîhanî de didoraîne, lomekirin û sivik nîşandana rejîmê di hemû aliyan de him li hindur û him jî ber çavê civaka derve, nemaze di wan rojên borî de, nişaneyên netebahiya gel in bi rejîmê re, lewma encama şer xuya ye. Helbet li gor ezmûnên berê yên rejîmê, dibe ku dîsan kasika jehrê were tana rejîmê de.