Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresimên Newrozê di nav Kurdên li Xorasanê

00:12 - 9 Nîsan 2024

N: Rojan Kirmanc

 

Li bajarên Xorasanê welatî mehek beriya cejnê dest bi paqijkirina malên xwe dikin û du hefte beriya cejnê jî cejna Şînkatiyê(Sebzeyê) pîroz dikin û cilên nû ji xwe dikin

Û di demjimêrên dawîn ên beriya sersalê de Heft Sîn datînin û li benda pîrozkirina sersalê dibin, dema sersal tê biçûk diçin malên mezinan dibînin û pere û diyariyên eydê yên biçûk ji wan distînin, paşê yên mezin serdana malên biçûkan dikin.

 Heftsîn ji sêv, sazabe simaq, sîrik, sîrke, Sincû, Semenû pêk tê.

Sêv sembola tenduristiyê ye

Keskatî sembola nûbûnê ye

Sumaq girêdana dilan sembolîze dike

Sincû sembola hezkirinê ye

Sîrke(Tirşe) ji holê rakirina qirêjiyê nîşan dide

Sîrk sembola dezenfektekirinê ye

Semenû xwarinek xweş e ku ji genim tê çêkiri û sembola sebrê ye.

Xelkê Xorasanê bi serê xwe an jî di dawiyê de li gel mirovên malbatê yan jî hinek hevalên xwe Cejna Newrozê pîroz dikin.

Ew agirê Newrozê pîroz nakin, bi rastî jî pirraniya mirovan tiştekî derbarê agirê Newrozê nizanin, her çend hinek kes jî hene ku ji agirê Newrozê baş dizanin û bi bêdengî û dizî lê digirin ji ber ku li Xorasanê ev yek qedexe ye.

Der ketin ji mal û dîlana Kurdî û Agirê Newrozê wir qedexe ye.

Kes nizane ji kî demê cejna Agirê Newrozê qedexe bûye, lê her çi heye demeke dirêj e, belkî li demê de ku koçberî wir bûne li Xorasanê, di nîvê rê de, dema ku hewa sar bûye, agirek pêxistibin, agir ji ber ku zarokên xwe yên nexweş xilas bikin, lê hema zarokên wan mirine û di dawiyê de zarok û agir bi hevra kirine veşartine.

An jî ji bo ku dema vedigerin mala bavê xwe rêya xwe winda nekin, agir bi rê nîşan kirin e.

Lê, di demên ne ewqas dûr de bi taybetî li gundan lidarxistina cejinê cuda bûye.

Ji ber ku piraniya xaniyan ji girekê hatibûn çêkirin, ji bo spîkirina dîwarên derve yên xênî ku jê re Şultî dihat gotin, axeke taybet bi kar dianîn.

Li gundan rojek beriya cejnê nanekî taybet, wek fetîr kumêj û îngice cureyekî pîraşkî, ku bi sebzeyên Biharê tijî dibû, çêdikin û nanê taybet bi meyûj û zerdelên hişkirî bo xizmetkirina mêhvanên cejinê amade dikin.

Zarok  bikom diçûn ser banan û di çîmentê re tûrikek diavêtin hundirê malê û xwediyê malê jî çend , Gûz  an jî şîrîniyên xwemalî dixistin nav tûrik û zarokan tûrk dikişand û diçûn mala din. Zarok wiha mal bi mal digeriyan.

Ji aliyek din jî ger di vê navberê de malbate li qîzeke malbatek din xwazgînî kiriba. Bersiva erê an heman rizamendí di roja Newrozê de li malbata qîzikê werdigrtin û xortên û dezgirtî hebûn ji bo dezgirtiyên xwe zêr, kinc û ronê zer û berxe wek diyarî dibirin.

Adeteke din a xelkê gund ew bû ku serê sibê her kes bi karê gund re mijûl dibû û dema firavînê li hev diciviyan û rojên destpêkê yên cejinê goşt û birinc çêdikin û dixwarin û paşê dîlan dikirin di koman de stran digotin û direqisîn Ciwan bi lîstikên wek Şef Çertovnek, Hefdoreş Keren, Şel Qol, Dargog Çerçovo re mijûl dibûn.

Li quncikek din keçên ciwan perçeyek ji zêrên xwe, wek zengil an jî tiştekî din, dixin kulmekê û bi qumaşekî satin li ser cereyê dixin û komek stranekê distirin, paşê xortek destê xwe dixe cerekê û bextê yekî ew zêran derdixe, zengil aîdî her kesî bû, yanî tişta ku dixwest bi dest xist û ev yek berdewam dike heta ku her kes bigihê miraza ku dixwest.