Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina dîktatoran jî gefê li jiyan û ewlehiya gel dike

17:24 - 22 Gulan 2024

N. Serbest Urmiye

 

Piştî ketina balafira ku bû sedema mirina Îbrahîm Reyîsî, Serok Komarê rejîma Îslamî ya Îranê û hevalên wî, gotin û şiroveyên cuda di rojeva Îran, herêm û cîhanê de tên bihîstin.

Îbrahîm Reyîsî  yekemîn Serok Kmarê rejîmê nine ku kursiya serok komariyê pêşwext vala kiribe, ji bilî  Ebulhesen Benîsedir ku serok komarî jê hate sitandin, di sala 1360’an a Rojî de jî Mihemed Elî Recayî,  Serok Komarê vê demê hate kuştin. Lê faktera ku Reyîsî, ji Serok Komarên din diveqetîne, rol û kiriyarên wî ye di pêkhateya rejmê û kuştina girtiyên siyasî di havîna sala 1367’an a Rojî de.

Îbrahîm Reyîsî, Serok komarê niha û serokê berê yê dezgehê dadweriya rejîma Îslamî ya Îranê û  berpirsiyarê  aliyê kêm çar deh salên borî di tepeserkirina hovane û dijminê serekê yê  azadîxwazên gelên Îranê  tê hejmar. Ew berpirsê girtin, îşkencekirin, kuştin û li darvekirina bi hezaran dijberên rejîma Îslamî ye. Bi terzekê ku di dawiya salên 1980’an de, nasnavê “Qesab” anku bikûjê azadî û azadîxwazan jê re derket. Di heyamê serhidana “Jin, Jiyan, Azadî”yê de jî berpirsê sereke yê hemû tawanên rejîmê jî bû ku li dijî xelkê nerazî hatine tomar kirin.

Piştî wergirtina kursiya serok komariyê hertim hewil dida ku rolê xwe di kuştina girtiyên siyasî û pêlên li sêdaredana welatiyan di salên borî û nemaze di dema serokatiya dezgehê dadweriya rejîmê de bipeçêve û rûmeteke nû ji xwe pêşkeş bike. Bi terzekê ku bi çavê kesê herî nêzîk û wefadar ê Xameneyî, jê dihat mêzekirin. Tê gotin ku hewlên han yên Reyîsî, ew weke karaktereke ber çav di şerê desthilatê di pêkhateya rejîma Îranê de bo piştî nemana Xameneyî dida xuyakirin. Li gor karname û derbasbûya rejîmê, hewildan bo ji holêrakirina hevrikên desthilatdariyê jî kareke xwezayî ye û hatiye selimandin. Lewma mirina Serok Komar Îbrahîm Reyîsî jî şirovêyên cuda hildigire.

Kirîza ku piştî nema Îbrahîm Reyîsî ber bi rûyê rejîmê dibe, nemaze di rewşa niha ya necihgîr û şepirze ya rejîmê di hindurê welat û piştî serhildana” Jîna”yê, gellek girantir e ji kirîza derve li ser rejîmê. Ji ber ku li gor esla 131’an a destûra bingehîn ya rejîmê divêt ku serokê dezgehê dadweriyê, serokê Meclîsa Şêvra Îslamî û cîgirê yekem ê serok komar, di heyamê 50 rojan piştî nemana serok komar de, pêvajoya hilbijartina serok komar birêve bibin. Bi berçavgirtina astê herî bilind yê baykot û beşdarî nekirina gel ku di hilbijartinên her du gerrên borî yên hilbijartinên serok komariya Îranê di sala 1400`an û meclisa îslamî û meclisa “Xubrigan” a rêberiya rejîmê di sala 1402`an de hatiye tomar kirin, eşkere ye ku hilbijartina pêşwexte bo rejêmê dijwartir dibe. Nemaze ku divêt rejîm di demeke kêm de keseke wefadar bi rejîmê û Xameneyî destnîşan bike.

Hewldan ji bo beşdarkirina gel di pêvajoya hilbijartinê de, bo nîşandana meşrûiyeta rejîmê di rewşa niha de hewcehiyeke sereke ye ku ji hertiştî zêdetir rejîmê ber bi rûye lêgerrên micid dike. Ya herî zêde rejîmê ber bi rûye lêgerreke esasî dike, eva ye ku niha her êşek ku pêsîra rejîmê digire, şahiyê dixwe dilê gel. Ji dorandinê di qadên werzişe de bigire heya sernekewtin di êrîşên mûşekî li dijî dewletên din de û ... Eva şahiya mirina Reyîsî jî hate ser ku rejîmê dîsan gef ji xelkê kirine.

Lewma her di roja yekemîn a piştî mirina Reyîsî de, berpirsiyarên rejîmê hewil didin ku rewşeke awarte di hizir û raya giştî de biafirînin û bazara xwe ya hilbijartinê gerim bikin. Bê heger nine ku Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê berê yê karê derve yê Îranê, ketina balafirê sûçê Amerîkayê dide zanîn û tîne ziman Ku serbarê biryara Dîwana navneteweyî ya Edaletê, dewletên yekbûyî yên Amerîkayê hêj kiriîz û dorpêça  firotina firoke û hewcehiyên firokeyan bo ser Îranê berdewam dike. Helbet heta nivîsîna babetê, helwesta Amerîkayê li dor gotinên wî nehate dîtin.

Di heman demê de ku berpirsiyarê rejîmê yên weke Zerîf, hewil didin raya giştî ya hindur Îranê li dijî Amerîka û Îsrayîlê han bidin, ragihandinê Îsrayîlê jî ragihandin ku mirina Reyîsî bo gelê Îsraylê nûçeyeke nexweş nebûye. Hevdem şirovekarên Îsrayîlê yên weke Muneşe Emîr, ji derfetê mifahê werdigirin ku bervajî berpirsiyarên rejîmê, rewşa hindur li Îranê aloz bikin.  Muneşe Emîr, di hevpeyvîna xwe tevî kanala telefîziyonê ya”Iran international” a Farsî de pêş bûyerê dikeve û di pêgeha bergiriyê ji Îsrayîlê de derdikeve ku renge berpirseke din yê rejîmê weke Zerîf, bûyerê bi serê ÎsrayIlê de bişkîne. Ew hegera bombekirina firokeya Reyîsî tîne ber bas û hewil dide ku destên neyar di pêkhteya rejîmê de, tê de bide selimandin. Di heman demê de jî hewil dide pirsgirêkê ji dewleta xwe dûr ragire û di navbera rejîm û gelên Îranê de pêş bixe ku encam jî ji bilî tepeserkirina gel ji aliyê rejîmê ve tişteke din nine.

Eva jî di demekê de ye ku dîsan dubarekirina sinariyoya kuştina terorîstê mezin Qasim Silêmanî di holê de ye û rejîm ji ber kêrnehatîbûna xwe di astê xizmetkariyê û tepeserkirina azadiyên takekesî û civakî de, dîsan hewlê dide ku dengê gel bifetisîne, di vê derheqê de jî weke bûyera pêşîn û di demeke herî zû de, jî bo kontirolkirina hêza gel, tayê hêza întizamî yê rejîmê bo çavdêriya torên civakî û înternêntê”polîs Feta ” di daxuyaniyekê de gef ji xelkê kirine. Di daxyaniya han de de hatiye ku piştî mirina Reyîsî, Emîr Ebdullahiyan û şanda hevrê ya wan li dema ketina firokeyê di parêzgeha Tewrêzê de, hejmareke zêde ji bikarhêneran torên civakî kêfxweşiya xwe nîşan dane. Di vîdeoyên bilav kirî de li ser torên civakî, hatiye dîtin ku li hin bajaran êvariya roja Yekşemê dema ku nûçeya ketina firokeyê hatiye ragihandin, welatî bi govend û dîlanê  derdikevin.  Di heman daxuyaniyê de hatiye ku hemû welatiyen han ketine bin çavdêriya polîs û dê cezayê xwe wergirin.